An azadî an koletî û bindestî!

Kesên ku dema xwe ya bihurî ji bîr dikin û jê dersên îbret nastînin, mehkûmî dubarekirina wê ne. Li vir dîroka me ye ku tim ji bîra me diçe. Dersên ji şikest, ketin û rabûnê tune bûne an jî ketine kirasê bertek ê hizbatiyê ku birêvebirên wê xwedî nêrîneke teng û sînordar in.

Di nav me kurdan de ruhên têhnî û nêrînên birçî ji yên hemû neteweyên din yên cîhanê zêdetir in. Kêm netewe hene ku bi qasî kurdan ji bo azadiya xwe berdêl dabin. Bi sedan sal in derdê bindestî û bêdewletbûnê hê jî nehatiye dermankirin. Nizanim çima hekîm û doxterekî/ê nekariye dermanekê ji vê birîna xedar re peyda bike! Gelo ma di vê serdemê de jî melhemek ji bo kewandina vê êşa giran peyda nabe? Sedem çi ne ku 50 milyon kurd nikarin bibin xwedî hêlîneke xwe ya serbixwe? Gelo çima ew “yekitiya neteweyî” a ku hemû rêxistin, partî, siysetmedar, komele, civat û malbat li ser diaxivin, dinivîsin û şiroveyên felsefî dikin, çênebû û çênabe? Ma ji bo karekî wiha “gez û miqes” di destê kê de ne?

Bi rastî carna li ser kar û kiryarên partîyên siyasî li Kurdistanê mirov dikeve dudilî, goman û nav sosreteke mezin ka çima nebûne û nabine yek? Heya kengî “derfetên zêrîn” bi avê de biçin û gel jî tenê bi hesreta salên bihûrî yên jiyana xwe bijî?

Van rojên giran êdî “pirsa kurd û Kurdistanê” hem di nav me bi xwe û hem jî li hemberî raya giştî ya cihanê bûye pirsgirêkek exlaqî. Rêxistinên hiqûqî, lîberalîzm û neolîberalîzm nikarin hema wiha hêsan li hemberî vê pirsê derbas bidin. Di asayîş û garantîkirina jiyana gelên cîhanê de kurd xwedî kedeke dîrokî ne ku wijdanên mirî jî nikarin vê rastiyê ji bîr bikin. Awayê dan û standina bi vê pirsgirêkê re dê bide xuyankirin ka wijdana raya giştî ya gelên cîhanê yê raketî bimîne an dê parêzvaniyê ji destkeftên wê yê çend salên bihurî bike? Di vê navê de bendewariya herî zêde ji Ewropa û Amerîka heye ku ger hêza kurd nebûya heta roja îro jî kuçe û kolanên welatên wan yê bi terora misilmanên selefî û DAIŞ’ên xwînrij re rû bi rû mabûna. Pîvana “mafparêzî û demokrasiya” ku Ewropa û Amerîka pirî caran li ser diaxivin, dibêjin û dinivîsin dê nasnameya xwe a rastîn di van çend mehên dahatî de li rojavayê Kurdistanê bide der.

Rewşa îro û kurd

Rewşa îro ji kurdan re jî pirsên jêr radixe ber me:

* Ev rêbaz rêyeke stratejîk e?

* Gelo dê di asteke neteweyî û civakî de xwedî bersiv be?

* An jî dê her kes bi awayê rêbaza xwe ya belav, bêxwedî, bêxem û xeyalî di kêleka wê de derbas bibe?

Bersiv çi dibe bila bibe, lê êdî qedereke man û nemanê bi vê rêyê re girêdayî ye.

Li Rojava ji destpêkê heya roja îro aliyê kurd neçar man li ser sê stratejiyan ketin nav lêkolîn û nirxandina pîvanên wan:

* Stratejiya welatên herêma Rojhilata Navîn ku bi tu awayî bi guherandinan re nebûne û nînin. Di nav de herî zêde welatên ku axa kurdan di nav sînorên wan de ye, xwedî rêbazeke wiha bûne ku Tirkiye serkêşiyê jê re dike.

* Stratejiya welatên rojavayî li Rojhilata Navîn.

* Stratejiya bizava siyasî a kurd ku daxwaza maf û diyarkirina qedera xwe dike.

