‘Zagona Derûnî’ lazim e!

Devlet Bahçelî, ji bo ‘zagona derûnî’ were pejirandin, pêşniyarî pêşkeşî meclisê kir.

Erê dermanê nexweşiya civaka Tirkiyeyê, ne zagon û biryarên li parlamentoyê werin standin be jî lê weke destnîşankirina nexweşiyê, mirov dikare  bêje rast e.

Ji aliyekî din ve, ev gotin an pêşniyar a li meclisê, mikurhatina li siyaseta xwe ya ewqas xerab e ku civak xistiye çi halî.

Diyar e ku êdî ewqas bûyerên kuştin û êrîşkarî û bêrêtiyê zêde bûne, hinek ji wan êdî nayên veşartin û ji neçarî derdikevin çapemeniyê. Ez bawer dikim di vî warî de rola medyaya civakî jî gelek e.

Hema hema tu roj nîne ku bi dehan bûyerên kuştin û birîndarkirinê nebin. Ji aliyekî ve, bûyerên wisa, di nav civakê de xwe bi xwe pêk tên, êrîşî hev dikin, dikujin û birîndar dikin. Ji aliyê din ve, diyar e ev alozî gihîştiye asta herî bilind û bûye nexweşiyek derûnî/ruhî ya giran, êdî rayedarên payebilind ên dewletê jî hevdu dikujin û piraniya wan dawiyê xwe jî dikujin.

Hema di hefteya derbasbûyî de du midûrên ewlekariyê yên du bajaran, piştî çend kes ji malbatên xwe kuştin, xwe jî  kuştin.

Jixwe jimara, bûyerên xwekuştinê yên ji ber bêçaretiyê û birçîbûnê nayên zanîn û ewqas zêde ne nayên jimartin. Bi kurtayî jiyana civakê herimandine. Jiyan lewitandine; şer, pevçûn, dizî, bêehlaqî, kişandin û vexwarina madeyên hişbir û hwd. hemû tiştên xerab û nebaş xistine nav civakê. Tundiya li ser jinê, bi serê xwe, mezinbûna qeyrana civakê nîşan dide.

Bê eyb û şerm jî, li şûna xwe gunehkar bibînin û çareseriyek rast peyda bikin, hemû gunehkariyê dixin stûyê “terorê”.

Pêr, di medyayê de bûyerek derket, hate gotin ku li bajarokê Alîaga-Îzmîrê, 400 kîlo madeyên hişbir (eroîn, esrar û hwd.) hat girtin. Xwediyê vî karî kî ye? Fermandarê Jandarma (Bînbaşî) B.O. yê Çukurca-Colemergê ye; ew û deh hevalê xwe bi hev re ne, ew ji çend çawişên pispor ên kujerên kirêkirî û çend çeteyên ji Sûriyêyê ne. Em bînin bîra xwe, heta niha her digotin vî karî “terorîst” dikin! Lê ka çi bûye ne diyar e ku wisa aşkera gotin fermandarê leşkerî yê dewletê ev karê xerab kiriye. Gumana xurt, dibe ku ewqas aşkera ev kar kirine an jî aşkera bûye, êdî nikaribûn biveşêrin.

Mînakek balkêş jî, R.Erdogan, duh digot ‘Ji bo xaniyên mezin ên çîmento-beton çêkin, daran dibirin, xwezayê xera dikin…!’ Weke ku ev 16 sal in ne ew e li ser desthilatiya dewletê, wisa li rûyê mirovan dinihêre, bêyî ku şerm bike dipeyive! Jixwe divê êdî mirov, hêviya pîvanên mirovatiyê ji wan neke.

Weke mînaka li jor hate gotin heta niha ne li Tirkiyeyê û ne jî li derve, yek kes ê endamê/a Tevgera Azadiyê ji ber firotin an jî bikaranîna madeyên hişbir nehatiye girtin û nehatiye cezakirin. Lê mixabin, ewqas bêar û bêşerm in, bi hezar caran rayedarên dewleta R. Erdogan, di çapemeniyê de Tevgera Azadiyê gunehbar kiriye.

Ez bawer dikim êdî bandora derewên wan pir nema ne. Ew argumanên wan ol û neteweperestî bûn, niha gelek giraniya van amûran jî nemaye. Erê niha jî hinekî bi rêya MHP’ê nijadperestiyê bi kar tîne, ji xwe weke koalîsyonê kar dikin. Lê niha bi tenê di destên wan de pere û tirs maye. Van her du amûran jî, bi rêya hêzên dewletê didin xebitandin.

Lewma civak, bi temamî niha bi nexweşiyeke giran a derûnî ketiye. Bi bandora pereyan û tirsê, pîvanên mirovatiyê xistine bin pêyan, derbeyên giran li ehlaqê civakê dane. Bi rêya van her du amûran, bawerî û hest û hezkirin di nav civakê de gelek lawaz xistine. Bi taybetî tirsê, di asta stratejîk de bi kar tînin. Wisa kirine êdî her kes, heta endamên malbatan li hevdu bi tirs û guman dinihêrin.

Ewqas zêde tirsê bi kar tînin, bi giraniyek mezin ketiye nav rayedarên dewletê bi xwe û heta gihîştiye R. Erdogan û malbata wî jî. Wisa xuyaye dê ev tirs serê wan bixwe!

 

Dikarî Biecibînî