Sala bihurî li çar parçeyên Kurdistanê

Xwendin û hînbûn bi awayê rojane û berdewam baştir ji her tiştekî dikarin jiyana mirov û pê re jî civakê biguherînin. Ez bi wê hêviyê sala nû ya we xwendevanên hêja pîroz dikim ku em bi ked, xebat û karê xwe yê zêdetir bikaribin di sala nû de qedera xwe biguherînin û bibin xwedî welatekî serbixwe û azad.

Sala 2018’an li welatê me tije rûdanên girîng bûn. Pênaseya kurd bi serzindî di mayîna xwe de bi israr bû. Pirî caran nûçeyên ji Kurdistanê rojeva raya giştî a cihanê digirtin ber xwe.

Di vê nivîsê de ez ê bi kurtî behsa hinek bûyerên sala bihurî bikim.

Bakurê Kurdistanê

Siyaseta “Erdê şewitî” ku bi dehan sal in ji hêla dewleta şovenîst a Tirkiyeyê ve li Kurdistanê tê meşandin, ne tenê li wira belkî li rojava û başûrê Kurdistanê jî berdewam e. Înkar û israra wan a li ser binbirkirina agirê tevegera azadiyê negihîştiye encamê. Ew êdî vê rastiyê baş dizanin ku “nextê şoreşa” ku bi “xwîn û malwêraniyê “ bê dayîn, nikare qet û qet ji holê rabe.

Şerê çekdarî, xebata siyasî û sivîl li Bakur bûne mukemîlê hev û destkeftiyên mezin bixwe re anîn:

1. Di hilbijartinên salên berê de gelê kurd bi dehan nûnerên xwe şandin Enqereyê, ji sedî zêdetir şaredarî xistin destê xwe û tevî hemû rûdanên pişta perdê ên Erdogan wan dikarî  “planên xav yên tirkên şovenîst ” vala derxînin ku digotin di nav sînorên welatê me de kurd tunene lê ew tirkên çiyayî ne.

2.  Hemû mekanîzmayên zordarî û zextê ên rejîmên dîktator nekarîn rê li ber pêşketina doza kurdî li bakurê Kurdistanê bigirin. Wan ji her hêlê ve hemû cureyên hevkariyê standin, lê bi rêya zorê nekarîne bi ser bikevin.

3. Ji her derê zêdetir siyaseta Apartaid a ku li Tirkiyeyê û Sûriyeyê di sed salên bihurî de bi tundî hate meşandin, negehîşte encamên xwe. Ne projeya Îsmet Înonu li Bakur û ne jî projeya Talib Hîlal li Rojava nekarîn xewnên wan yên gemar bînin cih.

4.  Êdî li cîhanê “ Pirsa Kurd ” bûye pirsa rojane ku êşeke giran a wan hakimên reşbîn e. Wan ne bi rêya ol û ne jî leşker û îmkanên xwe yên madî û menewî karîn banê doza kurdîniyê biherfînin.

5. Teror û operasyonên derveyî sînor ên desthilatdarên tirk xewnên generalên wan jî vala derxistine.

6. Xwe zêde naskirin li hemberî hejmoniya hemû alî a şovenîstan zêdetir li deriyê dilê wan kurdan dide ku berê ji wan re kurdbûn zêde girîng nebû.

7. Pêvajoya netewesazî (yek netewe, yek ziman, yek al û welat) ku ji hêla Mustafa Kemal Ataturk û Riza Pehlewî ve dest pêkir, di azmuna dawiyê de ji wan re aşkera bû ku li Kurdistanê bi ser neketine. Di karekî wiha de hemû rê û rêbaz ceribandin lê nekarîn bi rêya amrazên zextê, înkar û bişaftinê bi ser kurdan de bisepînin.

8. Ji 1924 heya roja îro xêza tunekirin û înkarê ku Mustafa Kemal li dora kurdan kişandibû ji hêla Tayyîp Erdogan ve tê meşandin. Niha jî ew bi çavê “dabînkirina asayîşê” bi kurdan re tevgerê dikin. Ji ber wê jî mîlîtarîzekirin û rewşa awarte li her dera Kurdistanê berdewam e.

9. Li kêleka vê siyaseta reş xulamok an jî caş-belaş, cerdevan û xayînên pereperest bûne “destkê bivirê kuştina” xwe. Ew di cehaleteke wisa kûr de werbûne ku nizanin bi xwe jî dê rojekê bibine kewê li ber defika nêçîra wan.

10. Zêdekirina aboriyê bi merema berdewamiya şerê li Kurdistanê, girtina nivîskar, rojnamevan û şoreşgerên kurd û çep bûne sedema tijebûna girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê. Operasyonên leşkerî, antîpropagandeyên pûç, xapandin û reşandina tovê dubendiyê di nav çînên civakê de, zêdebûna bikaranîna madeyên bêhoşker, ferzkirina tires û gefên bêdawî li ser civaka sivîl bêrawestan berdewam in.

