Serkeftin bi hêza cewherî pêkan e

Di nav 20 salan de li Kurdistanê tevgerên gel ên ku divê encamên dîrokî jê bên derxistin pêk tên. Ev tevgerên ku têkiliya wan bi dîrok û rewşa civaka Kurdistanê re heye û ji bo çareseriya pirsgirêkan piştrast kir ku yekane vebijêrk şoreş e.

Li vê derê were gotin an neyê gotin jî tiştê ku mohra xwe li van tevgerên gel xist, her tim xwespartina hêza xwe ya gel, biryardarî, wêrekiya gel û ji bo azadiyê di demên herî girîng de berdêldayîn e. Di Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an a Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo kirin meriyetê de jî wisa bû. Tenê ne li Bakur li hemû parçeyên Kurdistanê li Erîwanê û di serî de li Ewropayê li hemû welatên ku kurd lê dijiyan, kurdan diyarkirin ku li gel Rêber Apo ne û bi vî awayî derketin kolan û qadan. Bi polîsan re şer kirin û bi rojan qadan neterikandin. Bi dirûşma‘Nikarin Roja Me Tarî Bikin’çalakiyên xwebexş ên mezin pêk anîn.Tevgereke gel a yekgirtî ya wisa mezin bû ku hêzên komploger bi xwe matmayî man. Pêşwazîkirina bi coşeke mezin a ragihandina pergala KCK a demokrasiya raste rast û geşedanên piştî pejirandina Rêber Apo wek ‘Rêbertî’ya di Newroza 2005’an de hatin jiyîn; xwepêşandanên di 26-27-28’ê Adarê de li Kurdistanê pêk hatin di nav tevgerên gel ên di 20 salên dawiyê de pêk hatine de cihekî girînd girtin. Dikarin bêjin piştî qetilkirina Vedat Aydin xwepêşandanên gel ên mezin ên ku di destpêka salên 1990’î de pêk hatin, cara yekê bi rojan li kolanan bi tevgera gel şer qewimî.

Di 19’ê cotmeha 2009’an de pêşwazîkirina merasîma Koma Aştiyê ya Duyemîn a bi milyonan; tevî ku hat qedexekirin di Newroza 2011’an a Amedê de herîkîna bi sedhezaran mirovan a li hemberî bendan  û tevlêbûna bi milyonan mirovan a protestokirina qetlîama Roboskê ya di 28’ê Kanûna 2011’an de pêk hat ku em di salvgera wê de ne;  piştî çend salan xwepêşandanên xwedîderketina berxwedana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmehê ku li tevahiya bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û bajarên Ewropayê ku Parastina Cewherî jî bi awayekî bi bandor pêk hat, di vê pêvajoyê de bi pêş ketin di nav tevgerên gel ên herî bi hêz  de cih girtin.

Divê heman tişt ji bo, di serî de Newroza 2013, di Newrozan û pêvajoyên hilbijartinan de derketina îradeya gel û derketina lûtkeyê ya di Berxwedanên Rêveberiya Cewherî yên salên 2015-2016’an jî tê gotin. Di pêvajoya heyî de paşvekişandinek hebe jî, Berxwedanên Rêveberiya Cewherî ku bi sedan şehîd hatin dayîn ligel paşwendiyan (dezavantaj) jî salek bi awyekî pir tund hat jiyîn. A rast di dîroka Kurdistanê de li navendên bajaran a herî dirêj û bi sînordarnemayîna bi herêmeke Kurdistanê, Berxwedanên Rêveberiyên Cewherî bi gelê Kurdistanê û dîroka wê ya bexwedanê gelek tiştan da qezenckirinê.

Berxwedana Efrînê ya di çile û adara 2017’an de ku bi awayekî bênavber du mehan berdewam kir jî di nav tevgerên gel ên vê serdemê de xwedî cihekî girîng e. Wek tevgereke gel vekişandin û berdewama wê ya bi berxwedan û têkoşîna gerîla vê rastiyê naguherîne. Li vê derê ya ku divê mirov balê bikişîne ser li gorî mercan hin taybetmendiyên wê yên cuda hebin jî berdewam û bênavberbûna wê ye. Îroj jî gelê Efrînê biyardariya têkoşînê gelek caran ispat kiriye.

Tevgerên Gel mohra xwe li 20 salên dawîn xistiye û ji bo geşedanên pêşerojê dikarin encamên girîng bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de tişta sereke divê wekî pêşbirka bilindkirina alê têkoşîn her tim bibe û di vê têkoşîna de tişta esasî hêza cewherî ye.

Di salên borî de li gorî rêgeza hêza cewherî têkoşîn hatiye meşandin û serkeftinên girîng hatine bi dest xistin. Di serdemên pêş de divê teqez ev rêgez esas were girtin û ger wisa bibe em ê ber bi serkeftinê gavên bi hêz biavêjin. Bila di vê mijarê guman û fikara kesekî nebe. Li hemberî Şoreşa Rojava êrîşên piralî pêk tên û ev yek nemaze ji bo Şoreşa Rojava derbasdar e.

Şoreşa Rojava tu caran bi piştgiriya hêzên derve li ser pêyan nemaye. Ji ber vê yekê ev şoreş xwe naspêre wan û bi piştgiriya wan jî ev şoreş pêk nehatiye. Di serî de DYA, Rûsya û hêzên navneteweyî di dema berxwedana Kobanê de heta êrîşên çeteyan bên şikestin jî temaşe kirine. Piştî ku gelên Kurdistanê, şoreşger û demokratên navneteweyî derbên giran li DAIŞ’ê xistine van hêzên navneteweyî dengê xwe bilind kirine. Hemû gelên cîhanê ev rastî bi çavê xwe dîtin. Xwestin hêmayeke wisa biafirînin ku ger piştgiriya wan nebe Şoreşa Rojava nikare li ser pêyan bimîne. Herî zêde dewleta tirk ev hêma bi kar aniye. Di bingeha şerê xwe yê psîkolojik de vê hêmayê wekî propagandaya reş bi kar tînin.

Piştî daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump, raste rast li dijî Şoreşa Rojava êrîş hatine destpêkirin. Ev êrîş ji wek amadekariyên êrîşa leşkerî û piranî jî bi rêbaza şerê psikolojîk ê propagandayê tê birêveberin. Li gorî wan encama ku dixwazin bi dest bixin û dê bi serkevin. Lê ya girîng divê ev rastî bê dîtin û li hemberî êrîşên ku tên kirin amadekarî bên kirin. Bi ferqkirina vê yekê re vala derxistina êrîşan pêkan e.

Divê neyê jibîrkirin ku heta îro gelê kurd û hêzên azadiyê yên berxwedêr bi hêza xwe ya rewa bûne xwediyê destkeftiyan û bi ser ketine. Divê ji niha şûn ve jî ev rêbaz esas bê girtin. Bi awayekî yekûn dîroka Azadiya Kurdistanê û Têkoşîna Demokrasiyê ya 20 salên dawîn nîşan dide ku ji bilî vê rêyê tu helwest û sekn ne pêkan e.

Dikarî Biecibînî