Di qada hunerê de çend jinên kurd

Dengê folklora Behdînanê: Fewziye Mihemed (1926 Gundê Seyîdava-1992 Bexda)

Fewziye Mihemed di sala 1926’an da li gundê Seyîdava li devera Doskiya li başûrê Kurdistanê hat dinê. Lê ew ji ber karê bavê xwe di zarokatiyê çû Mûsil û Bexdayê. Evîna stranên folklorî ji zarokatiyê bala Fewziyê kişandin ser xwe. Dema mezin jî bû zû zû diçe Kurdistanê ku stranên bav û kalan hîn bibe. Di nava şahî û dewatan da beşdarî dikir. Xwediyê dengekî xweş bû. Ji 1’ê nîsana 1944’an heya sala 1952’an di radyoya kurdî de li Bexdayê her hefteyê 30 heya 45 deqeyan şahiya stranên kurdî digêra. Piştre ew bi karsazekî re zewicî û stranbêjî jî terikand. 4 keç û kurekî wê hene. Fewziye Mihemed di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî da nêzî sed stranên gelêrî li radyoyê tomar kirin, lê niha tenê 15 stranên wê li arşîva radyoyê mane ku bi ser hev da 77 deqe ne. Di sala 1992’an de Fewziye li Bexdayê çû rehmetê. Fewziye Mihemed xwişka hunermenda navdar Gulbiharê ye. Ji stranên wê yên naskirî: Qumrî Serbalim Şîne, Lê Lê Êmo, Xeftanê, Dotmam, Girê Sîra Bi Sîr e û Lê Lê Megirî ne.

Xizmetkara rewşenbîr û hunermendên kurd: Elmas Xan Mihemed (1894 Dêrgul – 2’yê kanûna sala 1974’an Bexda)

Elmas Xan Mihemed di sala 1894’an da li gundê Dêrgulê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Li gor gotina mamosta Kemal Reûf Mihemed ew di 1’ê adara sala 1945’an de çû radyoya kurdî ya li Bexdayê û heya 21’ê çileya 1952’an 73 şahî di radyoya kurdî da pêşkêş kirin. Elmas Xan heya mirina xwe li taxa bi navê Eldoiyîn li Bexdayê dijî. Ew xwediyê dengekî xweş bû û stranên folklorî yên herêma Botan û Behdînanê di radyoyê da tomar kirin. Stranên Elmas Xanê yên naskirî : Hey Nêrgiz, Lêlê Kinê, Hatim Besta Belekê, Dotmam û bi giştî mejiyê Elmas Xanê mîna xezîneya stranên kurdî yê folklorîk bû.

Elmas Xan jineke dewlemend bû ku bi efserekî îngilîz re zewicîbû. Ew dotmama Meryem Xan Ehmed bû. Wê ji hunera kurdî û hunermendên kurd pir hez dikir. Ji ber wê jî deriyê mala xwe mîna mêvanxane û zankoyekê ji bo hunermend, rewşenbîr û siyasetvanên kurd vekirî hiştibû.

Elmas Mihemed an jî Elmasa Kurdî sala 1974an li Bexdayê çû rehmetê û li goristana Elmenteket hat veşartin.

Dengê jinên kurmanc, dengê koçberî û xerîbiyê: Banû Şîrwanî: (1929 Gundê Welîava – 2003 Meşed)

Dengê wê şilik û nazik, bihêz û tije êş e. Xemla dengê wê enstrûmanek bi navê dutare ku ji hêlekê Banû dinale û ji hêla din jî dutar pêre dikale. Hemû orkestra û dutar bersiva dengê wê yê bilind didin. Ew stranbêja çend nifşane ku hê jî di bîra civakê de maye û lorîkên wê tên guhdarkirin: “Bi dil firîn, bi dil firîn lorîkê lor… / Her yek aliyekê digirin lorîkê…

Lor dekem ez lorîkê xwe / Xelk û xwedê ban(g) dekem gulnazikê xwe

Ez êsîr im min bikirin lorîkê lor

….

