Baronê şer Erdogan e

Di 14’ê tebaxa 2001’an de dema AKP hat damezirandin kesên ku di rêvebiriya partiyê de cih digirtin bi giranî mirovên karsaz bûn. Ev kesên ji kevneşopiya oldarî tevdigeriyan bi demê re li gor berjewendiyên xwe ketin nav kiryarên cuda û berjewendiyên gelan paşguh kirin. Lewma kesên ku bi AKP’ê re têkildar in di demek nêz de bûn xwedî serwetek mezin û çîn guhertin. Hemû rêvebiriyên AKP’ê ketin pêşbirka karên mezin. Ji bo vê yekê di nav çend salan de di navenda bajaran de cihê ku blokên betonê nehatibin danîn, daristanên ku nehatibin qetilkirin û nirxên nehatibin binpêkirin neman. Dema dawî li vê hat û kanî miçiqî di serî de Erdogon, desthilatdariya AKP’ê ket nav hewildanên cuda. Ev hewldan çi ne?

Erdoğan dema ji Partiya Refahê di sala 1994 û  1998’an de erka serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stanbolê bû, dida meşandin bi hin kesên ku ji nêz ve bi serokê wê demê  yê Partiya Refahê Necmettîn Erbakan ve girêdayî û şagirtên wî re hevaltiyê pêş dixe. Bi demê re van kesan bi xwe ve girê dide û bi wan re gelek karên stratejîk dide meşandin, şirîkatiyê pêş dixe. Îro dema mirov lê mêze dike di demek wisa nêz de dewlemendiya malbata Erdoğan ku îro gihaştiye jor, xweş dikare bibîne ku bi saya van şirîkatiyan ne. Lê ev karên ku wisa bi hev re didin meşandin çi ne?

Erdogan tifaqên pêş dixe hemû siyasî ne. Di salên 90’î de Ozdemîr Bayraktar nas dike û bi vî kesî re hevaltiyê pêş dixe. Dema Erdoğan tê ser îktîdarê ji bo malbata Bayraktar jî derfetên di warê sanayiya leşkerî de xwe pêş bixe tê afirandin. Di despêka salên 2000’î de Ozdemîr Bayraktar ji hêla Fermandarê Tugaya Navenda Ewlekariyê a Şirnaxê Melîh Gulova ve ji bo nevendeke leşkerî ya balafirên bêmirov û çekên cuda bê avakirin, li çiyayê Gabarê tê vexwendin. Di sala 2007’an de ev proje bi dawî dibe û dest bi faliyetê dike. Di heman salê de li dijî Herêmên Parastina Medya û li ser bakurê Kurdistanê her roj balafirên keşfê geriyan  û êrîşên hewayî hatin destpêkirin.

Piştî sala 2011’an û şûn ve şerê ku li Rohilata Navîn belav bû ji bo baronên şer jî derfetên mezin da avakirin. Di Rojhilata Navîn de şerê ku diqewime bazara çekan jî di asteke mezin de pêş xist. Bi vê ve şîrketa Bayrak Makîna jî li gor pêdiviyên herêmê çek çêkirin. Erdoğan dît ku ev bazar her diçe pêş dikeve û baldariyek mezin ji bo çekan heye, ji bo xwe bike şirîkê vê ket nav hewldanan.

Ji sala 2015’an vir ve hemû gotin û kiryarên Erdogan di çerçoveya şer û çekan de ye. Tekiliyên bi Rûsyayê re li ser kirîna S-400’an, bi Amerîka û hin welatên Ewropayê re li ser çekên parastina hewayî yên Patrîot û tankan, bi Îsraîlê re jî li ser kirîna perçeyên çekan têkîlî pêş dixe. Ev jî dide diyarkirin ku Erdogan di nav van deh salên dawî de di pêşketina şer de çiqas xwedî rol e.

Piştî bazara çekan li herêmê pêş ket Erdogan mîna çaxên berê bi rêya malbatî xwest şirîkatiya xwe ya bi malbata Bayraktar re xurt bike. Lewma keça xwe ya biçûk Sumeye Erdogan bi kurê Ozdemîr Bayraktar yê ku di proje û tasarima balafirên keşfê de xwedî rol e re da zewicadin. Ev zewac ji bo şirîkatiya di navbera malbata Erdogan û Bayraktar de xira nebe û têk neçe mîna garandiyekê hatiye dîtin. Bêguman ev jî dide diyar kirin ku Erdogan çiqas razemeniyê li ser bazara şer dike.

Tekîliya dewlata tirk bi çeteyên mîna El Nusra û Arteşa Azad a Sûriyeyê re ji bo li herêmê şer kûr bikin û ji xwe re bazara alavên leşkerî ava bikin dest pê kir. Lewma li rexmî hemû projeyên hêzên navneteweyî yên ku dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê bi rêyên demokratîk û diyalogê çareser bikin, Erdogan di şer de israr dike. Ji bo baronên şer qedandina şer tunebûna wan e.

Di 23’yê çileya 2019’an de dê Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne. Yekem mijara vê hevdîtinê jî leşkerî ye. Ji bo şer di herêmê de berdewam bike hêza xwe ya dewletê bi kar tîne. Êdî aşkera ye ku Erdogan û hikûmeta wî bi şerê herêmê xwe li ser pêya digirin. Ger ev şer nebe ew jî nikarin rojekê li ser pêyan bimînin.

 

Dikarî Biecibînî