Rojava û bazara germ a siyasetê

 Van rojan bazara siyasetê li ser axa welat û daxwazên kurdan germ e. Li hêla din jî bi serkêşiya dewleta AKP-MHP‘ê daxwaza herî mezin û girîng a dagirkerên Kurdistanê tunekirina ‚doza siyasî ya kurd‘ li çar parçeyên welatê wan e. Cihê sosreteke bêmînak di dîroka hemû neteweyên vê cîhana mezin de ew e ku kurd û bi taybetî jî hêzên wan ên siyasî niha jî ‚bêtifaq û stratejiyeke hevgirtî‘ ne. Mîna axa û began çarmêrkî li serê dîwanê rûniştine û li kar û kiryarên wan kesan dinihêrin ku li ber çavên wan gora wan dikolin.

Şer û encamên xebata siyasî-leşkerî a 7-8 salên bihurî ji hêla kurdên Rojava ve êdî hatine û nasnameya sîstemeke nû li Rojhilata Navîn şên kirine. Ji hêla din jî şerê navxweyî li Sûriyeyê her carê li dereke welat carna germ û carna jî sar dibe. Di tevlihevkirina rewşê de Erdogan şev û rojan xebitiye, niha jî dixwaze bibe siltanê hemû herêmê. Qada lîstikên kişika siyasî van rojan li sinorê bakur û rojavayê Kurdistanê tengijiye.

Ji sala 2015‘an û şûn de kurdên rojavayê Kurdistanê mil bi milê hêzên Amerîka li dijî DAIŞ‘ê şer dikin.

 Helwesta Amerîka û dersên girîng!

Ji dawiya sala 2018‘an û şûnde êrîşên Erdogan li dijî statuya Rojava dest pêkirine. Êdî pê re êrîşî ser Efrînê kirin û bi hevkariya hinek hêzên alîgirê xwe Efrîn dagir kirin. Berevajî daxwazên Erdogan di tunekirin an jî nedîtina hêzên bi bandor ên rojavayê Kurdistanê wezîrê derve yê Amerîkayê M. Pompeo herî dawî wiha behsa stratejiya dewleta xwe ya li Rojava dike: “Aliyekî stratejiya me peywendiyên me yên bi kurdên Sûriyeyê re ye. Peywendiyên ku tevî hemû berjewendiyên me bigûnc in.”

Her wiha wî xaleke balkêş a din jî beyan kir: “Ne tenê peywendiyên leşkerî ên di nav me de, belkî di warê siyasî de jî em ê tevî wan xwedî danûstandin bin.”

Dema ew behsa peywendiyên siyasî dikin, êdî mayîna wan li herêmê misoger e.

Li dereke din Pompeo dibêje: “Em ji wan karên baş ku kurdan gihandine encamê serwext in, em ê zanînên xwe yên di vê der barê de bînin ziman û ew a ku di hêza me de be dê bikin ku rêzê ji karekî wiha re bigirin.“

Bi vê re me dît ku êdî Trump jî helwesta xwe ya berê guherand, lê ev nayê wê wateyê ku em dîsa xwe bixapînin û rastiyên siyaseta wan neyên dîtin. Çi îro an sibe dîsa kî li Tirkiyeyê desthilatdar be ji Amerîka re ferq nake. Ew ê wiha hêsan dev ji hevalbendê xwe yê peymana NATO‘yê bernedin. Ez di wê baweriyê de me ku biryara serokkomarê Amerîkayê ya berî demekê xwedî peyamên girîng e. Ez dixwazim li gor têgihîştina xwe wê biryarê wiha rave bikim: Rastiyên ku Trump herî dawiyê bi bîr anîn wiha ne:

Hinek kes ji biryara Trump a li ser derketina hêzên wan ên li Sûriyeyê hêbetgirtî man, lê bi ya min wî tiştên girîng anîne bîra me:

