Komara Kurdistanê, Pêşewa Qazî û destkeftên dewleteke 11 mehî!

A. Komara Mehabadê an Kurdistan!

Roja 22’yê çileya sala 1946’an rojeke girîng di rûpelên têkoşîna kurdan de ye. Sînorên komarê ji herêma Mukriyan heya ser sînorê çemê Eresê li bakurê rojhilatê Kurdistanê bûn. Hejmara şêniyên nav sînorên komarê jî 800 hezar bû. Ger sînorên axê kêm jî bûn lê sinorên wê yên manewî pir mezin û berfireh bûn. Gelek belge hene ku sala 1946’an komara kurdan xwedî nasnameyeke serbixwe bû. Mînakên jêr dikarin vê rastiyê baştir bi me bidin selimandin:

Rojnameya Kurdistanê ji hejmara 8 heya 19’an (sala yekem): Bi awayekî aşkera di rûpelên rojnameye ‘Kurdistan’ ê de gelek nivîsên balkêş li ser cejn an jî roja îlankirina komarê hatine amadekirin. Xala herî balkêş nûçeya bi sernavê ‘Cejinî êstiqlalî Kurdistan’ e ku di rojnameyê da hatiye weşandin. ‘Êstqlal’ tê wateya ‘serxwebûn’ ê. Û navê bajarekî jî nikare bibe navê dewleteke serbixwe.

Wêneyên serdema komarê: Hinek wêne jî hene ku yên wan salên dîrokî ne. Li ser wêneyê tabloya wezareta çandê wiha hatiye nivîsandin: Dewletî Cemhurî Kurdistan- wezaretî Ferheng’. Di serdêra belge û nameyên dewletî de jî em van çend peyvan dibînin. Her wiha li ser wêneyê Qazî Mihemed jî wiha hatiye nivîsandin: Pêşeway muzemî Kurdistan cenabî Qazî Mihemed. Wêneyekî Pêşewa Qazî heye ku di lênûska wî ya kar û xebatê de hatiye kişandin. Li pişta serê wî neşxeya Kurdistana mezin tê dîtin. Wêne ji aliyê Arçibald Roosevelt (1) ve hatiye kişandin

Naveroka axaftinên berpirsên komarê: Li naveroka axaftina Pêşewa Qazî binihêrin ku roja îlankirina Komara Kurdistanê li qada Çiwar Çira li pêşberî hezaran kesan kiribû: “Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paşa û desthilatdar û rêxistinên xwe yên millî bûne…” û di dewama axaftina xwe de behsa mîr û lîderên kurd ên berê dike ka çawa ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe feda kirine û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji armanceke wiha ra şer kirine. Ew li ser erdnîgariya Kurdistanê diaxive û navên weke: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa, Qûbadxan, Şêx Ûbeydulah û Simkoyê Şikak careke din di bîra guhdarên xwe de zindî dike.

Tawanên Qazîyan di dadgeha leşkerî de:

Dawiya rojên temenê Pêşewa yan jî dîmenê dadgeha leşkerî ya ku ew û hevalên xwe tê de hatine dadgehkirin, di belgeyên artêşa dewleta Îranê da hê jî hene. Tawaneke herî mezin ku ew Pêşewa pê tawanbar dikin wiha ye: “We di nav sînorên welatê Îranê de serxwebûna Kurdistanê ragihandiye.” Gelo ma belge ji vê ronîtir heye ku di dadgeheke leşkerî da û ji aliyê dijminekî dagirker ve li dijî Komara Kurdistanê tê kirin? Ev tawana herî dawiyê û bes bû ku îranî serokkomar Qazî Mihemed pê îdam bikin.

Wesiyetname û daxwaz: Li wesiyetname, belgeyên xweparastina Pêşewa û tawanên ku ew pê mehkeme kirine, binihêrin. Bi vê re ez bawerim ku rastiyên komareke serbixwe û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed yên kurdistanî dê baştir ji we re aşkera bibin.

