Estetîk – II

Bandora bindestî û bênasnamebûnê ewqas giran e ku girêkên kûr û qirifî di hişmendiya me de cih girtin e. Mîna ku tiştekî ji rêzê be em karên xwe ji rêxistin û rêveberiyên xwe hêvî dikin ku ji me re estetîka me jî çêbikin!

Tevî ku estetîk merîfeta hestan e, asta têgihîştin û gewhera baweriya mirov e.

Bîrdozî evîn e, evîna ku mirov di oxira wê de hemû baregehên jiyanê serûbinkirî ye. Mirov, dema ji tiştekî hez dike, êdî bi hemû hûcreyên hiş û aqilê xwe seferberiya tîmarkirin, mezinkirin û parastina wê hezkirinê dide destpêkirin. Tu carî naxwaze qedir, heybet û bedewiya wê hezkirinê kêm û erzan bibe.

Îcar kambaxî û nakokiya em dijîn di vê xalê de ye. Em ji doza xwe bawer dikin, ji welat, netewe û Rêberê xwe hez dikin, di vê oxirê de her tiştî feda dikin, lê belê, di pratîka me de, qedir û mafdarbûna bîrdozî û evînê em nadinê. Em wêneyê wê resen nikarin diyar bikin.

Rêbaza pêwîst û şêwaza xeml û bedewiya nirxên xwe, bi amatorî û gewherên resen û giranbiha, mîna madeyên xam û nepijandî, bi erzanî û xemsarî em pêşkêş dikin. Xuyaye li dinyayê tenê “em” dikarin

Mînakên vê kambaxiyê ewqas pir in ku êdî nizanim ji kîjanê dest pê bikim. Lê belê, ji sedî sed bawer im ku hişmendiyek tevizandî û xemsar der barê vê mijarê de, di nav civaka me de serdest e.

Di afiranêriyê de pîvana estetîkî, li gorî normên hemû çandan bingeh e. Îcar ji bo me çima ne wilo ye? Gelo di bin navê “şoreşgerî û şoreşvaniyê de” fanatîzma ku em di mêjiyê xwe de vedihewînin, ji van pêkoliyan bêpar e?

Madem rêveberiya civakê siyaset e, bi baweriya min guncavkirina hemû pîvanan jî, di destê siyasetên rêveberiyê ji civakê re dikin de ye. Îca berî herkesî siyaset û siyasetmedar pêwîst e girîngî bide van pîvanan.

Dixwazim mînaka konferansek li ser fikir û felsefeya rêzdar Ocalan ku berî heyvekê li Beyrûtê hatibû lidarxistin, bi were parve bikim.

Du rojan min bi xwe jî, li ber ekranên TV’ê komcivîn şopand. Bêguman, çalakiyên fikir û ramanê gelekî pêwîst in. Lê sed heyf û mixabin dema ku em di bin navên mezin û giran de çalakiyên xwe li dar dixin, em girîngiyê nadin “Sifet-Estetîk” û bandora mayînde. Bi baweriya min, ne pirsgirêka derfet û astengiyan ne. Esil astengiya herî mezin di hişmendiya me de ye.

Ji nûnerên dewletan heta rewşenbîr û nivîskarên welatên bi nav û deng, ji xêz û baskên siyasî heta derdorên bi zanyar û felsefeyê re mijûl in, bi beşdariyek balkêş di konferansê de amade bûn. Lê bawer im we jî şopand, ji salonê û cihê civînê bigirin heta rûniştina dîwan û mêvanên konferansê, bi dîtina min, civînek asayî ji civînên komele û lokalên me ên civakî, ne cuda bû. Ji xwe nirxandina rewşenbîrekî ji welatê Misrê wiha bû; “…fikrên rêzdar Ocalan ji bo hemû çîna gelan e.  Hûn hewil didin, tenê ji bo derdorên hilbijartî û kesên li jora civakê pêşkêş bikin.”  Belkî berteka herî xwezayî û balkêş ji bo nêzîkahiyên me, ên em xwe bi xwe tenhav û tengezar dikin e.

Di hunerê de, mirovan ango dema berhem afirandine, pênaseya berhema xwe mîna “Zarokê xwe” bi nav kirine. Bêguman, ev pênase li kêleka naverokê, wêne û şêwaza diyarkirinê jî di nav xwe de dihewîne. Yanî, ji xwedîkirin û mezinkirina “zarokê” xwe re, rêbazek terbiye, merîfet û şêwazê jî, bi pîvan û normên asayî xwedî dike.

Hin caran mirov li xwe mikur tê. Gelo ev sosret ma qedera me kurdan e. Ji xwe re dibêje, ji kê re bêje, bersiv û hincet hazir in. Em di rewşa awarte û pêvajoya şoreşê de ne, derfetên me kêm in. Tu pêwendiya van hincetan bi pêşkêşkirina kar û barê  bedewandî, xemilandî û xweşik hunandî re, qet nîne.

Mesele ne derfet in, ne jî pêvajoyên şoreşê ne. Berevajiyê vê yekê, ji bo xwenûkirin, bedewbûnê û pêşxistina estetîkê serdemên şoreş û raperînên civakan, serdemên herî dewlemend û zêrîn in.

Astengiya herî giran di hişmendiya tengezar de ye. Nirxên tevgera azadiyê van 40 salên dawiyê afirandine, ma sohtandin û xerckirina van nirxan, tevgera azadiyê dibêje wilo erzan xerc bikin?

Ma qey Tevgera Azadiyê naxweze hunerên bedew, hunermendên xwedî helwest û ji bo gelê xwe misyoner û bi bandor derkevin.

Hêjano, zanim vê beşa nivîsê hinekî dirêj û belav bû, lê di beşa bê de, em ê hewil bidin kurt binivîsin.

Em derbasî saleke nû dibin. Salek tije serkeftin, tenduristî û bextewarî para we û gelên mezlûm be.

Dikarî Biecibînî