Banû Şîrwanî piştî Nene Qemeronî jina duyê ye ku di nava kurdên Xorasanê de wek stranbêj bi nav û deng in, lê Nene Qeneronî hê jî keseke bênav û nîşane û tenê di bîranîn û hevpeyvînên kesên mîna Sîma Bîna de navê wê tê bihîstin. Banû Şîrwanî ji kurdên Qoçanê û serboriya wê dişibe a Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û Eyşe Şanê. Wê ji zaroktiyê bi rêya bavê xwe dest bi strangotinê kiribû. Ew heza ji hunerê mîna şitila rihaneke sêdendk di dil û hisên wê de şîn û zindî ma û heta roja mirinê jî rengê xwe neguherî.

Navê yê rast Mahbanû Ebbasî û sala 1929 û li gor hinek jêderan jî li sala 1926’an li gundê Welîava (girêdayî Farûc û Qoçanê) di nava malbateke gundî û cotkar de hatiye dinê. Temenê wê 40 salî bû ku li radyoya Meşed dest bi strangotinê kir. Bavê wê Ebasqolî û dengbêjekî naskirî yê herêmê bû. Hê zarok bû ku dayîka xwe ji dest da û ev jî bû sedem ku pir caran babê wê yê hunerhez di dîwana giregirên herêmê de Mehbanû jî bixwe re bibe. Melek Husênxan yek ji wan kesan bû ku heza wî ji huner û çanda kurdî re bêsinor bû. Enstrûmana dutar lêdixist û li gundê Welîava hunermend û pehlewanên kurd dianîn ba hev û hurmeta wan tim li ber çav digirt.

Mamostayê dîrokzan û evîndarê ziman û çanda kurdî rêzdar Kelîmulah Tohîdî hevpeyvînek bi Banû Şîrwanî re çêkiriye û li wira ew wiha behsa jiyana xwe dike: “Hê 20 salî bûm ku ez li şivanekî kurd yê bi navê Elî Ekber Qehremanlo mehr kirim. Du sal piştre ew bi nexweşiya zerikê mir û ez bi kurê me yê du mehî re bi tenê hiştim. Salek piştre ku dilgirtî bûm min 15 serî pez, çêlekek û guhdirêjê xwe firotin û ji gund derketim. Min nedikarî li gund strana bibêjim û xelkê ji ber wê ku min stran gotine henekên xwe bi min dikirin û digotin; hê salek di ser mirina mêrê wê re derbas nebûye ku dîsa distirê.”

Çîroka jiyana Banû dûr û dirêj e, lê wê sedan stranên din jî di arşîva radiyoya Meşhedê de tomar kirin. Hemû rojê guhdarên dengê wê ji radioyê re tel dikirin û name li pey hev dihatin ku stranên wê zêdetir bêne lêxistin. Dema Ferhdîba Pehlewî diçe Meşhedê ew bi kincên kurdî li hemberî wê distire û Şehbano wek xanima yekê ya welat ji deng û defa ku ew lê dixe pir hez dike. Ji rewşa jiyana wê dipirse û ew jî behsa kêmasiyên jiyana xwe dike. Fereh Pehlewî 500 metre erd wek xelat pêşkêşî wê dike ku ji xwe re stargehekê ava bike, lê bi çêbûna şoreşa sala 1979’an re hinek xêrnexwaz wî erdî ji wê distînin.

Li pey hatina rejîma îslamî strîna jinan qedexe dibe û Banû Şîrwanî jî ji tirsa îdamê xwe wenda dike. Piştre hemû wisa dizanin ku ew miriye. Salên piştre hate zanîn ku ew sax, kurê wê Ekber zewicîbû û xwedî zarok bû û bi karê ajotina taksiyê debara jiyana malbata xwe dikir.

Banû Şîrwanî weke qehremana qada stran û awazên kurmancî li her derê dihate naskirin û hezkirin. Her kesî mafê wê binpê dikir, lê ew li ser piyê xwe sekinî û bû navdareke dîrokê ku hunera wê yê tim nav û dengê wê di hişê civakê de zindî bihêle.

Banû sala 2003’yan li Meşhedê çû rehmetê û heya sax bû strana xwe ya bi navê “newînî derdê cudayî” digot û hêsirên salên xweş û nexweş yên qedera xwe ya reş dirijandin.

