Jiyana azad AKP-MHP´ê tehrîk dike!

Şerê li Sûriyeyê niha ketiye werçerxeke zehmettir. Heta niha li Sûriyeyê tenê şerên wekaletê dihatin kirin. Di ser çeteyên DAIŞ û El Nusrayê re şerê teşepêdana Sûriyeyê hebû. DYA di destpêkê de wiha difikirî ku Rojhilata Navîn bi îslama nerm a hevkar a li derdora Ixwan ul Muslimîn kontrol bike. Di serdema şerê sar de li dijî Yekitiya Sovyetan bi navê Kembera Kesk ji bo ku derdoreke îslamî ya hevpar DYA´yê gelek çavkanî veqetandin û dan wan. Li ser vî esasî hin derdorên hevkar çêkiribûn. Nexasim jî li Misrê peywendiyên DYA´yê bi Îxwan ul Muslimîn re hebûn.

Gava ku wan serhildanên gel ên ku navê Bihara Ereb li wan tê kirin, dan der, xwestin di ser van re Rojhilata Navîneke nû bi teşe bikin. Wan kir ku li Misrê Ixwan bibin desthilat. Wan li Sûriyeyê bi navê AAS (bi tirkî OSO) avahiyeke leşkerî derxist holê û xwest pê Sûriyeyê kontrol bikin. Armanca Tirkiyeyê jî ew bû ku nexasim jî di ser Ixwan ul Muslimîn ên li Misr û Sûriyeyê tesîra xwe ya li Rojhilata Navîn zêde bike. Lê gava ku aşkera bû ku ev çeteyên mîna DAIŞ û El Nusrayê xurt dikin, DYA´yê dev ji wan berda. Nexasim jî peywendiyên Tirkiyeyê bi van hêzan re DAIŞ û El Nusra xurt dikir. El Nusra El Qaîdeya li Sûriyeyê bû.

Tirkiye bi salan li Iraqê bi El Qaîdeyê re di nava peywendiyan de bû. Dema ku DYA´yê li dijî Ixwan ul Muslimîn bû xwedî helwest, vê yekê kir ku DYA bivênevê peywendiya taktîkî dayne bi kurdan re, ew kurdên ku li dijî DAIŞ û El Nusrayê re têkoşiyan. DYA´yê dixwest ji encamên têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ û El Nusrayê sûdê wergirin. Piştî ku DYA’yê heta bi asteke bilind ji şerê kurdan ê li DAIŞ´ê sûd wergirt, gava ku dor gihişt jinûve teşepêdana Sûriyeyê, êdî DYA´yê dest bi wî hesabî kir ka çawa dikare bi wan hêzên ku esas bi kar tîne, li Sûriyeyê çawa û çiqasî bibim xwedî tesîr. Ji ber ku bêyî kurdan li Sûriyeyê nikarin tiştekî bikin, xwestin bi zext, gef û şantajê bikin ku kurdan jî bixin rewşeke welê ku xizmeta vê siyaseta wan bikin.

Biryara vekişandina leşkeran ji Sûriyeyê ya DYA’yê, parçeyekî wê yekê ye ku berê xwe bide siyaseteke nû ya Sûriyeyê. Ango vekişîn wekî parçeyê siyasetekê ketiye dewrê. Daxuyaniyên destpêkê yên Trump û axaftinên wî nîşan daye ku di siyaseta nû ya Sûriyeyê de dê deshilata AKP´ê bi kar bîne. Lê belê ji ber ku xuya ye ku gava desthilata AKP-MHP´ê li bakurê Sûriyeyê bê tesîrdarkirin, ew ê komkujiyê li dijî wan kurdan bikin ku têkoşîn kirine li dijî DAIŞ´ê, hem ji nava koalîsyona li dijî DAIŞ´ê û hem jî ji nava DYA´yê bi xwe nerazîbûnê da der li dijî siyasetên DYA bi Tirkiyeyê re bi rê ve bibe. Nexasim jî gelên dinyayê û hêzên demokrasiyê nerazîbûn nîşan da ji vê siyaseta ji bo kurdan zilm û komkujî ye. Tevahiya dinyayê ji nêz ve dît û şopand ka Tirkiyeyê li dijî miletê bakurê Kurdistanê çawa komkujî kirin, bajar hilweşandin û ka çawa siyaseta qirkirinê li Efrînê bi rê ve bir.

Ji ber van nerazîbûnan, rêveberiya DYA´yê tercîh kir ku peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi kurdan di hevsengiyekê de bi cih bike. Ji ber ku dît ku siyaseteke kurdan veder bike, wê di pratîkê de pêk neyê. Ji ber vê yekê daxuyaniyan didin ku wisa nîşan dide, mîna ku ew li beramberî dagirkerî û komkujiyan kurdan diparêzin. Li aliyê din bi Tirkiyeyê re peywendiyan datînin, dibêjin, ew ê pêvajoyê bi Tirkiyeyê re bi rê ve bibin. Bi vê jî ew Tirkiyeyê li dijî kurdan weke amûreke zextê bi kar tînin. Hem Rûsya û hem jî DYA ji bo ku kurdan bînin ser xeta xwe Tirkiyeyê weke şantaj bi kar tînin. Ev yek jî careke din nîşan dide ka siyaseta li Rojhilata Navîn nexasim jî ya li ser kurdan, çiqasî qirêj e.