  1. Dersa herî çê û qenc ku divê kurd ji vê helwest an jî biryarê bistînin ew e ku îmana wan bi hêza wan a cewherî hebe û bixwe bawer bin.
  2. Êdî kurd ji ber ku xwedî roleke navneteweyî ne, divê bixwe jî xwe biparêzin. Tevî vê hêza we ya taboşkên lê ger balafirên me nekevin pêşiya hêza we, hûn ê wiha rihet jî biser nekevin.
  3. Hûn xwe hevalbendên Amerîka dizanin lê bi awayê veşarî petrolê difiroşin dijberê me yê sereke li Rojhilata Navîn ku Îran e. Ji destpêkê heya roja îro Îran di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de xwedî rola herî neyînî bûye. Gelo hûn rejîma teror û îdamê ya oldarên Îranî dagirkerê welatê xwe nabînin?
  4. Em nikarin heya dawiyê li Sûriyê û Îraqê we biparêzin, hingî hev bigirin ku dengê we bêtir bê bihîstin û hêza we jî vala bi avê de neçe.
  5. Heya hûn karker û rencberên xelkê bin nîrê koletî û bindestiyê jî li ser stûyê we giraniyê bike.
  6. Êdî bila siyasetmedar û serokên partiyên we kurdan jî dest ji rewşên xwe yên xweperestiyê berdin û bibine xwedî stratejiyeke hevgirtî. Êdî weke salên berê dê li ser vê xêzikê nikaribin bimeşin. Ger wiha bidomînin êdî bila ji sedî sed bizanibin ku dê hem bibine rûreşên nav rûpelên dîroka xwe û hem jî dê bi yekcarî bikevin zibildanka dîrokê.
  7. Ji xeynî hevgirtin û yekbûnê ti rê li ber kurdan nînin, lê kurdên hemû Kurdistanê.
  8. Divê xwendin û nêrîna rêber û partiyên siyasî li gor hevsengiyên siyasî ên dema nû, kûr û li gor daxwazên gel bin.
  9. Gazinc e û rexneyên li dijî helwesta dewletên dagirker û zilhêz an jî welatên ewropî ku zêdetir ji xwarina rojê beşa demokrasiyê dikin, sedan sal in sûdeke xwe ji were hebûye ku dîsa berdewam bin?
  10. Xwemezindîtin gere bê şikandin û rastiyên dîrokê nebine qurbana daxwazên kesekê.
  11. Li pey sed salan ji pêkhatina dewletên destçêkirî li Rojhilata Navîn, dem hatiye ku kurd jî tenê bi hevgirtineke bingehîn bigihîjin serxwebûna xwe.
  12. Şertên rewşa îro ya li Rojava, Başûr û Bakur rêyeke nû li ber kurdan daniye ku tevî ‚Kongreya Neteweyî‘ di warê çêkirina lobiyeke mezin de jî hêza xwe ya hevgirtî bidin xuyanîkirin. Di karekî wiha de Israîl dikare mînakeke baş be ku heta bandorê li ser piraniya biryarên me jî datîne.
  13. Sala 1975‘an dema ku hûn li Başûr rastî şikestinê hatin, we siyasetmedarên weke H. Kissinger xayînkar binav kirin, lê di siyasetê de ne dijminahî û ne jî dostanî heya dawiyê nameşe. Dema hûn yek bin êdî qedera têkçûna şoreşa 1975‘an li we jî dubare nabe. Hingî hûn ê bi pêwîst nezanin ku siyasetmedar an jî welatekî dostê berjewendiyên xwe weke xayîn bibînin û yekî din jî ji xwe re bikine dost û hevalbend.
  14. Di erdnigariyeke dorpêçkirî û girtî de carna li başûr û carna jî li Rojava kurd weke hêzeke herêmî bûne şervanên qada şer û siyasetê, lê ji ber bêtedbîriyên navxweyî derfetên hatine pêş jî ji xwe re baş bikar neanîne. Nabe hûn li ser hesabê welatên herêmî ji demeke kurt re bibine amrazên destê welatên din. Divê hûn bixwe xwedî biryar bin. Çimkî hemû pêngavên mezin bi ked, xwîn û li ser erdê we dest pê dikin.
  15. Di çaxê ku me statûya başûr jî diparast, tirk li dijî wê siyaseta me bûn, lê piştre neçar man ku peywendiyên xwe tevî hikûmeta başûrê Kurdistanê bihêz bikin. Dema şerê DAIŞ‘ê li herêmê berfireh bû, kurd li her derê bûne hevpeymanên me lê dîsa jî bi hev re nebûne yek. Ji ber van nakokiyên hanê ye ku tirk li dijî pêşkeftinên Rojava bêsebir û bi qirar in.
  16. Di ji destçûyîna Kerkûk û herêmên din ên başûrê Kurdistanê de sedema bêhelwestiya me bêtifaqiya partiyên başûrê Kurdistanê bûn. Ew bêtifaqî bû sedem ku di parastina Kerkûkê de heta nekarin çend saetan jî li ber xwe bidin.Bi xewn û xeyalên zilhêzên cîhanê siyasetê nekin. Ger hûn dixwazin bigihîjin armancên xwe rêyeke çareseriyê di yekbûna xwe û hevsengiyên herêmî de peyda bikin. Bi vî awayî hûn dikarin hêdî-hêdî rêya mayîn û xweşderbaskirinê ji paşeroja xwe re dabîn bikin.

Demokrasî û Erdoganîzm!

Demokrasî tim di rêya xwînê de derbas bûye. Guherandinên bingehîn û pê re jî damezirandina sîstemeke hêsan nîne. Kurd li Rojava xwedî armancek wiha mezin in. Ev pêngav jî karekî hêsan nîne ku tenê bi dengdayîn, hez, hest an jî gotinên xweş yên kesekî siyasetmedar bê cih.

Axaftin li ser reform û guherandinên biçûk jî êdî li Sûriye, Tirkiye, Îran, Iraq û piraniya welatên herêmê dê bedelên mezin bixwaze.

Demokrasiya ku ji derve jî bê sifarşkirin êdî bi awayê herî baş rûyê xwe li Iraqê û herî dawiyê jî li Sûriyeyê me dît ku Amerîka li hemberî kurdan da diyarkirin. Ev tabloya dawiyê tije dersên nejbîrkirî nabe hema wiha hêsan û zû ji bîra nifşên îro û siberojê biçe.

Dîsa bila ji bîra me neçe ku tenê AKP-MHP li Kurdistanê dê bi hemû şêweyan siyaseta ‘Erdê şewitî’ ya xwe berdewam bikin. Di çil salên bihurî de wan li ber çavê raya giştî û dewletên cihanê hezaran gundên bakurê Kurdistanê wêran kirin û şewitandin. Bi dehan hezar kes bi rêbazên veşarî kuştin û wenda kirin. Rûyê faşîtên herî cinayetkar spî kirin.

Erdoganîzm, faşîzma rengkirî ye ku hemû liv û lebatên wê xwedî nasnameyeke neteweperestî û rasîstî ne. Îslama siyasî ya Erdogan heman modela îslama Osmanîyan e, lê heta bi qasî siltanên Osmanî jî haydarî rewşa dem û dewrana xwe ya roja îro nîne.

Gelo ew ê bi vê rêbaza şovenîstî re heya ku derê bimeşin!

Tu Dikari Biecibînî