Tecrîd û hilweşandina faşîzmê

Em ketin saleke nû. Çirûska rastiya berxwedana ku Leyla Guven pêxist bi tevlêbûna bi sedan girtiyan di roja 73’emîn de berdewam e. Vê berxwedanê rengê xwe da sala nû. Li aliyê din di rojên destpêka salê de, di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê qetilkirina 3 jinên Kurdistanê yên şoreşger; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez; di 4’ê çileya 2016’an de qetilkirina Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir di sala nû de ev taybetmendiya wê ya bingehîn bi watetir dike.

Li gorî vê rastiyê em dikarin bi awayekî zelal bêjin, ew ê ev berxwedan bi girêdana bîranînan, hesabpirsîn û têkoşînê rengê xwe bide sala 2019’an. Jixwe ji bilî vê tiştek cudatir jî ne pêkan e.

Faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2018’an de qedandina têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê wek hedefeke bingehîn danîbû pêşiya xwe. Ev bi awayekî vekirî anîbûn ziman. Nûnerên wan ên fermî û wezîrên wan ragihandibûn ku “dê êdî kes navê wan jî neyne ser ziman”. Li ser vê bingehê wateyeke wiha dabûn dagirkirina xwe ya Efrînê û pê re jî êrîşên xwe zêdetir kiribûn. Di asteke wisa de bû ku ji bo van êrîşan li hemû parçeyên Kurdistanê pêk bînin, bi hemû derfetên xwe hem bi hêzên navneteweyî hem jî bi dewletên dagirker ên Kurdistanê re bi dayîna her cure tavîzan têkilî bi pêş xistibûn. Di encama vê de jî ji van hêz û dewletan piştgiriyeke “bi hêvî” wergirtibûn. Êrîşên li hemberî Şengalê û qetilkirina Zekî Şengalî, piştî dagirkirina Efrînê zêdekirina êrîş û gefên li hemberî rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê hewldanên avakirina harêmên nû yên dagirkirî, ber bi dawiya sala nû ve biryara DYA’yê ya derbarê pêşengên Tevgera Azadî û Demokrasiyê; Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayılan de û daxuyaniyên wê yên derbarê vekişandina hêzên xwe yên li rojavayê Kurdistanê û hwd. encamên  van polîtîkayan bûn.

Lê bele ligel piştgiriya hat dayîn û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê di 2018’an de negihîştin hedefên danîbûn pêşiya xwe. Berevajiyê vê dikarin bêjin, qelstir bûn û li hin rêyên din geriyan. Bernameya xwe ya sala 2019’an jî li gorî vê amade kirin. Lê belê li vê bernameyê tiştekî nû zêde nekirin û nikaribûn lê zêde bikin. Ev jî beriya ku bikevin sala 2019’an berfirehî û meziniya têkçûna wan radixe ber çavan.

Faşîzma AKP-MHP’ê qediyaye. Dikarin bêjin ku ji bo hinekî din xwe li ser pêya bihêle hemû hêz û enerjiya xwe bi kar tîne. Dizane ku hêz û enerjiya di destê wê de têr nake ji ber vê li çavkaniyên hêzeke nû digere. Ji bilî vê jî tu çareya wê tune ye. Lê xwe nikare bigihîne van jî. Ji ber vê jî ji rezervên ku berê bi kar anîbûn û qedandibûn hêvî dike. Sedema isarara di şerê psîkolojîk de û xwesteka zindîhiştina taktîkên hilbijartinê ji ber vê rastiyê ye. Çimkî bi şerê taybet-qirêj; nijadperestî,netewperestiyê, bi hilbijartinan jî; kesên kirine wek keriyan û piştgiriya wan werdigirin, li dora partiya xwe kom dikin. Bi xwespartina vê, difikrin ku demek din jî li desthilatê bimînin. Ew dizanin ger ji vê dûr bimînin nikarin li ser pêya bimînin.

Cewhera plansaziya faşîzma AKP-MHP’ê ya 2019’an û nêzîkatiya wê ya hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an jî ev e. Nikare hilbijartineke bêyî şerê taybet-qirêj li dar bixe. Hewl dide bi şer, yên li hemberî xwe bieciqîne, bi bilbijartinan jî nerewabûna xwe pişt perde bike. Faşîzma AKP-MHP’ê vê rastiyê pênase dike.  Ji xeynî vê jî tiştek din ne pêkan e.

Rastiya ku divê hêzên sosyalîst, şoreşger, demokrat û azadîxwaz û heta hemû rikber û muhalifên AKP-MHP’ê bibînin jî ev rastî ye. Greva birçîbûnê ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û heveseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bûye çirûsk, bi tevlêbûna bi sedan girtiyan di rojên 70’î de berdewam e û divê bi vê rastiyê nêzî berxwedana grevên  birçîbûnê bibin. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, kedkar, bindest, kesên pêşeroja xwe di faşîzma AKP-MHP’ê de nabînin û di bin fişar û zilma wê de ne û hwd. hemû kes bi vê hişmendiya têkoşînê bibe xwedî helwest û nêzîkatî. Divê bê zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê jî encax dikare bi têkoşîneke hevpar bi paş bê xistin û têk biçe.

Ji ber vê ye ku ev berxwedana ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ya ku dê rengê xwe bide sala 2019’an û li ser milê girtiyên siyasî bilind dibe, divê li derveyî zindanan bibe têkoşîneke wisa ku ji her demê zêdetir ber bi azadiyê ve bibe. Pêwîst e li gorî vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigerin. Divê tu car neyê jibîrkirin ku encax bi berxwedaneke wiha di heftemîn salvegera qetilkirina; Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û di sêyemîn qetilkirina; Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir de dikarin xwedî li bîranînên wan derkevin, bibin şopdarên têkoşîna wan û ji kujerên wan hesab bipirsin.

Dikarî Biecibînî