Rêbaza Komarê: Komar xwedî manîfestoyeke kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bûbûn. Wan teva bi dil û can xebat dikir ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bigirin û liyaqeta xwebirêvebirinê ji dost û dijminên xwe re îspat biken. Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî da riheke niştimanperwerî û mezin xistibû nav civaka rojhilatê Kurdistanê. Piştgermiya wan a bi paşerojê re bi hebûna hêza Barzaniyan re mezintir bûbû. Tirsa herî mezin a artêşa Îranê jî ji hêza Barzaniyan bû. Di çend şerên ku di navbera her du aliyan da qewimîn, aliyê kurd hêzên Îranî têkşikandin. Azmûnên wiha dagirkerên ecem bi vê rastiyê hesibandibûn ku nikarin wiha rihet bikevin nav sînorên Komara Kurdistanê.

Bîranîn û hevpeyvîn: Nemir Seîdxan Homayon defterdarê Pêşewa Qazî Mihemed di hevpeyvîna ku min pê re çêkiribû de wiha dibêje: “… xatireyekê ku pir li ser bîr û hestên min bandoreke taybetî danî û niha jî hê li ber çavên min e, ev; di rêwingiyekê de ez di xizmeta Pêşewa Qazî û cenabê Hacî Baba Şêx a ji bo bakurê Kurdistana azad (Urmiye, Selmas, Xoy û Maku) de çûbûm û di dirêjahiya hemû wan bajar û gundan de ji aliyê gel û rûniştvanên wan bajar û gundan ve, pêşwaziyek gerim û bi tên ji serokkomarê kurd û hevalên wî, hat kirin. Dema ku em ji bajarê Xoyê ber bi Selmas û ji aliyê din jî ber bi Maku ve diçûn, ji dûr ve çiyayê serbilindê Agirî (Ararat) bi mêzera spî ya befirê derket beriya çavên me, Pêşewa Qazî Mihemed bi dilekî tejî êhsas du caran wiha kerem kir: “Silav li te ey Agirî, silav li te ey Agirî.” Di wan dem û çaxan de hestên Pêşewayê mezin ê kurd ji dîtina Agirî û silavlêkirina li vî çiyayê navdar, bi aşkerayî bîr û baweriyên Pêşewa Qazî bi dîroka kurd û daxwaza rewa ji bo standina maf û azadiya xwe û ji bo Îhsan Nûrî û ew şehîdên ku di Serhildana Agiriyê de, rolê xwe ya dîrokî lîstibûn û xwîna xwe ya paqij kirin fedayê azadiya neteweya kurd, hêvî û xweziyên Pêşewa bo azadiya hemû Kurdistan û gelê kurd, têda dihat dîtin.”(2)

Helwesta hikûmeta millî ya Azerbaycanê: Di dawiya sala 1945’an de îlankirina hikûmeta millî ya Azerbaycanê bandoreke mezin li ser kurdan kir. Wan nedixwest ku kurd jî pêngaveke weke ya wan hilgirin lê kurdan ne tenê guhdarî wan nekir, belkî di nava dilê sîstemeke desthildarî de “Şahî serbexoyî û êstqilalî Kurdistan…” gêrandin. Ne guhdarî daxwazên Ceifer Baqirof kirin, ne jî daxwazên firqeya demokrat a Azarebaycanê li Tebrîzê cî bi cîkirin. Ceifer Pîşewerî di hevdîtina dawî ya bi Qazî Mihemed re wiha gotibû: “Herêma we pareke axa wilayeta Azerbaycanê ye û di parlamentoya me de dê 5 kes berdevkên kurd jî hebin…” Qazî bi nerihetî bersiveke wiha dabû wî: “Ger qirar be em dîsa bikevin bin desthilatdariya hikûmeta nû, bes baştir ewe ku em dîsa di nava hikûmeta Îranê de bimînin…”

Di heman rojê de Qazî û hevalên pê re ji Tebrîzê vegerîn û di 22. 01. 1946’an de Komara Kurdistanê îlan kirin. Kurdan di wan şert û mercên hesas de xebata xwe ya li dijî dîktatorekî weke Riza Pehlewî ji xebata gelê azerî kêmtir nedidîtin.

