Du hunermendên kurdistanî: Mihemed Mamlê û Hesen Cizîrî

Sal 1995 bû. Nêzî duyê rêbendan û meha komara Kurdistanê bû. Meha çile û metroyek befir li erdê bû. Ez û çend hevalên xwe ber bi paytexta evîn û xwînê Mehabadê ve birê ketin. Hemû salê dema ew rojên dîrokî nêz dibûn hestên me bêtir ji berê germ dibûn. Him bapîr û him jî babê minê dilovan tevî gelek kesên nêzî me pêşmergên serdema komarê bûn. Û dema babê min li ser wan rojên xweş û kêm temen diaxivî, axîn li pey ax û keseran dikişandin. Carna jî nedikarî xwe bigire û hêsir bi ser pehnahiya hemû rûyê wî de dihatin xwarê. Kalkê min şehîdê wan salên tije liv û lebat ji doza Kurdistanê re bû. Bavo çi caran nedigot meçe Mehabadê û dema ez vedigerim malê jî bi baldarî li çawaniya rêvîngiya min û hevalan guhdar dikir. Ew aşiqê Pêşewa, Mehabad û qehremanên sereke yên doza komara sala 1946‘an bû.

Wê salê 20‘ê meha çile bû ku em danê êvarê gihane Mehabadê. Dema li wir bûm dilê min vedibû, hezeke mezin û bêdawî ber bi min ve dihat. Mêvanperweriya gelê wir heza ji jiyanê zêde û zêdetir dikir. Bi dîtina qada Çar Çira xewn û xeyalên bavê min yê hêja li ber çavên min zindî dibûn. Ez bi çîrok û serpêhatiyên ku baboyê zana ji me re vedigotin mezin bibûm. Wî ez kiribûn evîndarê dîroka welatê dagîrkirî. Wî evîna xwe ya ji doza Kurdistanê re di nava hest û riha me zarokên malê de jî kiribû mîrasek.

Çûyîna ser mezarê şehîden komarê karekî hêsan nebû. Her yek ji me sê şaxên gulên sor girtin destê xwe û bi awayekî me xwe gihand ser mezarê Pêşewa Qazî û hevalên wî. Destpêk û dawiya wan kêliyan tim bi hêsrên çavan dihatin dawiyê. Xemeke giran dibû mêvanê dilê me hemûyan û kîneke mezin jî berê xwe dida hestên me.

Rojek piştre em bûn mêvanê hunermendê navdar mamosta Mihemed Mamlê û dema dît em bi kurmancî diaxivin, wiha pirsî: “Êw be Şikakî qisan deken…?“

Min berê bi rêya kurê wî kak Wirya Mamlê xeberdar kiribû ku ezê hevpeyvînekê pê re çêbikim. Pirs pir bûn û li derekê min jê pirsî: “Hûn ji hunermendên kurmanc kê dinasin?“

  • Ez Hesen Cizîrî, Arif Cizrawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û Tehsîn Teha baş dinasim…, lê huner û dengê Hesen Cizîrî li ba min xwedî tameke pir cuda ye. Bi taybetî jî dema ku strana Kevokê dibêje, ez mendehûş û heyran dimînim. Bi rastî Kevoka Hesen Cizîrî pir nayab û bêmînak e, hunera zengîn û bilind a strana kurdî tê de aşkera ye…”

Dîsa min jê pirsî: “Mamosta beriya ku Hesen Cizîrî wefat bike, we ji nêz ve hev nedîtî ye?“

Bi xembariyeke mezin li min nêhrî û wiha got: “Ne rol e giyan, ez li vir tim di bin çavdêriya de bûm. Carna ku bi dizî û ji bo tomarkirina stranên xwe diçûm aliyê din yê Kurdistanê, li Silêmanî pêşwazî pir zêde bû, lê dema vedigerîm Mehabadê beriya ku bigihêjm malê cendirmeyên dewletê an jî sîxûrên Sawakê li ber deriyê malê bangî min dikirin… Min gelek caran xwest ku Hesen û Arifê Cizrawî bibînim, lê her carê ku min dipirsî an li Bexdayê bûn an jî gelek dûrî min. Bes vê rastiyê ji dil dibêjim dema ku dengê wan ji radyoya Bexdayê dihate min, haya min ji derdorê nedima. Bi hemû wateya xwe hunermend bûn. Deng, awayê gotinê û ew xerîbiya ku di qirika wan de hebû, ez dibirim cihaneke din…“

