Mirovên birçî dê çavbirçiyan têk bibin

Wîkîpediya, ansiklopediyek ku xwe wek azad dide naskirin, tê weşandin. Ji bo lêkolîna grevên birçîbûnê, min xwest ez Wîkîpediyê binêrîm. Grevên birçîbûnê yên ku heta niha li hemû welat û civakan hatine lidarxistin parvekirine. Li Îrlanda, Hindistan, Bolîvya, Kolombiya, Îran, Kirgizistan û gelek deverên din nivîsandine. Lê yên Kurdistanê, berxwedanên gelê Kurdistanê, ji nedîtive hatine û qet behs nekirine. Her çiqas pergala cîhan û ansiklopetiyên wan ên azad, berxwedan tevgera azadiya gelê kurd ji nedîtî ve jî were, gelê kurd, şoreşgerên Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de bi grevên birçîbûnê ên herî pîroz mafdar û bîryar û fedekar li dar xistine.

Berxwdana 14’ê Tîrmehê, tarîtiya Zindana Amedê çirand, faşîzma 12’ê Îlonê têk bir û bingeha têkoşîna rizgariya gelê kurd avêt. Mohra xwe li dîroka gelê kurd û mirovahiyê da. Piştî vê berxwedanê, girtiyên azadiyê bi sedan caran ji bo mafê xwe yên mirovî û siyasî, grevên birçîbûnê li dar xistine. Greva birçîbûna 12’ê îlona 2012’an rê li ber pêvajoyek nû vekir. Li Kurdistanê, Tirkiye û li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû dest pê kir. Girtîyên li zindanên Tirkiye, girtiyên azadiyê ne. Daxwaz û xwestekên wan jî ne ji bo wan, ji bo civak û gelan e. Ji bo vê yekê jî bi biryar û xwedî îradeyek mezin in. Her tim mohra xwe li pêvajoyan xistine.

A niha jî li Tirkiye û Kurdistanê rejîmek faşîst li ser kar e. Dixwaze rejîmek faşîst nijadperest û dîktatorî ava bike. Vê yekê jî dixwazin li ser qetlîamên gelê kurd û têkbirina tevgera azadiya gelê kurd ava bikin. Ji ber vê yekî ji êrîşên herî dijwar dikin û zilmek herî mezin li pêş dixin. Ev zilm û îşkence pêşî li Îmraliyê li ser rêbertiya gelê kurd dan destpêkirin. Paşê jî belavî hemû Kurdistan, Tirkiye û parçên din ên Kurdistanê kir. Li hemberî vê yekê jî berxwedanek bêhempa û mezin hate dayîn. Ev berxwedan li Îmraliyê destpê kir û belavê hemû deveran bû.

Girtiyên azadiyê ji bo tecrîta li ser rêberê gelê kurd were rakirin, berxwedan dewr girtin û dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya birêz Leyla Guven ket roja 34’an. Û çiqas diçe rewş giran dibe. Tecrîda li ser Îmraliyê tecrîda li ser Tirkiye û Kurdistanê ye. Ger ev tecrîd were şikandin xuya ye ku dê faşîzm têk biçe û rewşek cuda çêbe.

Ev tenê ne xwesteka girtiyên azadiyê ne, daxwaza hemû civakê ne. Divê civak û gelên li derve dest û mil bide vê berxwedanê. Berî ku şehadet çêbin bikeve nav tevgerê û li xwestekan xwedî derkeve. Heta niha bi grevên birçîbûnê li derve destek hate dayîn. Ji bo destpêkê grevên birçîbûnê baş in. Lê ji bo kesên li derve ne bes in. Ji greva destpê bike heya meş, berxwedan û serhildanên girseyî gelek mezin bibin.

AKP û Erdogan ne desthilatdar in, berdestên desthilatdariyê ne. Berdest ji eslê xwe qirêj û gemartir in. Berdest ji bo xwe îspat bikin ji desthilatdarên esasî xeddar û zalimtir in. Dinyanedîtî û çavbirçî ne. Wê mirovên birçî û xizan çavbirçiyan têk bibin!

Dikarî Biecibînî