Sala 2018’an

Wexta behsa sala 2018’yan were kirin, gelo bi giranî kîjan mijar dê were bîra mirovan?

Hema di serî de mijar û bûyera herî girîng a di destpêka salê de, di rojên Newrozê de pêk hat; êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Efrînê dê were bîra mirovan.

Di dawiya salê de jî, biryara Trump a vekişîna ji bakur-rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) dê were bîra mirovan.

Bêguman di nav vê salê de, hem li Kurdistanê û hem li cîhanê gelek mijar û bûyerên girîng ên cuda yên din jî hene. Helbet em ê di vê nivîsê de karibin bi tenê li ser hinek bûyerên ji nêz ve têkildarî herêma me û welatê me ne, bi kurtayî şîroveyê bikin. Mînak; senoryoya cînayeta Cemal Kaşikçî û hwd.

Niha jî çalakiyên herî girîng, aktuel û berbiçav ên pirreng ên ji bo rabûna tecrîdê li ser wî û azadbûna wî ya Rêber Apo grevên birçîbûnê di rojevê de ne. Wisa diyar e van çalakiyan derbasî sala 2019’an jî dibin.

Dagirkirina Efrînê gelek giran hat bi gelê me. Her wiha bûyera herî girîng a vê salê bû. Ji bo şoreşa Rojava tije peyam û ders in. Berî her tiştî, weke ku nav hate lê danîn “Berxwedana Serdemê” hat kirin li vê xaka me ya pîroz û zeytûnî. 58 rojan, bi giştî li hemberî hemû teknolojiya modern a kevneperestiya dewletên cîhanî, bi taybetî jî li dijî celladên Recep Erdoganê erîşkar û xwînrij û faşîst, ku cendermetiya hemû kevneperestiya cîhanê dikir û niha jî dike, gelê me bi pêşengên xwe YPG û YPJ’ê re, qehremaniyek destanî û dîrokî raxist ber çavan.

Niha jî ew berxwedan her dewam dike. Bêguman di vê qonaxa nû ya duduyan de, ji kêmayî û qusûrên xwe jî ders hatin derxistin, ew ruhê berxwedêr niha hîn bi zanebûn û hostayîtir hate pijandin û li ser vê perwerdeyê têkoşîn tê meşandin.

Ji ber ku ji bûyera Efrînê ders hatin girtin, êdî biryara Trump a ji bo vekişandina leşkerê xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê, zêde bandora nebaş li ser gelê me nekir. Hîn ji bîra kesî neçûye, ew biryar û kiryara Rûsyayê ya ji bo Efrînê.

Bêguman şoreşa Rojava, bi giştî li ser gelê me û bi taybetî jî li ser gelê me yê Efrînê bandora xwe ya erênî, aliyê xwe yê baş zêde bi bandor bûbû. Vê bandora pozîtîf hinek xemsarî jî bi xwe re anîbû. Helbet vêya jî hinek polîtikayê dewletan dabû jibîrkirin û ji felsefeya Rêberê xwe ya baweriya temam a bi xwe hinek dûr xistibû û sistayî peyda kiribû.

Lê ez bawer dikim ku niha hem tevger û hem gelê me bi giştî ji van xemsariyên xwe baş ders derxistine. Her wiha dost û dijminan baştir ji hev derdixin. Li ser felsefeya Rêberê xwe baştir xwe perwerde û xurtir kirine. Lewma ji biryara Trump, weke ya Putîn neketin bin bandoreke negatîf. Zû bi ser hişê xwe ve hat û êdî baweriya bingehîn ne bi filan û bêvan dewletê tîne, belê baweriya bi xwe ji xwe re dike bingeh.

Êdî li ser vê çerçova bingehîn, dikare dîplomasiya xwe jî, lobiya xwe jî pêk bîne û bê tirs, ji xwe bawer, dikare têkilîyan li ser vê hişmendiyê bi her hêzê û dewletê jî re deyne.

Her wiha wisa tê xuyakirin, berevajiyê ew biryara Trump dikare bi aliyê pozîtîf ve were veguhestin. Ger wisa were dîtin û bikaranîn, rêyên dîplomasiyê ji berê firehtir dibin. Ew dîplomasiya kevn a bi yek-du dewletan an hêzan bi tenê re, niha dikare were zêdetir kirin.

Jixwe yê ku niha di warê siyasî û diplomasî de tengav bûne û rê li ber şaş bûne ew in ên ku xwe serkeftî didîtin; Trump, Putîn, Recep, Rûhanî û hwd. Bêbawerî û nakokiyên navbera wan niha zêdetir bûne.

Helbet divê em jî ji berê xurtir xwe bi rêxistin bikin û li dora Rêberê xwe kom bibin. Ew çalakiya li ser vê bingehê tê meşandin û Leyla Guven pêşengiyê jê re dike, divê her kes ji aliyê xwe ve lê xwedî derkeve û xurtir bike.

Li ser vê bingehê, bi hêviya deskeftiyên nû sala 2019’an pîroz be!

Dikarî Biecibînî