Estetîk -I-

Pênaseya estetîkê xemil û şeml, wêne û nîgara seranser xîtabetî çav, guh û dil dike ye. Dizanim, mijarek gelekî fireh e. Fîlozof û pisporan der barê estetîkê de gelek pirtûk û lêkolîn nivîsandine.

Bêguman nirxandina dîroka estetîkê û berhemên der barê estetîkê de hatine afirandin. Estetîk bi serê xwe lêkolîn û lêgerîn e, kar û barê pispor û zanyaran e. Lê belê tiştê hêsan û bi me pêwîst ew e ku em di jiyana xwe û xebata xwe de, prensîba estetîkê piştguh nekin. Her wiha bizanibin ku pîvana estetîkî, ked û xebata mirovan, civakan û dozên mafdar mayînde û resen dike.

Bi kurtasî estetîk, ji destpêka civaka mirovahiya yekem de, di her babetên jiyanê de, heya roja me ya îro, bi qasî sazkirina jiyana mirovahiyê kevnar e û bi qasî pêşketina mirovahiyê çalak e. Di seranserê jiyana mirovahiyê de, di her babetê de, mayînde û bi nirx e. Mînaka her li ber çav ew e ku kevneşopiyên dîrokî, keleh û şûnwarên mirovan ava kirine. Neqş û wateyên di huner de, şopên kevnar in. Îroj bûne nirxên mirovahiyê. Mirov bi hesanî dikare bêje ku di dîroka civakan de, mamoste û afirenêrê estetîkê jin bi xwe ye.

Bi destûra we be, ka em vê mijarê belav nekin. Dixwazim bêhtir di xebatên çand û hunerê de, pîvanên estetîkî û hişmendiya tengezar, bê çawa armancên mezin û nirxên bedew, ji ber tengezariya hişmendî, di oxira hesabên biçûk de, armancên mezin xav û xam dike de, hinekî li gorî têgihîştina xwe bi were par ve bikim.

Bi bîranînekê dixwazim derbasî mijarê bibim. Li bîra min e, 28 adara 1986’an de fermandar Egîd jiyana xwe ji dest dabû, bi hejmarek taybet rojnameya Serxwebûnê der barê kesayeta leheng û mêjuyê qehremaniyê de, nirxandinên fireh û kûr weşandibûn. Der barê wê pêvajoyê de Rêber Ocalan nameyek taybet, ji saziya me Hunerko re rêkiribû.

Di wê nameyê de, ango mijara lehengî û kesayeta afirener de ji bo civak çawa mayînde dibe nirxê civakan, bi dorfirehî dinirxîne.

Girêdayî vê mijarê, der barê kar û xebatê hunerê de, hem rexne hem jî perspektîfên giranbiha diyar kirine.

Di nirxandina çalakiyên me ên hunerî de wisa dibêje: “…ezmûn û derfetên we kêm in, bi şert û mercên hun tê de ne jî, dizanim… Ji xwe cewhera hunerê ew e ku di hoyên tengezar de, bikaribe ronahiyê peyda bike. Lê ez çalakî û berhemên we dişopînim, di bin navê fedekarî, şoreşgerî û partîzanî de… We cewhera hunerî baş fêm nekiriye û hun qedrê xebata xwe baş nanirxînin. Huner bi estetîkê dibe huner û mayînde dibe. Ez meyla xwe didim we, ji cil û bergên we, heta disiplîn, liv û tevgêra we, ji heybeta huner û hunermendiyê de gelekî dûr e.

Di sekin û liva we de, estetîk tune ye. Ji ber vê yekê jî hûn di amatoriya xwe de israr dikin.

Dikarim bêjim ew dersa estetîkê ya yekemîn bû ji bo me. Me çendî girîngî da mijara estetîkê, an me piştguh kir. Êdî ew jî mijarek din e.

Bi taybetî di van salên ku teknolojî û amûrên modernîteyê bi pêş ketine de, qelandin û sohtandina nirxan, mîna ku vejandina çand û hunerê be, çavên mirovan bi xapînokên estetîka sexte boyax dikin. Jiyana erzan, şuhreta lezgînî, hêrsa dirav û madiyetê, ji xwe pêdiviyên estetîkî bi derfetên teknîkî, rêya xapandina çav û guh ya herî hêsan e. Tenê bila diravên te hebin, bila xema te ya şuhret, navtêdan û populîzmê ne be.

Hevalên hêja, em ê vê mijarê berdewam bikin.

x-xemgin1@hotmail.com

Dikarî Biecibînî