Nasname û huner

Li tarîxê binêrin ez kuda me?

 Xwedî eywan û birc û pût û lat im

Ev im ez, lê di bin destê neyaran

Eger rokê ji xew rabim du qat im

Cegerxwîn di helbesta xwe de tenê behsa serdemekê nake her wiha nasnameyek nîşanî me dide. Ev nasname nasnameyeke kurdewar e, berxwêder e, serhildêr e. Di çêkirina nasnameya civakan de huner bi alavên xwe ve roleke mezin dilîze.

Nasname, binavkirina pêvajoya civakî, derûnî û ya siyasî ye. Lê ev pêvajo di nav xwe de dibe du beş. Nasnameya takekesî û nasnameya civakî. Her çiqas nasnameya takekesî di puxta xwe de neguhere jî ev ji bo çêkirina nasnameya takekesî şerta ewil e, di pêvajoyeke din de pêwîstî bi qedemeyeke din heye ew jî nasnameya civakî ye. Nasnameya civakî bi rêya zanîn, afirînerî û ramanê tê çêkirin. Ji ber ku puxta mirovahiyê ancax bi vê rêyê dikare li xwe zêde bike û pêş bixe. Di çêkirina nasnameyên civakî de têkiliyên mirovan yên saziyên civakî re gelek girîng in. Ji ber ku çêkirina nasnameya siyasî-polîtîk jî bi berpirsyarî, peywirdarî, bi heq û hûqûqan derdikeve holê-çêdibe. Ji bo çêkirina nasnameya civakî pêwîstî bi hin rê û rêbaz û alavan heye. Loma jî di vir de “huner” alavek e û rola wê gelek mezin e.

Ji bo vê yekê jî têkiliyeke xurt di navbera nasname û hunerê de heye. Ev têkîlî têkiliyeke wiha ye ku dikarin hevdu biguherînin. Dikarin bandorên mezin li hev bikin û dirûvên nû bidin hev.

Ji bo huner û nasnameyê wextê, rasteqîniya civakê û şer sê têgînên girîng in.

Ji hebûna dinê û heta îro şer her hebû. Tunekirin, xerakirin, kuştin, zilm, talan, koçberî di bîra mirovahiyê de bi cih bûne; ji ber ku şer her tim teşe daye dîrok û erdnîgariyan. Loma jî ji bo ev bîr bigihîje nifşeke din û ev encam û kirinên xirab di nav civakan de veguheze û nasnameyeke nû çêbibe, huner roleke mezin digire ser xwe.

Ev rol jî bi destê hunermendan çêdibe ku tasa xwe ji kîjan bîrê dagrin wê ew av bigihîje pêşerojê. Di qada şer de hunermend ji bo ku taseke ava paqij ya jiyanê, di bîra mirin û tunebûnê de karibe bigire berxwedaneke bêhempa pêş dixe. Bo vê jî helwest û tekoşîna hunermendan helwest û tekoşîneke şervanî ye û nasnameya ji vê berxwedanê jî nasnameyeke bi hêz e.

Zehra Dogan ne tenê hunermend e, berxwêdereke afirîner e!