Di rewşa hatî pêş a îro de kurd û partî-rêxistinên kurdan ji xeynî “parastina asayîşa xwe ya neteweyî” û destkeftiyên heyî, rêyeke din li ber xwe nabînin. Nextê wan destkeftiyên ku îro li ber çava ne ewqas giran e ku hindî bihayê “serxwebûna Kurdistanê” ye. Asayîşa neteweyî hemû guherandinên siyasî, civakî, çandî, teknîkî, aborî û leşkerî di çarçova xwe de bi cih dike. Hêz û awayê dan û standina bizaveke siyasî girêdayî mijarên jor in. Dîtina pêşerojê çiqas jî bi zehmet be jî, lê pêwîstiyek e ku “jiyan û qederê” dide diyarkirin.

Guherandinên ku di çend salên derbasbûyî de bi lez hatin û çûn, dagirkerên Kurdistanê xistin nav liv û çalakiyên cudatir in ji dehan salên berê. Li dijî bizava kurd û bi taybetî jî li rojavayê Kurdistanê çêbûna guherandin û afirandina hêzên nû tiştekî dûr ji çaveraniyê nebû. Dihate payîn ku li dijî wan guherandinên bi lez ku aliyê kurd sûdeke mezin jê stand, liv û lebatên nû jî bêne holê.

Pejirandina vê rastiyê ku pêwîst e hêzeke siyasî tim bi nêrîneke berfireh a hemû alî li pêşeroja xwe binihêre û li gorî şertên demê xwe amade bike, belkî hinek ji me re zehmet be. Elbete agahî li ser rewşa pêşerojê carna ne pêkan in, lê qet nebe ji 4-5 salên berê û şûnde ger kurd xwedî “stratejiyeke hevgirtî” bûna, îro Kerkûk, Efrîn, Şengal û Xaneqîn dê dîsa di nav sinorên desthilatdariya kurdan de bûna. Dîsa jî hinek derfet li ber hêzên siyasî li Kurdistanê hene ku ger li gor guherandinên herêmê nebin yek û xwe pê re neguncîn in dê reaksiyonên berdewam û zêdetir li dijî hebûna kurdan xwe bidin kifşkirin. Ger ji van guherandinên rojane re bersivek tune be, dîsa demeke zêde dê derbas nebe ku hemû kes bi hesreteke bêdawî dîsa behsa “dîroka derbasbûyî û axînên bêsûd” bikin. Hingî “me wiha bikira, çima nekir û dê baş bûya…” ji tu derdekî re yê nebin derman.

Belkî pêngava dawiyê ya Amerîka vê rastiyê bi aliyên kurd dide xuyanîkirin ku gelê kurd nikare pirsgirêka xwe di nav sînoran de analîz û çareser bike. Heta li para ku di çavê dewleta navendî, Amerîka û piraniya welatên cîhanê jî xwedî meşrûiyet bû lê li pey referandumê em şahidê selimandina vê rastiyê ne. Li wê derê jî helwesta Amerîka li dijî kurdan bi aşkerahî rûçikê xwe yê sala 1975’an dubare kir.

Mînakek wiha pir bi başî ji me re da aşkerakirin ku aliyê kurd hêza berxwedana li hemberî faktorên herêmî û rûdanên neçaverankirî nîne. Nikarin ji derfetên têne pêş sûdê werbigirin, bi şerên baş re ji bo diyariya qedera xwe sûdê bistînin û hinek realîstir bin. Dema li hemberî rûdanên ji nişka ve çêdibin, amadebûn hebe û derfet baş û durist bêne bikaranîn hingî di nasnameya partî, dewlet an jî rêxistineke siyasî de şertên xebateke micid, dozeke şoreşer û nêrîneke objektîf jî hene û dê bi derbasbûna demê re hebin.

