aram

Kenê stêrîn

Her kesek di rewşekê de, li kûrahiya derûniyeke hinavî ber bi gerdûna di serî de pêkhatî bi kewn bû li vî bajarî. Rojekê bayek rabû. Bayê bajar serûbinîhev kir. Pir dijwar bû ba. Bayê bezok roj jî da ber pêlên baweşînên baskên xwe û bir. Tarî ye bajar. Wekî hundirê gorekê bêdeng û sar.  Mîna zeviyeke ku baran lê bibare eva çend hîv bû mirin dibare li vî bajarî. Zarokên bajar, zarokên ku kolan û nihêniyên vî ji hemû kesan bêtir dinasin di şevên bêhîv de windayî. Di nav windabûnek ku tevahî windabûnan li hev gelicîbûn li malên xwe digeriyan. Diçûn dewsa xaniyên xwe lê ew li şûna wan nedidîtin. Nizanîbûn ne şevê qurpandin ne mîna rojê bayê ew jî dan ber baskên xwe birin. Kolan û leîstikê wan jî winda bûbûn. Lîstikên ku bi bîreweriya xwe ve fêr bûbûn di kûrahiya reşê bîrek kufarî de hin bi hin reşînî bûbûn. Keçikan heftik, kurikan veşartok di veşarên kolanên bajêr de winda kirin. Wekî kesên kal dest li peleguhan diponijîn. Çav tijî tirs, dil mişt xem. Tirs û xeman ew ji zaroktî derxistibûn kiribûn kalên berdîwaran ku di dawiya temenên xwe de, di xwe de dihishisîn. Her zarokek li deverekê, mîna stêrên komika sêwiyan belavî. Jineke naveser, por veçirî ku talana serî rûyê wê girtibû wek cinekê, weke reşikeke şevan bi wan ve qedimî, xwe bi ser wan de pêl kir, bi dengeke qehrînî ku kefûkunca avrêjekê di keviyên lêvên wê de derdibû û li tûjahiya azeniyê hev digirt, bi dengekî şevînî, bi reprepîna baskên şevînokekê.

“Rabin, rabin, rabin û bibezin, birevin, biçin ji vî bajarî. Qey win tariya kefenî li dor xwe pêçayî nabînin? Bo hûn mezin bibin êdî hûn ê ji kîjan zeviyên vî bajarî ku simbilên wan bi têna rojê diseridîn têrî bibin? Ji kîjan kaniyê av vexwin ku mîna çîtikên Gola Qesaran win bejn bidin, da ku bejna we bi ser Girê Qudurbek bikeve û çirûsên agirê Qamişloka rengîn bi hewarên bendewariya we bigihe hetanî roj li we hil hate. Ava kaniya Kanîka tevî tara wê dan ber guleyan, av ji kaniyê, kes ji taqê miçiqandin. Keç û xort daliqandî darên biyan. Rimiya agirê dadayî, gulbiskên serên keziyan kizira. Bêhna serî û pêyan tê… Şev kor in, bi nedîtinê win mafdar in lê çi ji guh û bêvilên we hat? Win kizzzîna keziyan û bêhna pîsoyê jidanokên gulîbiskan jî nakin qey? Bayê bend guhere, hew deng û bêhnan bi ser we de tîne, belkî jî nebihîstin û bêhnnekirina we ji vê ya ye? Êdî hûn li benda çi ne? Bajarekî ku bayê deşt û çiyayên wî rû jê guherîn hûn ê çawa lê bijîn. Rabin biterikînin vî bajarî. Terkîdinya bibin, bikevin rêka kadizan biçin, biçin û biçin. Dûr biçin, dirêj biçin, hetanî hûn di bajarekî stêrîn ve derbikevin ranewestin. Bi helebezîna banadarên koçber ber bi zozên, bi liv-bezîna keçek koçer ji êlê mayî biçin. Jixwe roj çûbû ji vî bajarî. Hîv jî xeyidî mala bavê ye, wekî dixwiya wê nêz jî venegerin. Bajar di nav windabûneke şevîn de ji her tiştî xwe kor û kordunde.”

Wekî teyrik bin, bi hilfirîn refek ji komika sêwiyan hil bû, bi celeb ket rê û ber bi stêrên li tûtika Çiyayê Bagokê meşiya.

Zarok bûn, xeşîm bûn, wan nedizanî lê hûtê heftserî tev li pêşerojên wan, lîstikên wan jî mîna xeyalên pîrên wan di rojek wisa korî de ku tûjiya tîrekî xeteng jî nedikarî şeva wê qul bikira, li ber xuşîna ava çemekî mezin, beramberî Pireyeke Dehçavî, bi sihala sêdarekê ve bi dar vekiribûn. Nizanîbûn hûtê heftserî û bayê destê şevê, dest bi hevdane û hût bi hilma xwe yî hûtî rojên wan şolî kirine. Kêlî bi kêlî roniya rojê dûr, şev tîr dibû. Hêviyên wan ko, xeyal dibûn rabirdûyên berbayî şeveke stewr. Lîstikên wan di dirêjahiya şevên şevzengî de li binê beroşeke savaran teniya şewata darikazavê… Bîranînên wan nola reşê şevkorî, rijiya bermayî agirê darokek belelûkekê ku ref bi ref çivîk ji ser terqiyabûn û guliyên wê mîna êşekê bi jan dûvdirêj bijene, sewta bayê dihejiyan hêj.

Hew stêran asîman bernedabûn û nola şervanên vî bajarî hermonî bûbûn. Stêr, mîna zavayê li ser pişta axabanekî, li kêleka darika zavê li benda bûkê, bîbikên çavên zarokên vî bajarî ji çirûsên xwe re dikirin navnîşan û bi tîqetîq li rûyê wan dikeniyan. Kenê stêrîn, dihişt quna wan erd bigire û bi kwîrî jî be di kolanan de bi rê ve biçûna. Ne ji kenê stêran bûna wê li kolanên zarokbûna xwe winda bibûna. Kenê stêran, ji çirûsên kenê qîzên sîng bi rext, ji awirên xortên destên wan li çek bi hilpekîn li nihêniyên kemînan dibûn mêhvan. Xemla qîzên çavstêrî li çeperên şer ê vî bajarî ji dil bû. Loma piştdayî rojê û bayê, bêhnê û deng dikarîn şer bikirana û xwe bi kuştin bidana. Nîvkuştî jî tilî bikiriba qewsik, bilindî asîman bikira. Ya ku berbanga rojê nêzî pêşerojên vî bajarî dikirin, kenê li ser dêmên qîzên di çeperan, çirûsên awirên lawên nêçîrvanên tîrêjên rojê, rêwiyên banadar ên rêka kadizan bûn. Çendî bi tirs bûn, ew çend bi hêvî bûn keç û lawên li vî bajarî.

Roj berba… Ronî, ko bûyî hilma hûtekî… Hîva şevderî, hermonî mala bavê… Hemî kolan reş, xanî tev windayî tarî û reşbîniya reşîniyeke şevînok… Kanî miçiqî, simbil firîkê neseridî li himêza bihareke bê baran û bê ba… Û stêrên rêça kadizan, di bîbikên roniya çavên zarokên vî bajarî de çirs didan.

Dikarî Biecibînî