Parêzvana stran û zimanê kurdî, keybanûya bê tac û text Eyşe Şan: (1938 Amed- 18.12.1996 Îzmîr)

Li ser qedera xwe tim bi gilî û gazinc bû. Dehan caran xweziya wê hindê kiribû ka çima hatiye dinê û tu xêr ji jiyanê nedîtiye. Ew Eyşe Şan bû ku di nava kurdan de zû hate naskirin. Yek ji wan hunermendên ku li dijî siyaseta çewt û asîmilasyona reş û hemû alî ya Kemalîstan li bakurê Kurdistanê mîna şêre jinekê li ber xwe da, Eyşe Şan bû. Bi dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalan bi bîra me anî: “Şêr şêr e çi jin çi mêr e.” Wê ev rastî di çax û serdemekê de da îspat kirin ku komara stemkar a Tirkiyeyê xewna ji holê rakirina gelê kurd bi rêya tunekirina hemû taybetmendiyên çandî yên kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin.

Eyşe Şan ku di nava civata kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan tê naskirin di mijdara sala 1938’an de li bajarê Amedê hat dinê.

Dema ku dengbêjên kurd di mala bavê Eyşeyê de li dora hev diciviyan ew jî ji wan çaxên bi qîmet sûd werdigirt û bi heval û destexwişkên xwe re heya berê sibê li pişta deriyê dîwanxaneyê rûdinişt. Bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikirin. Salên piştre dema ku hinek dengbêjan stranên bavê wê baş nedigotin, wê qirar da ku ew bixwe bikeve ser rêya hunera bavê xwe yê dengxweş.

Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê ya civakî-siyasî jî didin xuyakirin, sê babetên civakî (Gelêrî, siyasî û bûyerên jiyana wê bi xwe) digirin ber xwe.

Cembeliyê Mîrê Hekariyê, Mem û Zînê, Lê Lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko, Derdê Hewiyê, Qederê Yar, Xerîbim Dayê, Werin Werin Pêşmerge ne, Newroz û Welatê Min Diyarbekir stranên Eyşe Şanê yê meşhûr in.

Sala 1979’an Eyşe Şan ku bi salan bi hesreta dîtina başûrê Kurdistanê bû, çû serdana kurdên vê perça Kurdistanê û bi germî ji aliyê kurdên hemû deverên başûrê Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Li Bexda, Duhok, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Resûl Gerdî, Tahir Tofîq, Nesrîn Şêrwan û gelek kesên din re derket ser dikê û bi hev re konser pêşkêşî gel kirin. Her wiha wê bi gelek kesayetî û hunermendên kurd re hevdîtin pêk anîn.

Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê kanûna 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji ziman û hunera resen a gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir, bi nexweşiya kanser (şirpenceyê) li nexweşxaneya bajarê Îzmîrê çû ber dilovaniya xwedê.

Strana jêr tabloyeke wê jiyanê ye ku Eyşe Şanê bixwe kişandiye:

Qederê

Were yar… Qederê yar

Qederê çer bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar

Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar

Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq

Li ser pişta sêwîxelqê bûy siwar

Yar yar yar qederê yar

Lê qederê… te goştê min

helandî

Lê stûyê lingê min li xelkê

dikî xiwar

Lê qederê te ji xwe re ez

kirime tucar

Tu ji min re bû yî bazar

Te ez kirime tu carekî bilmez

Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar…

Lê qederê malikşewitiyê

Te ez kirime şivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bi gemar

Tu yê li dawiyê bûye gurekî

Siba tu birçiye har yar yar yar

Lê qederê tu rûniştî li çiya kevir û dar li min tînî

Stûyê min li xelkê dikî xwar yar yar yar

Yar yar yar qederê yar, yar yar…

Lê qederê… malik şewitiyê

Tu bû yî siwarekî te ez ê ji xwe re kirim

axakî xwe yê rûsar

Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar

yar yar…

lê qederê…

Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar…

Lê qederê te paşî ez kirime

qumarçiyekî

Bi destê xwe nizane mala xwe şewitandî, dilîze

Bi heft salan û dilîze bi qumar

Ay lê qederê ez ê nifirekê li te li te bikim

Bila gunehê min bibe marekî re şê tîremar

Bila li stûyê te bişide qederê bigere mêrge bi mêrge

Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar…

Lê qederê… malikşewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min

bernadî

Te darê çuqûrê daye ser piyê min sêwiya xwedê

Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar…

Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê

Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê, kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê

kundala sar yar yar

qederê yar…

Dikarî Biecibînî