Li Rojhilata Navîn şerê îdeolojîk

Hêdî hêdî rastiya şerê ku di destpêka sedsala 21’emîn de li herêmê rû da ronak dibe. Ev şerê ku bi êrîşa li ser Afganistan û Iraqê dest pê kir, bi rengekî cuda li Lîbya, Yemen, Sûdan û Sûriyeyê xwe da der.

Agirê şerê cîhanê yê sêyemîn gurtir dibe û ev agir digihîje gelek welatên din jî. Li gorî dem û hesabên hêzên kapîtalîst emrê xwe dirêj dike, li ser esasê aloziyan ev şer dewam dike.

Gelek şerên ku li deverên diqewimin bandora xwe li ser şerên bingehîn nake lê bêlê ev şerê ku niha li Sûriye û Iraqê rû dide dibe ku di rojên pêş de li Tirkiye û Îranê jî rû bidin. Ev welat dê bibin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn ku sedsala pêş çarenûsê diyar bike.

Ji ber ku Kurdistan di nav sînorên van çar dewletan de ye, di diyarkirina sînorên welatan de roleke girîng a Kurdistanê heye. Çawa vê erdnîgariyê şêweya şerê cîhanê yê yekemîn diyar kir dê şêweya şerê cîhanê yê sêyemîn jî aşkera bike.

Şerê cîhanê yê yekemîn wek parvekirina qadên serwer û hikûmdariya hêzên kapîtalîst bû. Şerê cîhanê yê yekemîn bêhtir li ser madeyên xam ên binerd û petrolê bû. Şerê niha axlêbe li ser firotina çekan tê meşandin û armanc ew e ku kapîtalîzm hîn bêhtir çekan çêke û bifiroşe.

Lê di bingeha xwe de jî şerekî îdeolojîk û fikrî ye. Di vî şerî de armanc ew e ku bi rêya ol û mezheban gelê herêmê bînin beramberî hevdu. Dixwazin netewdewletî, olperestî û şovenîzmê di nav hev de pêk bînin.

Hêzên kapîtalîst xwestin hinek dewlet li ser bingeha olî mezin bibin da ku dewletan li hemberî hev bidin şerkirin. Şêweya herî dawî ya hêzên kapîtalîst ew e ku şiî û siniyan bîne beramberî hev. Hêzên kapîtalîst bi vê şêwazê li ser pêyan dimînin û hebûna xwe didomînin. Li ser hêmaya netewdewlet û olperestiyê dewlet ava kirin û bi vê yekê re şer û pevçûnên etnîkî û mezhebî derxistin. Di van şeran de qurbanên esasî gelên bindest in û ji van polîtîkayan bêzar bûne.

Ji ber ku piraniya van îktîdarên sexte ku di encama şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de bi destê rejîman hatin ser kar tiştên ku ji wan dihat xwestin pêk anîn. Li aliyekî xêr û berên vê erdnîgariyê desteser kirin û li aliyê din jî di warê çandî, siyasî û exlaqî de guhertin pêk anîn. Gel ji rastiya xwe dûr ketin û li hemberî hev şer kirin. Wisa dan qebûlkirin ku ji bilî têgehên ku ew bi kar tînin û rastiyên ku wan destnîşan kirine tu rastî nînin. Di bingeha xwe de ev têgeh ji bo xapandina kesên din hatin afirandin.

Di nav dewletên kapîtalîst de aloziya aborî û ramyarî gihîştiye lûtkeyê. Îdeolojî û ramyariya sedsala 20’emîn êdî li ser gelan bi  rê ve naçe. Rastiya civakan ya îro vê yekê qebûl nake. Sînorên siyasî yên dewletan êdî bêwate bûne û emrê fikrên sedsala 20’emîn êdî xelas bûye.

Dewletên kapîtalîst û nemaze jî şîrketên navdewletî pêwîstî dîtin ku rejîmên bi destê xwe avakirine êdî biguherînin. Şêwaza netewdewleta ku di sedsala 20’emîn de ava kiriye bi destê xwe diguherîne. Ji ber ku ev tişta ku bi destê xwe afirandiye dibe sedema aloziyên mezin û wê rejîmê dixwe. Kapîtalîzm ji bo ji vê aloziyê derkeve Rojhilata Navîn wekî deriyekî dibîne.