Dijber û dema nû

Êdî nebûna hêzên Amerîka di qada Rojava û Başûr de hêz û wêrekiyeke nû daye dijminên doza Kurdistanê. Lê ger rejîmên totalîter û xweperest ên ku Kurdistan di nav wan de hatiye parvekirin, dîsa weke berê meşa xwe ya nerast bidomînin û li hemberî guherandinên demokratîk li ber xwe bidin, hingî di pêşerojê de civak dê dîsa li dijî wan rabe ser pêyan. Ger ew bixwazin li dijî kurdan tund û tîjiyê bi kar bînin li rex reaksiyoneke dijwar dê şerê di navbera komên etnîkî û olî de jî hêdî hêdî xwe bidin nîşandan. Ev şer carna dê li dijî desthilatdariya wan jî xwedî xebat bin. Di vê navê de bi taybetî jî civaka kurd xwedî potansiyeleke mezin û nêrîneke hesas e. Rewşa taybet a nav welatên herêmê dê bi van pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Ger pirsgirêka kurd û Kurdistanê neyê çareserkirin, kirîzeke çend serî dê berfirehtir jî bibe. Kurdistan weke pireke di navbera Asya Navîn, Rojhiata Navîn û Ewropa de dê di guherandinên pêşerojê de xwedî roleke diyar û berbiçav be. Kirîzên zêdetir ên aborî, siyasî û civakî li herêmê niha di rê de ne, çêdibin û pê re jî rewşa siyasî li hemû herêmê tevlihev tê ber çavan. Bîr, raman, nêrîn û reaksiyonên gelên herêmê yê ji “guherandinên pêşerojê” re bibine bersivên tije asoyên geş ji wan gelên ku dixwazin qedereke tije bextewerî ji xwe re diyar bikin. Niha jî li Rojhilata Navîn “girêyên kevin û kor” ên jeopolîtîk nehatine vekirin. Di vê navê de li hemberî guherandinên pêşerojê Kurdistan welatê herî stratejîk e. Êdî di nav sinorên rejîmên ku textê wan bi nextê xwîna hezaran kesan re ketiye liqîn û hereketê: xwenaskirin, heza ji ziman, çand û nasnameya neteweyî” pareke cudanebûyî ji zanyariyên stratejîk e. Çareserî û asayîş dê wiha hêsan nebine para aliyên azadîxwaz ku li pey armancên pîroz û demokratîk in. Yanî carna pêkan e bi bedelên mezin jî nekivin destan, lê şopekê jî li pey xwe dihêlin ku nayê jibîrkirin. Her hêzek a weke bizava azadîxwaziya kurd ger di nexşeya siyasî ya cihana pêşerojê de li ber çavan neyê girtin, dê xeter û ziyanên mezin jî bi xwe re biafrîne. Agirê van ziyanên mezin dê tenê nebe para kurdan. Rejîmên dîktator zêdetir divê gelên herêmê vê rastiyê bizanibin ku li Rojhilata Navîn sîstema aborî, siyasî û civakî bi metirsiyên mezin re rû bi rû ne. Cîhanê jî çav li bazara petrol, hêza kar û serûkaniyên wê ye. Faktorên din jî hene ku dikarin siberojê ji nişka ve li hole bihêle.

Nirxandina rewşa niha

Nirxandina vê rewşa niha li herêmê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn pêwîstî bi karê hevpar ê partiyên siyasî û hêza hemû gelê kurd heye. Ger derfetên herî biçûk durist neyên bikaranîn, dê hemû berjewedniyên komî ji dest biçin. Mixabin siyaset û kiryarên partiyên ku îro li hemû Kurdistanê di nav kar û xebatê de ne, zêdetir ji wê ku li pey bersiva daxwaz, rexneyên gel û civakê bin an jî bejewendiyên neteweyî ên gelekî 50 milyonî di bîra wan de bin, zêdetir mijûlî hinek armancên xwe yên sînordar in. Ger bi stratejiyek hevgirtî, hêzeke yekbûyî û henaseyeke teze hemû li pey armanceke hevpar nebin, êdî ew jî li hemberî dîroka mirovahiyê hem şermizar û hem jî zû meşrûiyeta xwe wenda dikin. Divê bi nêrîneke rewşenbîrane rêyên tije astengî bêne dîtin û tenê hêzeke yekpar jî dê bikaribe wan astengiyan li ser rêya serkeftinê hilîne.

Bi her awayî li pey van gotinên jor, an em ê bi yekitî û hevgirtî bin, an jî berbelav û ji hev dûr bikevin û encama van jî tenê “azadî û koletî” ye. Her du rê jî li hemberî me vekirî ne. Hişyariya civakî jî şertekî bingehîn ê vê serkeftinê ye.

Van rojan li ser rewşa Rojava helwest û gotinên hinek kurdên xulamok û caş-belaşên xayin, ev gotina Simkoyê Şikak a berî 100 salan dikeve bîra min: “Ji her kesî zêdetir kurd ji bo xwe xerab in. Pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bi xwe tune ye û mezinatiya hevdu napejirînin…”

Dikarî Biecibînî