Proseseke nû dest pê dike

Îro min dil hebû ku ez li ser çalakiya Êlekzeran binivîsim. Roja şemiyê wê cara 6’an dakevin qadan. Polîtîkayên aborî û civakî yên Macron wê cara 6’an ji aliyê fransiyên Êlekzer ve were şermezarkirin. Daxwaza wan Fransayeke adil e. Ew xwe weke civaka hemû Fransayê pênase dikin. Ev yek rast e jî. Ji gelek beş, bîrdozî, siyaset, baweriyan mirov bi êlekên zer nasnameyeke din tevî naveke din li xwe dikin.

Bes geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin vê heftiyê jî kirin ku ez li ser rûdanên dawîn ên li Rojhilat binivîsim. Ji ber ku heta pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser nebe, wê tu pirsgirêkên li parzemîna Rojava jî çareser nebin. Êlekzer bi daxwaza Franseyeke adil dadikevin qadan lê heta li Rojhilata Navîn edalet tesîs nebe li Fransayê jî rewş wê neguhere.

Serokdewletê Amerîkayê Trump der barê vekişîna ji Sûriyeyê de yek du tweet weşandin. Piştre peyamên bi nakok ên rayedarên amerîkî li pey hev hatin dayîn. Helbet ev ne cara yekem e ku Trump behsa vekişîna ji Sûriyeyê dike lê îcar ji bo vekişînê zêde cidî xuya dike.

Tişta ku ez di dawiyê de bibêjim ez hema niha bibêjim; ji ber pozisyon û hevsengiyên li Rojhilata Navîn; Amerîka bi piyên xwe ji herêmê derkeve jî destê xwe ji herêmê venakêşe.

Ez vê yekê jî hema wisa ji ber xwe nabêjim. Ji ber ku di vê demê de a Amerîka dixwaze Îranê bloke bike. Amborgoya li ser wê dişidîne. Der barê Rûsyayê de jî ji Afganistanê bigire heta bi Ûkrayna û helbet Sûriyeyê stretejiyeke ku qelskirina Rûsyayê hedef digire esas digire. Li Iraqê ji ber qayişkêşiya di navbera Amerîka û Îranê de hêj hikûmet nehatiye avakirin. Dîsa faktora parastina Îsraîlê jî heye. Jixwe li vir qet hewce nake ku mirov behsa rejîma tirk a faşîst û kesybaziya wê bike. Dema mirov van daneyan hemûyan datîne berhev, tişta ku jê re tê gotin vekişîn, wê di realîteyê de çawa be ew hêj nediyar e.

Bes di van rojên ku selvegera 9’emîn a raperînên bi navê ‘Bihara Erebî’ tê naskirin e, wisa xuya ye ku stratejiya bi kûrkirina neçareseriyê parastina hevsengiyê ber bi merheleyeke din ve diberride. Amerîka li aliyekî behsa ‘kişandina fîşê Astanayê’ dike, li aliyekî dawî li peymana nukleerê ya ku di sala 1970’yan de bi Rûsyayê re girêdabû betal dike. Bi talîbanan re hevdîtinan dike, NATO’ya ereban hewl dide ava bike, ambargoya li ser Îranê dişidîne, asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re daxistiye ser maslahatguzaran.

Di nav vê geremolê de û hewaya bi mij û moran de kîjan hêz bikaribe xwe birêxistin bike wê bi ser keve. Nemaze jî ev prosesa vekişînê li Sûriyeyê wê bandoreke mezin bike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çiqas bikaribe jiyana gel li ser esasen şerê xweparastinê saz bike û çeperên berxwedana enternasyonalîst çiqas bikaribe bi pêş bixe wê ewqas azadiya xwe misoger bike. Bi serketina vê nîzama nû wê li Rojhilata Navîn gelek qesrên zilmê jî hilweşîne.

Dikarî Biecibînî