Vekişandina Trump a ji Sûriyeyê!

Min dest bi nivîsa xwe ya vê hefteyê kiribû û min li ser Recep û ‘birayê’ wî Omer Beşîrê sûdanî dinivîsî, ji nişka ve nûçeya biryara Trump ket rojevê. Di vê nûçeya lezgîn de, tê gotin ku Amerîka leşkerên xwe ji Suriyeyê vedikişîne.

Li ser vê biryara Trump, bi piralî şîrove tên kirin. Wiha tên gotin:

* Trump û Pûtîn, li ser hinek pirsgrêkên global li hev kirine, lewma Sûriyeyê ji Rûsyayê re dihêle.

* Berevajiyê vê gumanê Trump, bêyî Rûsyayê, li gel Recep pêk hat; lewma fuzeyên Patrîot dide Tirkiyeyê. Di vê lihevhatinê de mijara herî girîng; bi hev re lêdana Îranê jî heye. Her wiha, bi vê ve girêdayî, Recep li ser Suriyeyê û bi taybetî li ser Rojava azad dike, ji bo ku ew û Rûsya û Îran werin dijberî hev, navbera wan nexweş bibe, şer û pevçûn derkeve.

* Dibe ku mijara Omer Beşîr jî bi vê ve girêdayî be. Jixwe tê gotin ku rojekê berê hatiye Recep dîtiye û dûvre derbasî Şamê bûye. Gumana ku Sîsî jî were Şamê û bi vî awayî hevbendiyek nû di navbera dewletên ereb de were avakirin.

Li gel van gumanan gelek dîtinên din ên dijberî hevdu jî tên gotin hene. Mînak, di serî de tê gotin Trump û Pentagon weke hev nafikirin. Îngilistan li dijî vê biryarê derdikeve. Rûsya bi guman lê temaşe dike. Îsraîl dibêje du roj berê em agahdar kiriye.

Li aliyekî din hinek daxuyaniyên balkêş jî hene. Berî vê biryara Trump bi du rojan, wezîrên derve yên Rûsyayê û Îranê û Tirkiyeyê, bi lezgînî çûn Cenevreyê civiyan û bi awayekî serkeftî daxuyanî dan çapemeniyê ku ji bo makezagona Sûriyeya dahatû çêbikin komîsyonek damezrandine!

Berdevkê wezîrê karûbarê derve yê Îranê Behram Qasimî, ragihand ew dewleta ku bêyî destûra dewleta Suriyeyê bikeve xaka wê nayê qebûlkirin! Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Çavuşoglû, di heman rojê de got ger Beşar Esad were hilbijartin em dikarin li gel rûnin! Li ser banga R.Erdogan, serokê Îranê Rûhanî li Enqereyê ye û dê du rojan mêvanê Recep be!

* * *

Bi qasî tê xuyakirin, ew ê hinek bûyerên girîng biqewim in. Bêguman serkêşê van senaryoyên xwînrij jî dê R.Erdogan be.

Jixwe weke tê dîtin, her roj gef û fortan dixwe û dibêje ‘ez ê êrîşî her cihê kurd û kurdistaniyan bikim û ez ê hemû deskeftiyên wan xera bikim, talan bikim û wêran bikim!’ û hema li pey van gotinên xwe, êrîşî Mexmûrê û Şengalê kir, 7 welatparêz jî şehîd kir.

Îcar ne dûr e ku Amerîka jî weke Rûsyayê destûrê bide Recep û êrîşkariyêk duyem weke ya Efrînê bîne ser Rojava. Êdî gelek serpêhatiyên me yên reş û nexweş çêbûne. Bêguman divê em jî êdî baştir dersan ji van serpêhatiyên kambax derxin û tedbîrên xwe yên baştir û berfirehtir bistînin.

Weke em her car dibêjin hêvî û hewara me em bi xwe ne. Divê em li her derên ku lê dijîn yekitî û piştgriya xwe bi hevdu re xutrtir bikin.

Çalakiyên me yên greva birçîbûne bi berfirehî dewam dikin. Divê em yên li derveyî welat, li dor van çalakiyan, em çalakiyên cur bi cur ên demokratîk û dîplomatîk biafirînin. Bi vê şêwazê em doza xwe ji mirovatiya cîhanê re baştir bidin pênasekirin û li ser cîhanê bi giştî bandora doza xwe bikin.

Her wiha serpêhatiyên me yên baş û xweş û bi rûmet jî gelek in. Ger em li ser şopa heqîqeta felsefeya Rêberê xwe, hîn bi xurtî û rêxistinî bimeşin û li ber xwe bidin, serkeftin her a me ye, şikestin a neyarên me ye!

Dikarî Biecibînî