Ji hêla din jî di wan salan de hêzên demokrat li Ewropa û hinek deverên din ên cihanê pêşkeftibûn. Rejîmên totalîter û ramanên kevneperestiyê bêhêz bûbûn. Pêşewa Qazî bi agahiyên xwe yên li ser rewşa wê demê ya cîhanê pêngavên mezin hilanîn ku doza kurd derbasî pêvajoyeke nûtir bike. Ew baş agahdarî dîroka siyasî ya hemû Kurdistanê bû û dizanî ku gel dora wî bernade. Wan guherandinên gerdûnî bandor li Îranê û fikra gelên di nava sînorên wê de jî kiribû. Bitaybetî jî kar û guherandinên ku li rojhilatê Ewropayê çêbûbûn, bandoreke baş li ser Rojhilata Navîn kir û civaka Îran û çar parên Kurdistanê jî hejandin.

Artêşa neteweyî, fêrmîbûna zimanê kurdî: Bi çêbûna komarê re kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên kurd bi şev û rojan dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê bikin. General û serleşkerên kurd bi hezeke bêdawî kar dikirin ku artêşa wan bikaribe di rojên teng de sînorên welatê xwe biparêzin.

Xwendina bi zimanê zikmakî jî li gorî qanûnên jimarê fêrmî bû.

Sirûda neteweyî (ey reqîb) û ala komarê: Komar xwedî sirûd û ala xwe ya taybetî bû. Şairên millî, navê pêşmerge û çend tiştên din di çaxê komarê de ketin nav jiyana kurdan a siyasî û civakî.

B. Lîderekî zana û karîzmatîk Pêşewa Qazî

Cihê sosret û matmayînê di vir de ye ku Ceifer Pîşewerî û kabîneya hikûmeta millî ya Azerbaycanê ku li ser azadiya gelan û demokrasiyê pir diaxivîn, tev li dijî statûyekê bûn ku navê wê ‘Kurdistan’ be. Helwesta wan li dijî îlana Komara Kurdistanê ji ya rayedarên Îranî li Tehranê cuda nebû, belkî heta dijwartir jî bû. Di vir de rola lîderekî zana û dûrbîn ê weke Qazî Mihemed baştir kifş dibe ka çawa bi dîplomasiyeke baş ji derfetên heyî sûd girtiye û bêtirs ji gotin, gef û daxwazên rayedarên sovyetî, azerî û îranî bi hevkariya hevalên xwe di nava dilê sîstemeke seltenetî de komareke demokratîk îlan kiriye. Beriya wê şer û diyaloga di navbera Qazî û Pîşewerî de li ser kiryareke wiha germ û tund bûbûn. Ceifer Pîşewerî di hevdîtinekê a bi Pêşewa Qazî re pirseke wiha jê dike: “Me desthilateke otonom îlan kiriye lê hûn dixwazin dewleteke serbixwe ragihînin?”

Pêşewa jî bi nermî wiha bersiva wî dabû: “Berî ku ez karekî wiha bikim, min serleşkerê sovyetî Yermakov li Tebrîzê haydar kiriye ku dê karekî wiha encam bidim…”(3)

Ceifer Pîşewerî bo cara dawiyê ji Qazî xwest ku li ser vê meselê ew biçe Tebrîzê. Qazî çû lê li ser biryara xwe bi israr bû. Wî carekê bi nêrîneke tehl û rûyekî qehrî ji Pîşewerî re wiha got: “Ger qirar be em ji bin desthilatdariya hikûmetekê biçîne bin desthilatdariya hikûmeteke nû, êdî baştir e ku em bi dewleta navendî re bimînin. Ji hêla ziman û kulturî ve bêtir ji azeriya, kurd û faris nêzî hevin…” (4)

C. Dewleta Îranê û sivikatiyên bi dîroka kurdan!

Di nava kurdan de tişteke bi navê komara Mehabadê nebûye û nayê pejirandin. Bi belgeyên ku min destnîşan kirin, gotar, hevpeyvîn û lêkolînên ku ji hêla gelek kesan ve hatine amadekirin, navê Komarê Kurdistan bûye ne Mehabad. Mehabad paytexta dewletê bû. Kesên weke komara Mehabadê jî bi nav dikin an kesên sade û nexwendîne, yan jî bi zanebûn ji bo kêmkirina wê destkefta kurdan a dîrokî navekî wiha bikar tînin.

