Amerîka diçe kurd li vir in!

Bi taybetî Rojava û bakurê Sûriyeyê bi merhaleyek nû ya berxwedanê dikevin sala 2019’an. Bi hêza cewherî ya gelan a bi hezaran sal in li ser vê axê kok daye, li dijî destwerdanên derve li ber xwe dide. Û bi paradîgmaya ku çavkaniya xwe ji heqîqeta dîrokê digire xwe bi rêxistin dikin û rengekî nû dide cîhanê. Ji pêşeroja gelên cîhanê re dibe ronahî. DYA û Rûsya ku hatin li Sûriyeyê bi cih bûn xwestin kurd û gelên li ser axa Rojava di nav nal û bizmarê de bêçare bihêlin. Tirkiye jî ji vê rewşê sûd werdigirt û hêzên çekdar li wir bi rêxistin kirin. Lê êdî kurd dê hevsengiyê ava bikin.

Niha jî DYA biryar da ku xwe ji Rojava ango ji bakurê Sûriyeyê vekişine. Tirkiye ku li Efrinê xwest weke cambazekî bilîze û ket nav çiravê, niha piştî DYA’yê xwe vekişand û xwest dilê Tirkiyeyê xweş bike, Tirkiye vê carê neçar e refê xwe diyar bike. Tirkiye êdî divê yan xwe bide milê DYA’yê an jî xwe bide milê Rûsyayê û refê xwe diyar bike. Rûsya bi Efrînê ew kişand aliyê xwe, vê carê DYA bi vekişînê dixwaze Tirkiyeyê bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku êdî Tirkiye nikare li her du aliyan cih bigire divê êdî aliyê xwe diyar bike.

Lê ev hewldana DYA’yê êdî dê hem refan diyar bike û hem jî hêza cewherî ya kurdan bêhtir nîşanî cîhanê bide. Êdî hêzên xwecihî û hevsengiyên herêmê dê bêhtir zelal bibin. Tirkiye ku difikirî gelê Rojava pişta xwe daye hêzên derve êdî dê rastiya hêzên herêmê û yekitiya gelan zelaltir bibînin. Ev hêzên gelê herêmê ku berê li ber xwe didan dê dîsa li ber xwe bidin û di sala 2019’an de xeyalên gelek dewletan hilweşîne. Her çend Tirkiye vê vekişîna DYA’yê wek cejnekê pêşwazî bike û bêje ‘DYA vekişe dê di nav çend rojan de Şoreşa Rojava hilweşe’ jî hêza cewherî ku heta niha li ber xwe da dê dîsa ji berê bêhtir bi tevlêbûna hêza gelên ereb, suryan, asûrî û gelên din li ber xwe bide.

Hêza berxwedana gelê kurd heta niha di bin siya hêzên Rûsya û DYA’yê de xuya nedibû. Lê ji niha û şûn de piştî ewrê DYA û Rûsyayê vekişe dê Tirkiye bêhtir rastiya berxwedana gelê Rojava bibîne. Ji bo zehmetiya dagirkirinê fêm bike, divê Tirkiye li 2 mehên berxwedana Efrînê mêze bike. Ji ber ku her sal pratîk û cerebeyên kurdan ên şerê bajar û deştê zêde dibin. Kurd di berxwedana bajar, deştê de dibin xwedî pratîkên nû. Gelê kurd, ereb û suryan bêhtir ji xwe bawer û bi tifaqa xwe ewle ne. Dizanin ji bilî berxwedanê xelasî ji wan re tune ye. Dizanin ji cih û warên xwe qut bibin êdî li cîhanê star ji wan re nabîne. Ji ber vê yekê dê sala 2019’an bibe sala berxwedana gelên Rojava. Rewşa nû dê hevsengiyên nû peyda bike.

Dikarî Biecibînî