Deriyê firêqetiyê li kurdan vedibe

Di nav kurdan de gotinek heye; Deriyê firêqetiyê! Ev baweriyek qedîm e û li gor vê nêrînê her çiqas tengasî mezin bin jî li hemberî wan deriyê firêqetiyê jî heye.

Ev nêrîn, feraseta diyalektîkê dide der û bi qasî kevnariya vê gotinê, zanistiya wê jî nîşan dide. Ji bo kurdan deriyê firêqetiyê çi ye? Bêguman mirov dikare bêdudilî bersiv bide ku deriyê firêqetiyê têkoşîn û berxwedan e. Bêtêkoşîn û berxwedanê ji bo kurdan tiştek bê bidestxistin tune ye. Lê ne tenê ji bo kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn, deriyê firêqetiyê Ocalan e.

Nêzikî 3 sal û nîv e ku Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Bi vê tecrîdê civaka Tirkiyeyê hemû tengasî dîtin tecrûbe kirin. Her wiha civak pê dizane ku dema deriyê Îmraliyê vekirîbû û Ocalan nêrînên xwe dianî zimên, atmosfereke çawa aramî, aştiyane hebû. Hin kes û derdor vê yekê ji bîr bikin jî, rastiya Ocalan cardin xwe da der. Herî dawî dewletê Mehmet Ocalan şand Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Hîn naveroka vê hevdîtinê nehatiye aşkerakirin. Lê bi hevdîtina piştî salan a Ocalan re civak cardin hêvîdar bû. Di nav evqas tengasî û atmosfera şer de, hevdîtina Ocalan bi rastî jî hêviya firêqetiyê da gelê me. Nêrîn û dengê Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo qada navneteweyî jî girîng e. Lewma hevdîtina bi Ocalan re di qada navneteweyî de jî deng veda. Ji bo 20 deqîqeyan be jî gelê Tirkiyeyê bi xweşbînî li pêşerojê nihêrî. Niha her kes û derdor meraq dikin ka Ocalan ji bo geşedanên Rojhilata Navîn, rewşa Tirkiyeyê çi difikire û çi dibêje. Ev jî girîngiya rol û misyona Ocalan nîşan dide.

Di vê merheleyê de jî pêwîstiya bi Ocalan ji her demê zêdetir e. Niha derbarê Rojhilata Navîn de dengê Trump, dengê Erdogan, dengê Putîn derdikeve. Lê ev deng aloziya Rojhilata Navîn kûrtir dike. Ev deng dengê gelan difetisînin. Niha alternatîfa vê yekê dengê Ocalan e. Lewma mirovahî evqas gotinên Ocalan merak dike. Hevdîtina 20 deqeyan têrî hêvîdariya civakê kir.

Ev deriyê firêqetiyê ji aliyê xêrnexwazan ve tê girtin. Dizanin ku ev derî girtî bimîne, dê karibin planên xwe bi ser bixin, dê karibin şer mayînde, xizaniyê kûrtir, pêkûtiyê zêdetir bikin. Niha pirsa girîng ew e ku dê ev deriyê firêqetiyê çawa li kurdan vebe? Bersiva vê yekê jî derket holê. Piştî 2 sal û nîvan dewlet neçar ma ku Mehmet Ocalan bibe Giravê. Ev hevdîtin di encama berxwedana gelê kurd de pêk hat. Berxwedana Leyla Guven û têkoşerên gelê kurd ku 70 roj in li ber xwe didin vî deriyî nîvco kir. Ev derî hîn heya dawî venebûye. Mezinkirina vê têkoşînê dê deriyê firêqetiyê li kurdan veke.