Di qada hunerê de çend jinên kurd

Di her warekî civakî, aborî, zanistî an jî hunerî de yên ku pêngava yekê diavêjin, ew kes in ku di warê rewşenbîrî de hinek pêşdetir difikirin. Ew dibine destpêka şopeke girîng û dîrokî ku bandorê li ser derdora xwe datînin. Hinek kes diçine nav şoreşê û dibine şoreşger, lê hinek kes jî dibine serkêşên şoreşê û reng û rûyê jiyana civakê di warekî sûdmend de diguherînin.

Di dirêjahiya sedan salan de jinên kurd jî di gelek warên siyasî, civakî, aborî û hunerî de mil bi milê mêran xwedî liv û lebateke bêrwasetan bûne. Li jêr ez tenê bi kurtî behsa jiyan, wêrekî û xebata çend jinên hunermend li Kurdistana mezin dikim ku heya roja îro jî ji nifşên pey xwe re bûne xwendingehên hunerî. Yên ku pêngava yêkê avêtin û ji sedan keç û jinên din re bûne mînak xwedî jiyaneke kurt, tije bextreşî, bi êş û derbederî, lê navê wan dê tim di dîroka hunera Kurdistanê de bi qedirnasiyek bêhempa bimîne.

Evîndara stran, dengê qedîfe û derbedera hunera kurdî: Meryem Xan (1904 Dêrgol-1949 Bexda)

Meryem Xan keça Ehmedê Botî ye. Ew di sala 1904’an da li gundê Dêrgolê hatiye dinê.

Meryem Xanê perwerdeya xwe ya hunerî di germiyan, zozan, şahî û şêniyên Botanê de, di nav gelê xwedî çandek dewlemend de girt.

Destpêka jiyana Meryem Xanê vedigere wan salên ku rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê jî bi taybetî ber bi xirabûnê ve diçû. Dema Meryem Xan dikeve deh saliya xwe şerê cîhanê yê yekemîn dest pê dike. Împaratoriya Osmanî ber bi belav bûnê ve diçe û fermena kuştina cîranên kevnar û dîrokî yên kurdan (gelê ermenî) dest pê kiriye. Gelê kurd jî ji bo bi destanîna mafê xwe û damezrandina Kurdistanek serbixwe hêdî hêdî dest bi serhildanan kiriye. Ev rûdavên wiha dibin sedem ku gelek kurd ji bakurê Kurdistanê koçberî başûrê Kurdistanê bibin. Malbata Meryem Xanê jî ji bo debara jiyana xwe cara yekê diçe Qamîşloyê û piştre jî ber bi Zaxo, Musil û Bexdayê koç dike.

Li Qamîşloyê Meryem Xan bi xortekî malbata Bedirxanîyên navdar re dezewice.

Lê mixabin jiyana Meryem Xanê û xortê Bedirxanî zêde dewam nake.

Di sala 1939’an de li Bexdayê radyoya kurdî li ser daxwaz dewleta Îngilistanê hat damezrandin. Li wir kompanyayên tomarkirina stranan hatibûn damezirandin. Hinek kes dibêjin ku Meryem Xanê ji sala 1935’an û pê de heya sala 1947’an tim di radyoya kurdî de xebat kiriye û di vê navberê de jî stranên xwe li ser qewanan tomar kirine.

Dema li bajarê Bexdayê radyoya kurdî hat damezrandin, parek ji mamostayên dengnas û hunerzan hat damezirandin. Di bin çavdêriya vê komîteyê de hunermendên ku dixwestin bibin xwedî mûçe, stran digotin û li ser biryar û dîtina wan bersiva pejirandin an jî ne pejirandinê didan wan. Wek tê gotin heya despêka sala 1940’an û pê de bi rengekî fermî stranbêj li radyoya kurdî nebûbûn xwedî mûçe. Li ser gotina gelek kesan di sala 1944’an de Meryem Xan, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elmas Xan, Resûl Gerdî, û gelekên din li dora hev kom bûn û li jêr çavdêriya mamostayên dengnas û bisporên çalakîyên hunerî yek bi yek ketin ezmûna deng û stran xwendinê. Dema di vê civatê de Meryem Xanê dest bi strandinê kir hem hunermendên amade û hem jî mamostayên çavdêr ji desthilatdariyê, xweşîya deng, şêwe û awaza vê hunermenda kurd ecêb dîtî man. Di wê civatê de ji bilî hunermendê nemir Seîd Axayê Cizîrî tu kesî nekarî bi Meryem Xanê re bikeve lecê.