Îranî di ragihandina xwe ya piştî têkçûna komarê de navê wê weke: “Cimhuriyê poşalî anku komara bêhêz, bêdewam, sist û bêbingeh binav dikirin. Lê dema ew tenê peyva ‘cimuhirî’ bikar tînin û bixwe jî xwedî dewleteke seltenetî bûn, bes hingî baş dizanin ku kurdan dewleteke serbixwe ava kiribûn û sînorên wê jî diyar bûn. Salên dirêj wan rê li ber kurdan û lêkolînvanên Îranî digirtin ku dixwestin li ser komarê lêkolînê bikin. Di hevpeyvîna ku min bi wezîrê perwerdeya komarê nemir Menaf Kerîmî re çêkir berpirsên komarê yê ku sax bûn û kesên ku dilbendên serxwebûn û rêbaza Qazî bûn tim di bin çavdêriya parastina dewletê de bûn. Sala 1961’an de dîplomatê amerîkî William Lester Eagleton (5) hate Kurdistanê û dest bi nivîsandina pirtûkekê bi navê ‘Kurdiş republic of Mahabad’ kir. Lê tu guman di vê rastiyê de nîne ku ew bi mercên ji berê ku Savakê danîne pêşiya wî, hatibû Mehabad, Urmiye, Selmas û li ser komarê lêkolîneke meydanî amade kiribû. Hemû zanyarî ji Menaf Kerîmî, Seîdxan Homayon, Omerxanê Şikak û hinek rewşenbîrên kurd stendibûn. Wî bi zanebûn an jî li gorî daxwaza berpirsên SAVAK’ê navê Mehabadê li ser pirtûka xwe danîbû ne Kurdistan.!! Sala 2005’an min Eagleton li bajarê Hewlêr dît ku ji bo festîvala komarê hatibû wir. Min li ser navê pirtûkê jê pirsî, wî jî wiha got: “Di wan şertên giran de min gelek zehmetî kişandin heta ku ew pirtûk hate amadekirin. Karekî hêsan nebû ku SAVAK li her derê liv û çalekiyên te bişopîne û tu jî werî li ser Komara Kurdistanê bi mezin û wezîrên kabîneya komarê re hevpeyvîna amade bikî. Kes amade nebû bersiva pirsên min bide û heta hinek mezin û şêxên kurd ji tirsa dewletê li dijî Qazî û damezirandina komarê jî diaxivîn….”(6)

Pêwîst e em baş agahdarî dîroka xwe ya salên berê bin. Li gorî gelek dîroknivîs û lêkolînên berfireh beriya Komara Kurdistanê ya sala 1946’an li Azerbaycanê ‘Kurdistana Sor’ û li Agiriyê jî komareke di bin pêşengiya general Îhsan Nîrî Paşa de hatibû îlankirin. Helbet em behsa şertên dem, sal û sîstema birêvebirina wan komaran nakin lê pêwîste em van rastiyên dîroka xwe jî baştir raxîn ber çavan.

Bi van gotin û nêrînan re hingî em dizanin ku Komara Kurdistanê di şert û mercên dema xwe de ango; ronesanseke siyasî, çandî û ragihandinê. Ji ber wê jî Komara Kurdistanê tê wateya cesaret, demokrasî, modernîte û modêlek Kurdistanîbûnê. Temenê wê kurt bû lê destkeft pir bûn. Destkeftên ku heya roja îro jî bandora xwe ya li ser civaka Kurdistanê wenda nekirine.

Beriya pêkhatina komarê ‘hestên neteweyî’ di nava kurdan de zêde bihêz nebûn. Li pey şehadeta lîderê xwedî hêz û planên dûrbînane Simkoyê Şikak dewleta navendî ya Îranê bi şêweyên sîstematîk dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasiyon û cihgûherîna kurdan kiribûn. Beriya çêbûna komarê, berpirsên J.K ( Komeley Jiyanewey Kurd) xebat kirin ku sewiya rewşenbîriya civakê bilind bikin.

