Geşadanên li Suriyeyê xizmeta kê dikin

Kurd di navenda geşedanên dîrokî de cih digirin. Her pêşketineke têkildarî kurdan li ser pergala cîhanê bandor dike. Ev geşedanên dawî jî nîşan didin ku kurd êdî aktorekî siyaseta navneteweyî ne.

Hêrs û berteka AKP-MHP’ê li hemberî vê yekê ye. Dînamîka kurd di heman demê de lêgerîna Tirkiyeyê jî diyar dike. Di vî warî de kurd aktorekî sereke û diyarker in. Lewma mirov dikare bêje ku tevgera Tirkiyeyê bi armanca rawestandin û bidawîkirina vê rastiyê ye.

Ji bo ketina Rojava li hincetan digerin. Di rewşeke wisa aciz de ne, nizanin dê bi kîjan argumanan vê yekê biparêzin û bi gelên herêmê bidin qebûlkirin. Ji ber ku dizanin ev helwdana dagirker ji aliyê gelan ve nayê qebûlkirin. Erdogan carna dibêje, “Em destûr nadin dewleta kurd” ango nîyeta xwe ya “Bila kurd dayika xwe nebîne” tîne ziman carna jî dibêje “Em kurdan di destê PYD’ê de nahêlin.” Ziman û gotin di her warî de rastiya xwe dide der. Tu hincet û gotin nikare nêrîna AKP-MHP’ê ya kurdan veşêre. Yên ku nizabin dê bêjin qey AKP hêzeke kurdparêz e. Dibêjin qey dê kurd helwesta AKP’ê ya li hemberî referandûma Başûr ji bîr bikin. Dibêjin qey kurd rastiya pergala Tirkiyeyê ya li hemberî Dêrsimê, li hemberî Agirî û Zilanê nizanin. Xwedê kesê şaş neke. Mîna ku kurd AKP’ê vedixwînin welatê xwe. Di şerê Iraqê de Amerîkayê xwe wekî hêza “azadiyê” nîşan dida. DAIŞ’ê bi hinceta “Ez ê kurdan ji destê rêxistinên tagût azad bikim” êrîşî Kobanê dikir. Her êrîşkar xwediyê heman ziman û ferasetê ye. Yên ku niha dibêjin “Em ê kurdan rizgar bikin” bi êrîşa Efrînê nîşan da ka azadiya ku ew ji bo kurdan dixwazin çi ye.

Li ku derê kurdek hebe, berê şûrê xwe didin wir. Kurd jî êdî nikarin ji rastiya xwe birevin. Bi vê pergala faşîzmê re lihevhatin ne pêkan e; tenê rêyek dimîne ew jî têkoşîn e. Duh jî Erdogan cardin HDPê tehdît kir. Dibêje em ê di vî warî de mizgîniyê bidin. Mizginiya ku bi şerê li hemberî kurdan bê dayîn di 40 salên dawî de derket holê ku bela serê hemû civaka Tirkiyeyê ye. Êrîşa li hemberî kurdan gelê Tirkiyeyê jî bindest dike. Ger ku ev êrîş nebûya Tirkiye îro ji aliyê vê tifaqa şerxwaz û otorîter ve nedihat birêveberin.

Di vê çerçoveyê de mirov dikare bêje ku hem geşedanên li Suriyeyê û hem jî êrîşên li Tirkiyeyê bi Tirkiyeyê dide windakirin. Kurd êdî têk naçin. Êrîş çiqas mezin û berfireh dibe bila bibe dê gelê kurd di dawiya dawî de bi ser kevin. Her wiha ev alozî û kaos lîstika pergala kapîtalîst e. Bi şerê di navbera gelan de hebûna xwe ya li herêmê mayînde dike. Ocalan ji ber ku vê lîstikê dît îro di bin tecrîdeke ye. Lê rewşa ku îro Ocalan tê de rastiya herêmê û dîrokê ye jî. Amerîka ya ku 20 sal berê Ocalan ji Suriyeyê derxist îro ji Suriyeyê vedikişe. Aqûbeta Amerîkayê dê bibe para hemû hêzên biyanî.

Dikarî Biecibînî