11. Tecrîda hemû alî li ser girtiyê azadiyê rêzdar Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî di rojeva Kurdistan û Tirkiyê de xwedî cihekî taybet e.

Erdogan ji xeynî hemû amrazên ku di nav sinorê nasnameya asîmîlasyonê de cih digirin, xwest bi rêya faktorên olî jî kurdan bixapîne, lê herî dawiyê dema ku bi partiyeke neteweperest a weke MHP’ê re li dijî doza kurdan bû hevalbend, hingî du rastî baş aşkera bûn:

1. Dema wî digot pirsgirêka kurd “pirsgirêka min e” kurdên ku bawerî bi wan gotinan dianîn, poşman bûn.

2. Îslama siyasî dê nikaribe maf û daxwazên kurdan ên meşrû di nav xwe de bihewîne. Elbete Erdogan ger xwe misilman jî bide xuyakirin, tu cudatiyek di navbera bîr û ramanên wî û ên Hîtlerê Neo-Nazîst de nayên dîtin. Çima? Ji ber ku êdî Erdogan hem yasa, mehkeme û qazî ye him jî kontolkerê hibijartinan, polîs û îstixbaratê ye. Ew bi aşkerahî diqêrîne: “Kes nikare min bîne xwarê û ya bêjim dê wiha be û xelas…”

Ger Erdogan û alîgirên siyaseta wî bi birêveberên doza Kurdistanê re rûrast bûna, pêngava yekê guherandina “yasaya bingehîn a welat” bû. Lê hîn jî kurd di çavê wan de “Tirkên çiyayî” ne û tim dibêjin “tenê em hene.”

Di yasaya bingehîn a dewleta Tirkiyeyê de madeya 88’an a sala 1924’an dibêje: “Hemû rûniştvanên Tirkiyeyê bêcudatiya neteweyî tirk in.” Di madeya 19’an de jî dibêje: “Hemû tirk li hemberî yasayê wekehev in…”, yanî li Tirkiyeyê tenê tirk hene û xelas.

Rojhilatê Kurdistanê

Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di qadên siyasî, civakî, jîngeparêzî, wêje, huner û çalakiyên din de kurd bêdeng nebûn. Di qada şerê çekdarî de serkeftin zêde nebûn, lê di vê qadê de dewlet jî serkeftî nebûye.

Piştî sed salan ew gireva seraneserî ya ku li piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê li pey îdama sê ciwanên kurd (Ramîn, Loqman û Zaniyar ) çêbû, peyamên girîng dane hakimên Tehranê. Di nav kurdên Xorasan, Tehran û deverên din yên dûr ji rojhilatê Kurdistanê jî rayedarên komara îslamî bi aşkerahî hêza mezin a kurdan dît. Êdî berdewamkerên doza ku Sefewî, Qacarî û Pehlewiyan li Kurdistanê deribandibûn, vê carê jî rastî şikestinê hat. Hinek berpirsên dewletê ji vê helwesta hevgirtî şok bûn. Piştî wê çalakiyê êdî îdam bi aşkerahî tune bûne, lê nayê zanîn ka bi dizî karekî wiha dikin an na.

Bêkarî, kuştina kolberan, îdamên eşkera û wenda, teror û bombebarankirina endam û bingehên partiyên siyasî li başûr, şerê berbilav li dijî şervanên kurd û hwd. dîmenên berbiçav ên jiyana kurdên wira bûne. Serolkomar Hesen Rûhanî yek soza xwe jî li Kurdistanê neaniye cih. Ev mijar jî bûye sedem ku carna nûnerên kurd li parlamentoyê rexneyên giran li wî bikin. Mixabin tevî hemû îdiayên ku îranî dikin, Îran çavkaniyeke sereke bûye di kuştin û bêdengkirina gelê kurd li Rojhilat û heta parên din yên Kurdistanê jî.

Di dagirkirina Kerkûk, Şengal û herêmên din yên başûrê Kurdistanê de Îranî xwedî rolekî sereke bûn. Zext û zorên wan li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê jî bêrawestan û li derveyî rêbazên siyasî di navbera du welatan de tije gef û bêrêziyê ne. Têkeliyên wan bi Erdogan re jî germ û xweş in.

Başûrê Kurdistanê

Li başûr tevî hemû guvaşên aborî û siyasî hêdî-hêdî kurd ber bi rewş an jî pêvajoyeke baştir ve diçin. Di yasaya bingehîn a welat de kurd xwedî hinek mafên xwe yên sinordar in. Krîza aborî a salên bihurî hîn jî nehatiye dawiyê. Niha jî ceyran, av, rê û ban û derfetên din ên jiyanê bi başî nehatine dabînkirin. Encamên referandumê hatine cemidandin û bi rêbazên dij mafê mirovan li hinek herêmên Kurdistanê siyaseta teirîb (erebîkirin) û guherandina demografiyayê tê dîtin.

