Gefên Tirkiyeyê û helwesta dewletên ereb

Piştî daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump li Sûriyeyê tabloyeke nû derket holê. Trump got ku dê ji Sûriyeyê vekişin û hejmara leşkerên xwe yên li Afganistanê kêm bikin. Ev daxuyaniya Trump, hevsengî, hesab û planên gelek dewletan serûbin kirin. Em dizanin ku dewleta Amerîkayê dema derbasî cihekî bibe zû bi zû jê dernakeve.

Piştî du mehan pirsgirêka Sûriyeyê dê bikeve sala 9’emîn. Di van 8 salan de; gelek kes hatin kuştin, bajar wêran bûn, bi milyonan kes koçber bûn. Li cîhanê tu kes nema tiliya xwe nekiribe nav Sûriyeyê. An rasterast tiliya xwe xistin meseleyê an jî di bin navên cuda de tiliya wan her hebû.

Nemaze Tirkiye û Qatar plan û armancên wan ên cuda hebûn û bi rengekî pir aşkera armancên xwe dan xuyakirin. Her du devletan xwest rejîma Sûriyeyê hilweşe û behsa demokrasiyê kirin. Lê em baş dizanin ku Erdogan mutehîtê dewletên sermayedar e ku li Rojhilata Navîn hewl dide planên wan pêk bîne.  Erdogan destpêkê xwest bi rêya komên selefî û Îxwanî Muslîmîn (Birayên Misilman) kaosê li seranserê Sûriyeyê belav bike. Tirkiyeyê bi awayekî aşkera alîkariyên leşkerî û lojîstîk da van hêzan. Bi dizî piştgirî neda, li ber çavên hemû cîhanê alîkarî da van hêzan. Li seranserê cîhanê çete bi rêya dewleta tirk û pir bi rihetî derbasî Sûriyeyê bûn. Di vê mijarê rê ji çeteyan re vekir û her cure alîkarî da çeteyan.

Niha çete di bin kontrola dewleta tirk de li Idlib, Efrîn, Cerablûsê kom bûne. Bêguman hin hêzên navneteweyî jî parêzvaniya dewleta tirk erê kirine. Hemû planên ku Erdogan ên hilweşandina rejîma Sûriyeyê bi ser neketin.

Piştî ku Amerîka derbasî bakur û rojavayê Sûriyeyê bû bi alîkariya HSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer meşand. Bi hevkariya HSD’ê û Koalîsyona li hemberî DAIŞ’ê gelek gund, navçe û bajar hatin rizgarkirin.

DAIŞ’ê çekên di destê xwe de li Mûsil, Reqqa û Dêrazorê bi dest xistibûn. Dewletên Sûriye û Iraqê nikaribûn xwe li ber çeteyên DAIŞ’ê bigirin û DAIŞ’ê jî berê van çekan da kurdan û êrîşî bajarên kurdan kirin. DAIŞ’ê erdnîgariyeke pir mezin xist bin kontrola xwe.

Kobanê gelek hevsengî guherandin

Berxwedana Kobanê bala hemû cîhanê kişand û Amerîkayê piştî ku vê berxwedan dît biryar da ku piştgiriyê bide şervanên kurd. Piştre hêzên leşkerî yên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn. Pêkhateyên bakurê Sûriyeyê; kurd, ereb, suryan, tirkmen di bin banê HSD’ê de axa xwe parastin.

Piştî ku DAIŞ têk çû û HSD bi ser ket Tirkiye aciz bû. Tirkiyeyê dev ji hilweşandina rejîma Sûriyeyê berda berê xwe da herêmên ku ji aliyê HSD’ê ve hatine rizgarkirin. Hedef ew e ku tecrubeya li bakurê Sûriyeyê nû ye, hêj mezin nebûye û derbeyekê lêxe. Di vê çarçoveyê hemû çete li dora bakurê Sûriyeyê kom kirin.

Wekî her dewleteke neteweperest û dîktator tirsa dewleta tirk a herî mezin ew e ku li cihekî tecrûbeyeke demokratîk were afirandin. Ji ber wê yekê hemû hewldan ew e ku van tecrûbeyên demokratîk û gelerî tune bikin.

