Me çi dihesibînin?

Li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê ji aliyê nijadperestekî ve bavek kurd hat qetilkirin û kurê wî birîndar bû. Li gorî salixan bûyer wiha qewimiye; Kadîr Sakçi yê 43 salî û kurê wî Burhan Sakçi yê 16 salî li ber deriyê qehwexaneyê bi kurdî diaxivin. Nijadperestê tirk ê bi navê Hîkmet Usta nêzî wan dibe û ji wan dipirse; hûn kurd in? Ew jî dibêjin erê em kurd in. Ev nijadperestê tirk Hîkmet bi çekê êrîşî bav û kur dike. Bav Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest dide û kurê wî Burhan Sakçi jî bi giranî birîndar dibe û radikin nexweşxaneyê.

Bêguman nijadperestê tirk Hîkmet kesekî bi serê xwe nîne û diyar e ku ev bûyer hatiye plankirin. Jixwe li Tirkiyeyê pergaleke wisa hatiye avakirin ku ji nijadperestê li qesrê bigire heta çapemenî, daraz û kolanê hevdu temam dikin. Faşîstê serkirde fermanê dide, faşîstê li kolanê pêk tîne, çapemenî berevajî dike û rastiyan vedişêre, daraz jî kujeran diparêze û heta kesên rastî neheqiyê hatine ceza dike. Di pergaleke wiha de gelo mafê kurdan ê jiyanê çiqas heye?

Di demên dawîn de bi serkêşiya hikûmeta AKP’ê û bi alîkariya MHP û Ergenekonê li hemberî kurdan şerekî piralî hatiye destpêkirin. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî wekî ku axaftinên xwe yên rûtîn û rojane pêk bînin kurdan hedef nîşan didin. Hîkmet Usta di heman demê de zîhniyeta Erdogan û Bahçelî raxistiye ber çavan. Aqilmendê Hîkmet Usta, nijadperestên wekî Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ne. Li gorî wan li ku derê dibe bila bibe mafê kurdan ê jiyanê nîne û Hîkmet Usta jî ev yek pêk aniye û jiyan ji bav û kur re heram kiriye.

Li gorî serdestan ger tu kurd bî û bi kurdî biaxivî bedêla vê yekê heye û divê tu vê bedêlê bidî. Li gorî wan bedêla kurdbûn û axaftina bi kurdî mirin e. Faşîzma ku niha li Tirkiyeyê serdest bûye ne di dema Hîtler û ne jî di demê Mussolînî, Franco de pêk nehatine. Jixwe Hîtler gotibû çavkaniya nijadperestiya wî netewe dewleta tirk e.

Kurdek ji ber axaftina bi kurdî li bajarê tirkan tê kuştin û Efrîn ji ber ku warê kurdan e tê dagirkirin. Dewleta tirk û çete her roj li Efrînê îşkence li gel dikin, malê gel didizin. Di destpêkê de dizên mirişkan bûn niha bûne dizên zeytûnan. Avaker û bavê netewe dewleta tirk ji Rojava vedikişin û rê li pêşiya qetlîamên nû vedikin. Fatîh Altayli ku wek ‘Alo Fatîh’ tê nasîn, her roj binê pêyê xwediyên xwe dialêse û heqaretê li kurdan dike. Bêguman ev li dijî kurdan konseptekê îfade dike.

Hîkmet Usta, Alo Fatîh, dewleta wan û bavê dewleta wan hemû bibin yek jî nikarin me kurdan teslîm bigirin û em paşve gav navêjin. Em kolê we nîn in, hûn me çi dihesibînin? Em xwedî çand û dîrokek kevnar in, civaka me civakeke bi rûmet e. Gelek desthilatdarên mîna we xwestin vî gelî tune bikin. Lê ew têk çûn û textên wan ê zilmê hat hilweşandin. Di çanda vî gelî de berxwedan heye û bi hezaran sal in em li ber xwe didin. Em bimrin jî paşve gav navêjin. Hûn kî ne? Hûn çavbirçî, dinya neditî û neyarên mirovahiyê ne. Nijadperestê tirk Hîkmet Usta gotiye ji ber ku serxweş bûye ev bûyer pêk aniye. Ji ber pergala faşîst serxweş û fehş bûne. Ev serxweşî dê pergala faşîst bixe komaya mirinê.

Dikarî Biecibînî