Rûdana din jî ku dikarî dengê doza Kurdistanê bi giştî û bi taybetî a başûrê Kurdistanê bilind û heta bigihîne asteke din xelata Nobelê bû ku ji kurdeke Êzidî a bi navê Nadiya Mûrad re hate dayîn. Ew bixwe keseke mezlûm û ji hêla çendîn endamên DAIŞ’ê ve rastî destdirêjiyên cinsî hatibû, lê heyf û mixabin wê ne xwe weke keseke kurd da nasandin û ne jî gotara xwe bi zimanê xwe yê zikmakî xwend! Wê di wê roja dîrokî de dikarî dengê doza kurdan û rastiyên siyaseta welatên dagirker bi hemû cihanê bide nasandin. Mixabin ku derfeteke wiha mezin ji dest çû û helwesteke wiha jî bû sedem ku mesafa di navbera kurdên misilman û êzidî de zêdetir bibe.

Rojavayê Kurdistanê

Ji destpêka sala 2018’an êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê biqasî du mehan rastî berxwedaneke bêmînak hat. Wan karî bi hevkariya hêzên selefî ve Efrînê dagir bikin, lê ew ne hêz an jî hunera wan bû belkî bêyî hevkariya Rusya û hinek hêzên din wan qet nedikarî bajarekî kurdan dagir bikin.

Di peyvekê de pêwîst e bê zanîn ku bi bê  “çareserkirina pirsgirêka kurd û pejirandina prensîbên demokratîk ” aştî û aramî dê li tu derekê nebe.

Mafxwazî suç nîne. Dîsa di sala derbasbûyî de piştgîriya gelê kurd ji hev re berdewam bû. Kesî negot ez ji filan parçeyî me û dema dagirkirina Efrînê hemû xembar bûn.

Herî dawiyê fermana Donald Trump a li ser derketina hêzên Amerîka ji Rojava bû sedem ku cîhan bi çend rastiyên şoreşa kurdên di nav sînorên  Sûriyeyê  de rû bi rû bimînin:

1. Mezinbûn û bandora leşkerî-siyasî ya YPG û PYD’ê li ser pîvanên şerên bi DAIŞ’ê re bûn sedem ku heta kesên di kabîneya Trump de jî şok bibin. Destjikarberdana kesên herî sernas bû sedem ku ew hinek kûrtir li ser biryara xwe bifikirin. Ez di wê baweriyê de me ku Trump dê rojekê ji vê biryarê poşman bibe an jî şermê li xwe bike.

2.  Hêza aliyê kurd xwedî nasnameyeke serbixwe û di xizmeta tu dewlet an jî zilhêzeke rojavayî û herêmî de nîne ku ji vir û şûnde ji gefên dewleta Tirkiyeyê bitirse. Berxwedana wan dê heya nefesa dawiyê li hemberî artêşa dagirkeriya Tirkiyeyê dîsa gelek rastiyên din ên vê “şoreşa xwedî nasnameya xwe ya mirovahiyê” baştir aşkera bike.

3.  Êdî peyva“Rojava” li hemû ragihandina cihanê cihê “bakurê Sûriyeyê”  girtiye û di darijandina yasaya nû ya Sûriyeyê de cihê kurdan weke duyemîn koma etnîkî divê diyar be.

Encam û daxwaz:

Şoreşa azadiyê li bakurê Kurdistanê dirêjtirîn şoreşa çekdarî li cihanê ye ku piştî zêdetirî çil salan niha jî di çeperên xweparastin û êrîşan de ye. Alîgirên wê rêbazê xwe gihandine her dera Tirkiyeyê. Ji parlamentoyê bigire heya şaredarî û saziyên din kurdan hêz û hebûna xwe selimandin.

Li Rojhilat, Başûr û Rojava jî em pêngavên mezin dibînin, lê mixabin ne yekitiyeke netewî çêbû, ne jî platformeke neteweyî saz bûye ku di rojên tengav û dîrokî de şertên xwe bînin cih.

Piştî sed salan dagirkerên Kurdistanê nekarîn hebûna me înkar û tune bikin, lê mixabin me jî “dersên rind û çê ” ji dubendiyên sedan salên xebata xwe ya siyasî nestandine.

Weke fîlozofê almanî Hegel dibêje: “Tu kes ji dîrokê tiştekî hîn nebû!”. Ev gotin ger bo hemû welat û hakimên wan rast nebe jî ji dagikerên Kurdistanê re ji sedî sed rast e.

Hezkirina ji welat, ziman û axê evîneke irsî ye û mîrateya dagirkeran nîne. Hêvîdar im di sala 2019’an de hemû partî û rêxistinên siyasî di bin banê aleke hevgirtinê de bibin yek.

Dikarî Biecibînî