Welat li benda me ye!

Dîroka qedîm nîşan dide ku azadiya gelê kurd girêdayê yekitiya neteweyî ye. Wekî gotina Cigerxwîn ger ku gelê me nebe yek dê biçe yek bi yek. Kurdan ev rastî bi windahiyên mezin tecrûbekir. Mixabin êdî şansê kurdan ê windakirinê tune ye. Windakirin têkçûne.

Ji ber vê rastiyê gelê kurd di 5-6 salên dawî de ji bo yekitiya neteweyî kete nav hewldanên girîng. Kîjan siyaset dibe bila bibe dizane ku pêwîstî û neçarî bi yekitiyê heye. Yên ku vê rastiyê piştguh dikin, li pey hesab û berjewendiyê biçûk in li hemberî dîrokê jî li hemberî gelê me jî di bin barekî giran û mesûliyetek mezin de ne.

Di vê merheleya ku gelê kurd çaralî di bin êrîşên îmhakirinê de pêwîstiya yekitiyê zêdetir derketiye pêş û bûye qedereke û tu kes nikare ji vê rastiyê bireve. HDP wekî tevgerek siyaseta demokratîk ji bo yekitiya neteweyî û hemû fedakariyan re amede ne. Dildar û şopdarê siyaseta demokratîk, welatparêzên kurd  jî divê ku li gor vê hesasiyetê tevbigerin.

Hilbijartinên herêmî ji bo me firsenda vê yekê dihewîne û pêşkêşê me dike. Ji bo ku bingeha yekitiya neteweyî bê avêtin HDP’ê, hilbijartinên herêmî wek firsendekê nirxand û gav avêt. Ev helwdan di van hilbijartinan de gihîşte merheleyeke girîng. Niha partiyên kurd, tevgerên kurdistanî tên cem hev û tifaqa hilbijartinê dikin. Ev tenê li hemberî xeta faşîst û dijberê kurd xeta neteweperwer nîne, xeta demokrasiyê nîne di heman demê de ji bo siberoja gelê kurd bingeha yekitiya neteweyî ye.

Lê belê derdikeve holê ku li hin deveran, ev mijar têrî xwe nehatiye fêmkirin. Her kesekî ku di gotinê de pêwîstiya yekitiyê tîne ziman dema ku dor tê fedakariyê dikeve nav xweparêziyê û hesabên biçûk.

Bêguman beriya niha van partiyan li hemberî hev siyaset meşandiye û gelek caran hev êşandine. Lewra normal e ku gel dem dem van hesasiyetan bîne ziman. Lê divê bê zanîn ku di dawiya dawî de yekitî hewcedariyek jiyanî ye ji bo kurdan.

Kes li hemberî yekitî û tifaqa neteweyî dernakeve. Lê ji ber hin hesabên biçûk îtirazên şexsî hene.

Niha derketiye holê ku heya gelê ku bi giştî bi ser nekeve tu parçeyek, tu partiyek, tu beşeke civaka kurd, tu kesekî mensubê vî gelî bi ser nakeve. Demsala azadiyê girêdayê feraseta “bila mezin be bila ya me hemûyan be” ve girêdayî ye. Gelê kurd firsendê nade hesabên biçûk û kî dibe bila bibe yên ku van hesaban dikin jî dê li hemberî dîrokê jî li hemberî vî gelî jî mehçûb bibin. Niha welat li benda me ye û li gel hemû xeletiyan dê gelê me bi ser bikeve.

Dikarî Biecibînî