Serokê DYA’yê gotiye bila kurd Tirkiyeyê tehrîk nekin. Ev helwest xwedî maneyeke wisa ye ku hincetên siyasetên dijmin li kurd ên Tirkiyeyê rewa dike. Dinya hemû dizane, ya ku desthilata AKP-MHP´ê li Sûriyeyê tehrîk dike ew e ku kurd xwe bi rêxistin dikin û jiyana azad ava dikin. Demokratîkbûyîn jî desthilata AKP-MHP´ê tehrîk dike. Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşê tevahiya hêzên demokrasiyê dike, ev jî delîla vê yekê ye. Wekî din tê zanîn ku qet nikare xwe li daxwaza kurdan a jiyana azad û demokratîk ragire. Heger serokê DYA´yê bi van nizane, naxwe ew Tirkiyeyê qet nas nake. Lewma, gava mirov bibêje, bila kurd Tirkiyeyê tehrîk nekin, sedema vê ew e ku mirov Tirkiyeyê û siyaseta wê ya kurd nas nake. Desthilata AKP-MHP´ê nikare xwe li wê yekê ragire ku li meclisê parlamenter navê Kurdistanê hildin û peyva bajarên kurdan bibêjin. Ew gotina bajarên kurdan weke serhildanekê li dijî siyaseta qirkirinê dibîne. Niha, desthilateke bi vî rengî helbet wê xwe li wê yekê ranegire ku kurd li Sûriyeyê, meclisê ava bikin û bajaran bi xwe bi rê ve bibin; ew ê tehrîk bibe. Gava dibêje, li wir terorîst hene, ez li dijî terorîstan im, sedema vê ew e ku kurd bûne îradeya siyasî û xwedî rêveberiyeke xweser. Ji bo ku Tirkiyeyê tehrîk nekin, kurd divê dev ji rêveberiya xweser, xwerêvebirinê, perwerdeya bi zimanê dayikê, hêzên xwe yên parastinê û asayîşa xwe berdin. Kurd van daxwazên Tirkiyeyê qebûl nakin. Trump divê bibêje, hûn çima ji ber xwebirêvebirina kurdan tehrîk dibin, divê hûn mafên herî sereke yên kurdan qebûl bikin.

Ji ber ku di nava sînorên xwe de Tirkiye tu mafê kurdan qebûl nake, naxwaze destketiyên kurdan li Sûriyeyê hebin. Hê sala 2014´an, gava ku got Kobanê ne bajarê kurdan e, niyeta xwe ya rastî aşkera kiribû. Ma tiştên ku li Efrînê kirin, siyasetên dijmin li kurdan ên dewleta tirk nîşan nade? Tirkiye û desthilata wê ya AKP-MHP´ê tu mafê xwezayê yê kurdan qebûl nake, nasnameya wan û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl nake, ji bo asîmîlekirin û qirrkirina wan her tiştî dike, dibêje, em parêzvanên kurdan in. Ev derewa herî mezin û bêbinî ya dinyayê ye. Îşaret bi peywendiyên xwe yên bi PDK´ê re dike û dibêje, em ne dijminê kurdan in. PDK êdî veguheriya cileke sergirtina siyasetên qirrker ên dijmin li kurdan ên Tirkiyeyê. Lê belê, di dema referandûma ji bo serxwebûnê de tiştên ku Tayyîp Erdogan bixwe gotî li holê û meydanê ne. Gefên wî û heqaretên wî nehatin jibîrkirin. Aktorê herî çalak ê dagirkirina Kerkûkê desthilata AKP û Erdogan bûn. Jixwe, gava ku got, Kerkûk ne bajarekî kurd e, niyeta xwe nîşan da. Bi vî awayî wî zîhniyeta xwe ya kirinader a kurdan û guhertina demografiyê da der.

Halê hazir li Sûriyeyê herêma herî demokratîk û bi îstîqrar bakurê Sûriye û Rojava ye. Ereb, kurd û suryanî bi hev re bi xwişk û biratî dijîn. Jin bi awayekî çalak û azad di nava jiyana civakî, siyasetê û her karî de cihê xwe digirin. Tevahiya baweriyan azad dijîn. Di vê rewşê de di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE), erka her hêza siyasî ew e ku ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê van avahiyên xweser ên li bakurê Sûriyeyê qebûl bikin. Her hêza siyasê divê rêzê bigire ji jiyana siyasî, civakî û çandî ya ku kurd, ereb, suryanî û gelên din li bakurê Sûriyeyê ava kiriye. Heger hêzên ji derve dixwazin li Sûriyeyê alîkar bin bi gelan re hingê divê destekê bidin wê yekê ku bakurê Sûriyeyê weke parçeyekî Sûriyeya azad bijî.

Dikarî Biecibînî