Daxuyaniya Donald Trump

Daxuyaniya der barê biryara ‘vekişandina leşkeran’ ya serokê DYA’yê Donald Trump hem ket rojeva Rojhilta Navîn hem jî ya cîhanê. Hema bêje kesekê ku li ser vê mijarê nêrîna xwe nanîbe ziman, nirxandin û şîrove nekiribe nema. Ev tişkekî asayî ye jî. Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê heye, piştî daxuyaniya DYA’yê ya ‘vekişandina leşkeran’ bû sedema pirsa ‘ew ê ji vê pê ve çi bibe’ û li ser dibêtiyên (îhtimal) cuda pêşiya nîqaşan vekir. Tew ji niha ve wek ku pêk hatine û rast in, li ser hin dibêtiyan tê axaftin û bendewariyên hin kesan jî çêbûn.

Di serî de divê ev rastî bê zanîn ka gelo rastiya hebûna DYA’yê ya li Rojava çi ye û ketina wê ya Rojava di kîjan mercan de pêk hat? Ger ev rastî baş neyê zanîn li Rojava bi taybetî ji 2011’an û vir ve tiştên ku hatin jiyîn bi DYA’yê rave bikin, ew ê nêzîkatiyeke pir çewt derkeve holê. Bi giranî jî nirxandinên ku tên kirin jî di vê çavçoveyê de ne. Tu têkiliya vê nêzîkatiyê bi rastiyê re tune ye. Tew ji vê wêdetir hin nirxandinên wek ku li wê derê kurd tunebin û tiştên ku piştî 2011’an pêk hatin bi destê hêzên derve pêk hatin, tên kirin. Ev nirxandin bi çavekî ji jor ve ku hêza gelan nabînin tên kirin ku ev nêzîkatî jî ya mêtinger û zordestan e.

Rol û rista DYA’yê ya di şerê Sûriyeyê de nikare bê înkarkirin. Bûyerên ku piştî 2011’yan hatin jiyîn em bînin bar çavên xwe û lê bifikirin ev rastî dê bi awayekî zelal bê dîtin. DYA bi hêzên li hemberî rejîmê şer dikirin re rasterast di têkiliyê de bû. Hem ji aliyê maddî hem ji aliyê leşkerî ve piştgirî dida wan. Bi vê tenê jî nema, xwest wan hem bike artêş hem jî hêzeke siyasî. Plansaziya ‘Perwerde-bi techîzat bike’ kir meriyetê, di ‘çareseriya’ pirsgirêka Sûriyeyê de hêzên ku destek dida wan di qada navneteweyî de wek muhatap ew derxistin pêş û xwest ku bi vî awayî bên pejirandin. Lê bi vê yekê jî encama ku dixwest bi dest nexist. Hetta zor û zehmetiyên pir cidî jiyan.

Li aliyekî DYA’yê di şerê li Sûriyeyê de zor û zehmetiyan dijiya, li aliyê din li Rojava gel serî hilda û li Kobanê, Qamişlo û Efrînê rêveberiyên xwe ragihandin. Gelê Rojava li dijî DAIŞ û hêzên kontra yên Tirkiyeyê ku îroj wek ‘Kuvayî Miliye’ bi nav dike li ber xwe da û têkoşiya û serkeftin/destkeftiyên girîng bi dest xistin. Wek ku rayedarên DYA’yê jî diyar dikin di pêvajoyeke wiha de bi PYD’ê re têkilî danîn. Bi bexwedana Kobanê re nasîn û têkiliya yekemîn pek hat û ev bi bangawaziya PYD’ê nînbû. Hebûn û mayîna leşkerên DYA’yê ya li Rojava jî bi vî awayî pêk hat.

Ji ber vê ye ku li vê derê tiştê ku teqez divê bê dîtin ev e; li Rojava hemû destkeftiyên heyî bi saya berxwedana hêzên şoreşger, demokrasî û gelê rojavayê Kurdistanê hatin bidestxistin. Ev jî di nav derfetên kêm de bi bawerî, vîn, biryardarî û wêrekiyeke mezin pêk hat. Vê rastiyê kir ku DYA jî vê rewşê ji bo berjewendiyê xwe bibîne.

Tevî vê rastiya li ber çavan nixandin û spekulasyonên li ser vekişîna leşkerên DYA’yê ya ji Rojava tên kirin, bi me dide nîşandan ku ka dixwazin çi bikin. Divê neyê jibîrkirin ku şoreşa Rojava bi desteka DYA’yê pêk nehatiye. Şoreşa Rojava bi pêşengiyeke şoreşger ji aliyê gel ve bi berdêlên mezin hatiye kirin. Tevî ku bangawazî nehat kirin jî DYA demek dirêj piştî şoreşê hat Rojava. Ji ber vê ye ku heta niha çawa parastine ji vê pê ve jî dê hêzên şoreşger, demokrasî û gel bi xwe biparêzin.

Bêguman hêzên koalîsyonê û di nav de jî DYA, di bihêzirina destkeftiyên şoreşa Rojava de roleke wan a girîng hebûye. Leşkerên wan jî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Divê ev jî neyê înkarkirin. Lê belê divê her tişt jî bi vê neyê ravekirin ku ev nêzîkatî xapînok e. Ger DYA hêzên xwe vekişîne jî dê şoreşa Rojava ji bo pêşvebirin û parastin xwe û deskeftiyên têkoşîna xwe berdewam bike. Divê tu gumana kesê ji vê tune be.

Donald Tump got ku dê ‘lêşkerên xwe vekişînin’. Rastî jî dê ev pêk were? Piştî ku leşkerên xwe vekişînin ew ê bêje ‘ji me evqas’ û hemû têkiliyên xwe yên bi Rojava re qut bike? An jî dê bikevin lêgerîneke ku bi şoreşa Rojava re têkiliyên cuda bimeşîne? Bêguman vê biryarê ew ê bi xwe bidin.

Dikarî Biecibînî