Dixwazin li herêmê ji bo sedsala pêş sînorên siyasî yên navbera dewletan biguherînin, tiştên ku berê hatibûn parçekirin hîn bêhtir parçe bibe, dewletên hatine avakirin dê hîn biçûktir bibin, yên belavbûne dê hîn bêhtir belav bibin û bi vî rengî dê aloziyeke hîn mezintir were derxistin.

Li hemberî van projeyên xwe projeyên birêz Abdullah Ocalan yên demokrasiyê wekî astengî dibînin. Ocalan di destpêka salên 1990’î de li ser vê projeyê şixulî û şêwaza dawî ya vê projeyê di salên 2000’î de temam kir. Xwestin bi komploya navdewletî gelên herêmê bi hev bidin şerkirin. Xwestin şerê kurd û tirkan, şerê kurd û ereban, şerê kurd û farisan, şerê sinî û şiîyan derxin. Armanc ew e ku şer û pevçûnên li herêmê hîn gurtir bikin û bi derxistina kaos û aloziyan armancên xwe pêk bînin. Dixwazin hemû gel û hemû civak ber bi dojehê ve biçin.

Hêzên kapîtalîst bi destpêka ‘Bihara Ereban’ planên xwe pêk anîn lê li Sûriyeyê bi qasî ku xwestin planên wan bi ser neketin. Ji ber ku li Sûriyeyê kurd xwedî projeyeke taybet in û bi şoreşê guhertinên çandî, siyasî û exlaqî pêk anîn. Ev şoreş ji şoreşên ku heta niha pêk hatine cudatir bû û ev şoreş ji muxalefetên ku xwe avêtibûn hembêza Tirkiye û welatên din cudatir bû.

Kurdan li ser fikra jiyana bi hev re ya gelan şoreş pêk anî û li hemberî pergalên heyî wekî alternatîfekê ye. Sedema bingehîn a êrîşkariya dewleta tirk a li hemberî bakurê Sûriyeyê ev projeya demokratîk e.

Em dikarin bibêjin ku helwesta Rûsya, Îran, rejîma Sûriyeyê û gotinên dawîn ên Trump hemû ji nêz ve girêdayî vê mijarê ne. Ji ber ku ev dewlet xwedî projeyên taybet in û ev demeke dirêj e li ser van projeyên xwe dixebitin. Naxwazin tiştek biguhere û tenê dixwazin her kes xwe bispêre îktîdara wan. Şer di navbera hêzên ku dixwazin li ser tiştên kevn hebûna xwe bidomînin ku ev hêz nijadperestî û olperestiyê bi kar tînin û hêzên guhertinê dixwazin de ye.

Ev projeyên kevneperest û projeyên ku qaşo guhertinê dixwazin di sedsala 20’emîn de nebûn çareserî û wê nikaribin di sedsala 21’emîn de jî bibin çareserî. Her du proje jî di esasê xwe de tiştên nû nahewînin. Barên gelan girantir dikin û ji bo projeyên xwe yên çewt gelan dikin qurban.

Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ku bingeha wê li bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo hemû gelan hêviyeke nû ye. Tenê bi vî rengî civak dikarin ji şerên sedsalan dûr bikevin û aramiyê bi dest bixin.

Fikra Neteweya Demokratîk ji vê herêmê derketiye û ev herêm bûye dergûşa mirovahiyê û şaristaniyê. Şaristanî li vê axê belav bû û dibe ku dîrok careke din dubare bibe û li ser koka xwe careke din şîn bibe. Bi xêra Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk careke din bi nirxên siyaset demokratîk  û exlaqê biratiya gelan bide pejirandin.

Ev şerê heyî ne tenê şerekî aborî, çandî, siyasî ye, di bingeha xwe de şerekî fikrî û îdeolojîk e. Yên xwedî fikreke rast dê dikaribin pêşengiyê ji şoreşê re bikin.

Dikarî Biecibînî