Oldarên sextekar, minafiqên derewkar!

Ji siyasetmedarên oldar zêdetir tu kes û derdor zirarê nadin bîr û baweriyê. Baweriya fikrî bi berjewendiyên jiyanê û yên kesayetî dirize. Oldar di nav xwe de 2 beş in. Yek ji wan ji bo jiyana ruhanî jiyana rojane feda dikin. Beşa din jî li ser propagandaya dîn û îman her tiştî ji bo jiyana rojane, berjewendiya şexsî dike qurban.

Tiştê ku beşa duyemîn nefiroşe, nirxên ku feda neke tune ye. Guherîna derdorên îktîdarê vê rastiyê nîşan dide. Bi daxwaza ‘dîn-îman’ derketin rê niha ji bilî ‘dîn-îman’ xwediyê hemû tiştî ne. Kê digot û bawer dikir ku rojnameya Yenî Şafakê dê rojekê propagandaya kenevîrê bike! Ew rojnameya ku bi salan e tevgera kurd bi afirandin û firotina kenevîrê tawanbar dike. Kê digot derdorên îktidarê ku hemû sondên li hemberî sonda li ser navê xwedê wekî kifirî û şîrkê bi nav dikirin, dê rojekê ji bo pêşîlêgirtina tevgera kurd, sondxwarina şaredaran bînin rojevê. Xwedê kesî şaş û fehş neke!

Ev derdor ji bo qedexekirina zimanê kurdî, ji bo êrîşkariya li hemberî Rojava fetwa derdixin. Niha beriya hilbijartinan cardin ev derdor oldariyê, bîr û baweriyê li hemberî tekoşîna gelê kurd wekî amûrekê bi kar tînin. Xwe wekî krîtera oldariyê, heşa-heşa pîvana kelama xwedê nîşan dide. Yek ji van aqilmendan parlamenterê Wanê yê AKP’ê Abdulahat Arvas wiha gotiye: “Ger ku AKP li Wanê (di hilbijartinên heremî de) bi ser nekeve dê jinên sergirtî yên bi eşarp nikaribin derkevin kolanan. Dê çete kolanan zeft bikin.” Gotina Arvas berevajî bikin dê rastî derkeve holê.

Di dema îktîdara AKP’ê de, dayikên kurd li kolanan rastî tundiya polîsan tên. Ew dayikên kurd hemû sergirtî ne, xwedî bawerî ne. Erdogan ji bo armancên xwe nedigot ‘Jin be jî zarok be jî em ê çi pêwîst be bikin.’ Tundiya li hemberî dayikên ku li Wanê pêk hatibû, nayê jibîrkirin. Şaredera kurd Dîba Keskîn ku sergirtîbû di dema AKP’ê de ji peywirê hate girtin û şandin girtîgehê. Hîn du roj berê parlamentera Amedê ya HDP’ê Remziye Tosun li ber girtîgeha Amedê rastî êrîşên polîsan hat. Di dema AKP’ê de girtîgeh tijî dayikên kurd ên sergirtî kirin. Di dema AKP’ê de kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû. Yanî heya ev feraset li ser kar be, ne jinên sergirtî ne jî jinên servekirî xwediyê jiyaneke ewle nînin. Ev feraset neyarê mirovan e û ji Xwedayê van mirovan jî hez nake.

Dizanin ku dê gelê kurd hem xwe û hem jî Tirkiyeyê ji vê ferasetê rizgar bike, lewma ji bo dijberiya gelê kurd oldariyê, bîr û baweriyê bi kar tînin. Lê ev kes û derdorên minafiq ku olê, bîr û baweriyê, hemû pîroziyên mirovahiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin dê di nav vê yekê de bifetisin.

 

Dikarî Biecibînî