Rojava û pergala altarnatîf

Tecrûbeyên ku li bakurê Sûriyeyê derketin holê di heman demê de rûyê rast ê gelek dewletan jî derxist holê. Êdî her kes dizane ku tu eleqeya van hêzan nîne ku civakê biparêzin. Saziyên demokratîk ên ku li bakurê Sûriyeyê hatine avakirin îspat kir ku ger civak yekitiya xwe ava bike dikare bibe hêzeke mezin. Di heman demê ev li hemberî rejîmên neteweperest ên ku dibêjin ‘yek milet, yek al, yek ziman’ pergaleke demokratîk û alternatîf derdixe holê. Ev pergal di heman demê de planên Tirkiyeyê vala derdixe.

Dewletên ereb şiyar bûn

Piştî ku Amerîkayê ragihand dê ji Sûriyeyê vekişe, vê biryarê bandoreke mezin li dewletên ereb kir. Bi vê biryarê dewletên ereb ji xewnên xwe şiyar bûn. Ji bo dewletên ereb ev biryar tê wê wateyê ku rê li pêşiya Tirkiye û Îranê vedibe da ku Sûriyeyê dagir bikin. Ger Tirkiye û Îran li Sûriyeyê bi temamî serdest bin dê bi vê sînordar nemînin dê destê xwe bavêjin Misir, Sûdan, Lîbya û gelek welatên din. Piştî daxuyaniyên Erdogan welatên ereb şiyar bûn û baş dizanin ku çavê Tirkiyeyê tenê li bakurê Sûriyeyê nîne lê li hemû herêmê ye. Her kes dizane ku Erdogan dixwaze bi rêya Îxwanî Muslimîn Şam, Bexda, Qahîre û Riyadê bixe bin kontrola xwe.

Divê welatên ereb bizanibûn ku ewlekariya welatê wan ji ewlekariya bakurê Sûriyeyê dest pê dike. Lazim e rê li pêşiya kevneperestiya dewleta tirk û osmaniya nû were girtin. Ger welatên ereb rola xwe neynin cih dê paşeroja wan jî bikeve metirsiyê.

Têkiliyên Misrê û kurdan

Ji destpêkê heta niha Misrê dixwest Sûriye pirsgirêkên navxweyî çareser bike û destwerdanên ji derve ne çareserî ne. Têkiliyên Misrê bi gelek hêzên Sûriyeyê re hene û ger rola xwe baş bilîze dikare bibe parçeyek çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê. Di demên dawîn de Misrê bi MSD’ê re gelek têkilî pêş xistin, heyetan hevdîtin kirin. Di dema dagirkirina Efrînê de Misrê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî dewleta tirk dabû.

Di demên dawîn de hinek dewletan li Şamê sefaretxaneyên xwe vekirin û gelek dewlet jî amadekarî dikin sefaretxaneyên xwe vekin.  Dewletên ereb heta niha qada Sûriyeyê ji Tirkiye û Îranê re hiştibûn, geşedan temaşe dikirin lê dîtin ku zirarek pir mezin dibînin.

Hesabên Tirkiyeyê serûbin bûn

Misir, Yekitiya Mîrnişînên Ereb, Bahreyn, Erebistana Siûdî wek cepheyekê ne. Ev dewletên ereb dixwazin bêtir di qada Sûriyeyê de rol bilîzin. Ji ber vê yekê di rojên pêş de dê hesabên Tirkiye û Îranê serûbin bibin.

Niha li Sûriyeyê ji bilî MSD’ê projeyên hêzên din ên demokrasiyê û alternatîf nînin. Ev hêz dixwazin bi awayekî aşkera bi kurdan û MSD’ê re têkiliyên xwe xurt bikin. Heta dixwazin hevdîtinên fermî bên kirin. Di demên pêş de li Sûriyeyê dê gelek hevsengî werin guhertin. Wisa xuya dibe ku di guhertina hevsengiyan de dê herî zêde dewleta tirk zirarê bike.

Dikarî Biecibînî