Huner di her serdemê de li gor rastiya civaka xwe, xwe pêş xistiye û peywira xwe bi cih aniye. Li gorî vê peywir û rastiya xwe şaxên xwe çêkirine. Her çiqas şer, hovîtî, zilm jî bi destê mirovan derketibe holê-çêbûbe jî antî teza xwe jî pê re çêkiriye. Di hunerê de ev antî-tez jî bi hestên nazik, zimanekî gerdûnî, hêvî, xweşî, neqilkirin, bîr, evîn, berxwedan û serhildan e. Ji ber ku huner li hemberî tunekirinê berxwedanek e. Ev berxwedan li hemberî têgeha mirinê afrîner e, nahêle xerabî, şer û zilm bi ser keve. Ji ber bîra hunerê ya li ser şer, tenê ne kopîkirinê, di neynika xwe de nîşaneya rasteqîniyê, encama baş û xerabiyê radixe ber çavan û ji bo ku mirovahî karibe jê sûdê werbigire. Heta îro hunera ku bandora xwe li ser dinyayê kiriye, piraniya wan ji “derveyî bazara hunerê” ne û loma jî bandora wan a siyasî çêbûye. Ji ber ku “bazara hunerê” her tim ji aliyê destên nexuya ve têne birêvebirin ku piraniya wan ne li ser rasteqîniya civak-serdema xwe ne, armanc û bîrodziya serdest temsîl dikin. Loma jî bandora wan a siyasî û gerdûnî çênabin, çêbibin jî heta destê serdestan diguhere mîsyon-vîzyona wan jî diqede. Ev sedan sal in li hemberî kurdan şer û polîtîkaya tunekirinê tê meşandin. Weke gelek gelên dinyayê ku ji şeran û ji zilmê xwe û bîra xwe heta cihekî parastine û xwe gihandine îro.

Weke bîra Cegerxwîn ya ku bi rêya hunera helbestê ji me re hiştiye, em dibînin ku helbestvanekî çawa ji “derveyê bazara hunerê” li hemberî zilm û zordariyê helwest nîşan daye û çawa peyama berxwedanê gihandiye civaka xwe. Loma jî helbestên Cegerxwîn her bi bandor in. Zilm û şerê ku li ser kurdan îro jî bi dijwartir berdewam dike, dibnav sê salên dawîn de dewleta tirk rê û rêbazên şer yên nû bi kar anî û bajarên kurdan li ber çavê dinyayê xera kirin û bi hezaran mirov qetil kirin. Di xerakirina bajaran de armanca ewil tunekirina şopên dîrokê bû ku di wan şopên dîrokê de kodên û remzên kurdan, hunera kurdan, paşeroja kurdan hebû. Ji ber dîrok bi rêya vê hunerê nasnameyek û rastiyek ji me re hiştibû. Ji bo înkarkirin û tunekirinê alavên şer dikarin heta wextekê bi ser kevin, lê belê tu alavên şer nikare rêya hunerê bigire û wê tune bike. Loma jî hêza hunerê di vir de ye, bi guleyan namire û bi dîlgirtinê jî tune nabe.

Dema dewleta tirk dest bi şer kir, beriya wê amadekariya xwe ya şer a “hunera bazarê” kir dewrê. Bi carekê ve şeweya fîlmên tirkan guherî, hemû qenalên televziyonan de “şah”, “paşa”, “hikimdar” û “osmaniyê mezin” bûn alavên propagandayê û bi van fîlman faşîzma ku di xew de bû şiyar kir.  Ne tenê bi fîlman di qada hunerê de jî ji hevcihêbûn pir bi aşkera xwe nîşan da. Hunermendên ji bazarê ango hunermendên desthilatdar û hunermendên li derveyî basarê xeta xwe diyar kirin. Ev di şerê li hemberî kurdan de roleke biçûk lê bandoreke mezin li ser Tirkiyeyê çêkir. Bi tevî huner û hunermendan beşdarî vî şerê qirêj bûn û dengê faşîzmê li xwe zêde kirin. Li aliyê kurdan jî, di nav ewqas zilm û zordestiyê de di nav hunermend-nivîskarên kurdan de yekitiyek çênebû û heman nexweşiya desthilatdariyê li vir jî xwe nîşan da.

Nivîskar-hunermendên bazarê û nivîskar -hunermendên ne ji bazarê derketin holê û xeta xwe diyar kirin.

Loma jî têgeha “berxwedanê” pir bi ser neket di qada bazara hunerê de. Ji hunermendên ne ji bazarê yek jê jî Zehran Dogan bû.