Meryem Xan heya dawiya jiyana xwe karmenda radyoya kurdî bûye û her rojê hatiye radyoyê û li wir xebitiye. Meryem Xan di hemû Kurdistanê de yekem jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya jorîn bi rengekî rêkûpêk stran tomar kirine. Dema mirov li deng û stranên wê guhdar dike dengekî resen, kurdî û jinane li ser e. Hêzek mezin û bilind di stirînê de heye, qirika wê paqij û di edakirina peyv û ristên stranên xwe de zimanekî ter, rewan û bedew heye. Ji her tiştî xweştir ew hemû xem û hesretin ku di deng û berhemên wê de tên dîtin.

Stranên hunermenda navdar a kurd Meryem Xanê bi giştî lawik û beste ne. Naveroka wan folklorî ye, lê stranên ku ji xwe re hilbijartine bi piranî li ser mêranî û nepejirandina neheqiyan hatine hildan.

Li ser mirina Meryem Xanê du gotin hene: Hinek jêder dibêjin ku Meryem Xanê ji sala 1945’an pê de ji êşa gulçîskên xwe pir derd kişandiye û du sal (sala1947’an) piştî wê li nexweşxaneya bajarê Musilê wefat kiriye û li goristana Şêx Meirof li bajarê Bexdayê hatiye veşartin. Hinek jêder jî dibêjin piştî ku Meryem Xan ji malbta xwe dûr ket û ji malxê (mêrê) xwe cuda bû, di jiyana xwe de ket nava bêdengiyek xemgîn û di sala 1949’an de bi nexweşiya xembariyê li bajarê Bexdayê çû ber dilovaniya Xwedê.

Dengê folkolra Soranî: Dayikî Cemal (1908 Helebçe -1979 Bexda)

Dayikî Cemal yekemîn jina kurd e ku bi zaravayê soranî stran li ser sêlkan (qewana) tomar kirine. Navê wê yê rastîn Ferhe an jî Behîce Îbrahîm Yaqûb e. Ji ber ku di ciwaniya xwe de keçeke bedew bûye bi navê Dayikî Cemal di nav xelkê da navdar bûye. Dayikî Cemal ji ber adet û orfên civaka paşverû zû strangotin terikand û heya mirinê xwe wenda kir da ku kes wê mîna hunermend nas neke. Ew jineke xêrxwaz, nefs bilind û gelek mêhreban bû. Qedir û qîmeta wê di nav xelkê da pir bû. Hinek stranên Dayikî Cemal li arşîva radyoya Bexdayê mane, lê ji ber derbasbûna salên dûr û dirêj kuvalîta wan zêde baş nîne. Stranên Dayikî Cemal yên naskirî wihanê: Amînê Amîn, Ay bênin bênin, Hey Belar Belar, Xanimî Silêmanî, Hey Axa w Axa.

Hunermend Dayikî Cemal li sala 1979’an li nexweşxaneya Medînet Eltib li bajarê Bexda çû rehmetê û termê wê li goristana Şêx Meirûf hat veşartin.

Dengê strana kurdî ya nazik û keça radyoya kurdî: Nesrîn Şêrwan (1928 Şirnex – 10 Cotmeh 1990 Bexda)

Yek ji wan jinên ku ji bo xizmeta hunera kurdî di rêza yekê de li hemberî çewtiyên civata feodalîzmê sekinî û li ber xwe da, Nesrîn Şêrwan e. Navê wê yê rastîn Xoxê Omer Osman e û di sala 1928’an li Şirnexê hatiye dinê. Ew ji malbatekê ye ku rewşa jiyana wan berê pir baş bû, lê piştî destpêkirina serhildanên li bakurê Kurdistanê û guherandinên ramyarî-civakî rewşa jiyana malbata wê jî telihev bû. Ji bona wê jî bavê wê nemir Omer Osman neçar ma ku di sala 1932’an weke hezaran malbatên din berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Di sala 1933’an de Omerê bavê Nesrînê ji bo ku nanê zikê zarokên xwe peyda bike, hemû zarokên xwe şandin bajarê Zaxoyê. Li wir Nesrîn bi bira û xweşkên xwe re di nav malên dewlemendan de dixebitîn. Nesrînê rojekê di dewatekê de bi dengê xwe yê bilind û xweş ser çopiya dewatê girtibû û distirî. Ew rewşa şahî û dewatê bû. Di wê dewatê de Mamosta Elî Merdan ku wê demê li radyoya Bexdayê dixebitî û berpirsyarekî radyoyê bû, bi bihîstina dengê wê pir bi bandor bû û ji wê xwest ku biçe radyoyê û li wir di komeke muzîkê de bixebite. Nesrîn Şêrwanê li radyoyê bi karê koroyê dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di sala 1944’an de bi rengekî fermî bû karmenda radyoya kurdî û heya dawiya jiyana xwe mîna keça radyoyê, xwe ji vê saziya kurdan dûr nexist.