D.  Polîtakaya taybet a farisan û Komara Kurdistanê

Sedelbete belê û li dijî kurdan û daxwazên wan ên rewa îranî û tirk tevî her du welatên din xwedî yek stratejî û siyast bûne û desthilatdarên îro jî hê li ser wê xêzê dimeşin. Peyva îsyanê, peyveke erebî û wateya wê guneh an jî sûc e ku ji serdema Osmanî û Safewiyan li dijî wan lîder û serkêşên kurd re dihate bikaranîn û gotin ku li dijî zordarî û zilma wan şoreş û serhildan birêdixsitin. Li Îranê zêdebarî wan tewanên bêbingeh dema ku kurd di stendina mafên xwe de bi israr û pêşve diçin, li pey temirandina serhildanê serokên wan têne girtin û di dadgehên leşkerî de li jêr navê sîxûr, xayîn, cudahîxwaz û welatfiroş têne mehkemekirin û dawiyê îdam dibe para wan. Ew heta nahêlin malbat termên wan an jî li cihwarê bav-kalên wan veşêrin û li cihekî bênav û nîşan têne binaxkirin. Mesela heya roja îro jî kes nizane Simko li ku dera bajarê Urmiyeyê hatiye veşartin.!!

Di çavê tirkan de Seyîd Riza, Şêx Seîd, Zarîfe û şoreşgerên din ên doza Kurdistanê xwedî kîjan nasnameyê bin, di çavê îraniyan de jî Şêx Ubeydulah, Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Qedemxêr û Qasimlo heman kesayetî ne. Polîtika yek, rêbaz, awayê serkût û kuştinê jî heman e. Mînaka herî balkêş ewe ku berî zêdetirî 70 salan di nava sînorên biçûk ên Komara Kurdistanê de hemû çînên civakê xwedî mafên wekhev bûn lê ne ji sedî 30 kurdên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ne jî ji sedî 17 kurdên li rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî biçûktirîn mafên xwe yên şerî û sirûştî ne.

Di nav sinorên Komara Kurdistanê de kêmneteweyên azerî, asur û ermen mîna kurdan xwedî hemû mafekî bûn. Ev nîşaneya îspata wê rastiyêye ku bîr û ramanên serokkomarê Kurdistanê demokratîk, modern û hemdem bûn. Berevajî Mistefa Kemal, Riza Şahê Pehlewî û heta kesên weke T. Erdogan jî, Pêşewa Qazî agahdarî rewşa cîhanê ya siyasî-civakî bû û dixwest dewleta kurdan mîna welatên demokratîk xwedî hemû pirensîbên aştîxwazî û demokratîk be.

Demokrasî ne bi gotinê belkî di kirin û avêtina pêngavan de xwe dide xuyanîkirin.

Salroja damezirandina Komara Kurdistanê li we hemû xwendevanên hêja û girtiyên doza azadiyê pîroz be.

Jêder û têbînî:

(1). Archibald Roosevelt ( 1894-1979 ), serleşkerekî payebilind ê artêşa Amerîkayê ku di her du şerên cihanî yên yekê û du-duyê de birîndar bû.

(2). Hevpeyvîn bi Seîdxan Homayon re. Ew xwarza û sekreterê kar û barên buroya Qazî Mihemed li serdema komarê bû.

(3). Hejayî gotinêye ku roja îlana komarê Yermakov ji dûr ve  şahidê cejna Kurdan a ragehandina komarê bûye.

(4). Rojnameya Kurdistan, Organa fêrmî a HDK’ê, sala 1946.

(5). W. Eagleton di sala 1926’an de li Peoria a welatê Amerîkayê hate dinê. Ji sala 1959 heya 1961’an konsolosê Amerîkayê yê li bajarê Tebrîzê bû. Di roja 27. 01. 2011’an de jiyana xwe ji dest da.

(6). Hevpeyvîn li gel W. Eagleton, Hewlêr 24.01.2005

Dikarî Biecibînî