Zehra Dogan berî ku were girtin hem li derve hem jî niha di hepsê de di nav zor û zehmetiyan de berxwedanek pêk anî-tîne, ji tunebûnê hebûn afirand-diafrîne. Wêneyên ku bi dest û çavên Dogan hatine çêkirin ne tenê şahidiya vê serdemê, nasnama û rasteqîniya wê jî nîşan dide. Di her wêneyeke wê de ruhê jinê yê ku li hemberî bêderfetiyan çawa bi berxwedanekê xwe ji nû ve dixuliqîne nîşanî me dide. Ev yek jî ji bo çêkirina nasnameya civakê xaleke girîng e û di encamê de ev nasname temsîliyeta civakê wê bike. Dogan ne tenê ji tunebûnê hebûnê diafrîne, her wiha li hemberî şer û xerabiyê berxwedanek dide meşandin ku ev berxwedan jî ancax bi şervantiyê dikare çêbibe. Ji ber ku berxwedana hunerê ya li hemberî şer û xerabiyê ne hêsan e loma jî di qada şer de afirandina hunerê jî wê ne ji rêzê be. Çawa şervanên şer hene her wiha şervanên aştî û ya xweşiyê jî hene. Ji ber ku di serdemên ku kaos û şer de hunereke ji pûxta mirovahiyê û pûxta jiyanê ne hêsane ku bê sekn bê helwest çêbibe an biafire an jî bi dest keve. Loma jî tekoşîna di qada huner û wêjeyê de bi qasî tekoşîna qada şer girîng e û pêwistî bi berxwedêr û serhildêran heye.

Ew hunera ku nikaribe aciziyê bide an ew hunera ku nikaribe serî li ber xerabiyê rake, wê nikaribe nasnameyek çêke û wê nikaribe li pûxta xwe zêde bike. Şert û mercên me kurdan ên ku em bi sedan sal in tê de ne ji rewşa gelên dinyayê gelek cuda ye. Ji ber ku kurd li ser axa xwe bûye mihacir û ji zimanê xwe bê par maye. Jiyana kurdan ne jiyaneke ji rêzê ye loma jî wê huner û wêjeya kurdan jî ne ji rêze be. Heta pêlan e ku têgehên nû bi destê hunermend û wêjevanên kurd çêbibin û bikevin ferhenga hunera dinyayê jî.

Wêneyên Dogan yên Nisêbînê û Cizîrê taseke av e ji bîra mirin û tunebûnê. Ev av ava jiyanê ye ku ji mirin û tunebûnê afiriye. Her wiha wêneyên jinên êzidî ku dema ji destê DAIŞ’ê tên xelaskirin û çarşefên xwe yên reş ji ser xwe derdixin Dogan rengîniya jiyanê li ser jinê nîşanî me dide ku em dibînin tu reşahî nikare rengîniya jiyanê veşêre an tune bike.

Weke tê zanîn di sala 1937’an de ji aliyê Pablo Picasso tabloya Guernica hate çêkirin. Ev tablo, dema naziyên ji bo piştgiriyê bide Îspanyayê ku Îspanya bo şerê navxweyî alîkarî ji wan dixwaze û li ser vê yekê balafirên alman bajarokê Guernicayê bombebaran dikin. Li ser vê bûyerê Picasso tabloya Guernicayê çêdike dema ku leşkerek Nazî jê dipirse dibêje “Te ev wêne çêkiriye?”, Pîcaso bersiv dide dibêje “Ne ne min,  we ev çêkir”.

Ev wêne bû sembol û bandor li dinyayê kir. Bi ev wêneyê Picasso ne tenê di dîroka Îspanyayê de di dîroka dinyayê de jî cihek mezin girt, li ser hat nîqaşkirin, bîreke din çêkir. Wêneyê Zehra Dogan a ku li ser Nisêbînê çêkiriye ne kêmî Guernicayê ye û dê rojek ji Dogan were pirsîn “Te ev wêne çêkiriye” lê wê Dogan jî bibêje “Na ne min, hêza hunerê ya ku li hemberî şer ev tablo çêkir”.

Dikarî Biecibînî