Nesrîn Şêrwanê piraniya lawik û meqamên xwe bi awayê (Beyat-Husênî) gotine. Piraniya stranên Nesrîn Şêrwan folklorî û gelêrî ne û wê gelek ji stranên cimaeta kurdan bi dengê xwe ji tunekirinê parastin. Naveroka stranên Nesrîn Şêrwanê bi piranî wesfî ne û bi taybetî bedewiya çiya, zozan, gund û siryuşta Kurdistanê bi zimanekî xweş tîne ziman. Stranên mîna Gulşênî, Were Narîn, Hey Nêrgiz – Nêrgiz, Koçerê, Şêxê dînê, Çiyayê me bilind in, Hay berde berde, Hesenîko, Hey can, Nêrî, Ez nayêm, Derdê dilan, Hesen Hesen e lo lawo, Narê û bi dehan ji stranên wê di nav gel de belav bûn û bi dengê wê ji tunekirinê hatin parastin. Nesrîn Şêrwan yekemîn jina kurd e ku zêdetir ji hemû jinên stranbêj yanî 500 stran li radyoya kurdî tomar kirine.

Piştî 50 salan xebat û karkirinê di radyoya kurdî de mixabin Nesrîn Şêrwan jî mîna gelek ji stranbêjên din yên kurd di salên dawiya jiyana xwe de gelek feqîr û hejar bibû. Hunermenda nemir Nesrîn Şêrwan di 10’ê cotmeha 1990’an li bajarê Bexdayê çû rehmetê û bi merasimekê ku gelek hunermend û xebatkarên radyoya kurdî têde beşdar bûn, li goristana Şêx Merûf hat veşartin.

Dengê nûbêjî û folklora kurdî li Behdînan: Gulbihar (1932 Amêdiyê – 23.02.2010 Bexda)

Gulbihar di sala 1932’an de li gundê Koçanisê yê girêdayî bajarê Colemêrgê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Ew bi esila xwe ji herêma Behdînan li bajarê Amêdiyê ne.

‘Fatma Mihemed’ an jî bi nasnavê xwe yê hunerî ‘Gulbihar’ keçeke ji bajarê Amêdiyê bû ku di qada hunera kurdî de dest bi nûjenkariyê kir. Gulbihar bi şêwazek nû û muzîkek nûjentir ket ser vê rêya dijwar. Rêya ku ew her tim bi ‘Jiyana xwelîserî û tejî êş û elem’ bi nav dike. Vê xanima hunermend ji sala 1949’an bi mezintirîn hunermendên ereb re bi karê şanoyê dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Piştî karê şanoyê ket nav cîhana sînemayê û di sê fîlmên erebî de rola yekê û yê du dilîst. Filên Wirde (Gula Sor), Eros Elfirat (Bûka Firatê) û filmeke din a bi navê Lilşeib (Ji Bo Gel) ku qet deatûra êkranê negirt û nehat weşandin. Stranên Gulbiharê ku nêzî 300 hebin, xwedî peyamake civakî ne ku tev şîret in, şîretên daykane ji zarokan re, şiyarbûna dê û bavan li ser torekirina zarokan, bedewiya siruşta Kurdistanê û carna jî berhemên folklorî ku bi dengê wê û hunermendên mêr hatine tomarkirin.

Salên dawiya jiyana xwe li bajarê Duhokê jiya û bi hezar hêviyan li benda wê rojê bû ku keçên kurd zêdetir bikevin ser rêya wan û kesên dengxweş dengê xwe veneşêrin. Ew piştre ji ber ku êdî kesî xwedîtî lê nekir neçar ma çû cem hinek kesên xwe yên nêz li bajarê Bexdayê. Salên dawiyê gelek zehmetî kişandin û dema mir jî wesiyet kiribû ku wê bibin û li goristana bajarê Necefê veşêrin. Mixabin ku bêdeng û bêkes çû û çi merasimek li pey wefata wê jê re nehate kirin…(didome)

Dikarî Biecibînî