Hevpeyvîna min a bi mamosta Mamlê re dûr û dirêje. Ew xweşxwanê dema komarê bû û li ser daxwaza min marşa ku di wê rojê de li pêşberî hezaran kesan gotibû, dîsa bi dengekî nizim ji me re got:“Xuwaye weten awakey, çend dilgîr û şirîn e…“

Li ba wî her straneke siyasî bi qasî pirtûkekê zanyarî didane gelekî ku di bin nîrê bindestiyê de bû. Lay-lay, Exeter, kurd im em in, daye giryan“ û sedan berhemên din di karnameya wî ya hunerî de tomarkirî ne.

Pirî caran û hema çend mehan piştî têkçûna komara Kurdistanê bi sûça ku ala Kurdistanê di mala xwe de veşartiye û stranên şoreşgerî gotine, hate girtin. Êdî ji wir û şûnde mala wî ya duyê zindan bû. Ji dema desthilata Pehlewî û piştre hatina sîstema totakîter ya komara Îslamî wî qet teşebûs nekir ku di TV, radioyo û heta rojnameyên wan de huner û navê xwe derxîne. Bedelên vê dijayetiyê jî jêre giran bûn. Sala 1982‘an kurê wî yê ciwan Necat (1966-1982) tevî dehan xortên din yên kurd li Mehabadê hate îdamkirin.

Bi destpêk û kurtebîranînê re ka em li kurte jiyana du hunermendên navbirî jî binêrin:

Xwediyê dengê resen, bilind û bihêz : Hesen Cizîrî

(1917 Birca Belek / 1983 Zaxo)

Sala 1917’an dema ku hêjî şerê cîhanê yê yekemîn bi germî berdewam bû li gundê Birca Belek yê nêzî bajarê Cizîra Botan hunermend Hesen Cizîrê di malbateke xîzan, destkurt û hejar de çavên xwe bi ronahiya jiyana vê dinyayê vekirin. Navê bavê wî Fetah Ehmed û dayika wî jî Şemsê Hemîd e. Hesen hê zarok bû ku dayika wî çû ser heqiya xwe. Ji zarokatiyê çavên Hesen kêmhêz bûn. Ew hê deh salî bû dema ku jinbava wî ji bo çareserkirina nexweşiya çavên wî dermanekî kurdewarî bikar anî û rewşa çavên wî ji berê xirabtir lêhat.

Sala 1937’an bû, Hesen bi çend hevalên xwe re li ber Pira Delal ya nêzî bajarê Zaxo bûn, ew bi dengê xwe yê bilind û xweş strana Bilbilo distirî, ji nişkan ve Hesoyê 20 salî kore bû. Dîmenê dinyayê yê dawiyê ku wî dît û xatira xwe jê xwest Pira Delal bû. Hesen çiqas qêriya û li derdora xwe zivirî êdî nekarî sînahî û ronahiyekê bibîne.

Sala 1942’an ku Hesenê dengbêj li piraniya deverên başûrê Kurdistanê bi navê “Hesoyê Mitirb ” dihat nasandin, çû Bexdayê û di demek kêm de di nava kurdên wir de jî ji ber denxweşiya xwe pir hat hezkirin.

Sala 1948 û 49’an Hesenê Cizîrî bi M. A. Cizîrî, Meryem Xan, Remezan Cizîrî, Xelîl Akreyî, Nesrîn Şêrwan û Fewziye Mihemed re di radyoya kurdî de dixebitîn û bi hev re distirîn û xwe ji bo tomarkirina stranan amade dikirin.

Li 5’ê îlona sala 1982’an Hesenê evîndarê Kurdistanê bi yek carî vegeriya bajarê Zaxoyê. Mixabin ji wê salê û pêde roj bi roj rewşa saxlemiya Hesen Cizîrî ber bi nebaşiyê ve diçû, zimanê wî girantir dibû û bi başî nedikarî biaxive. Ji kesekî re ku weke bilbilê xweşxwan hezkiriyê milyonan kesan be, deng ji her teştekî vê cihanê giranbûhatir e. Êdî dengê Hesenê dengbilind nûsyabû.

Feqîrî û nedarî di dawiya jiyana wî de bibû serbarê hemû nexweşiyên wî, derman jê re pêwîst bûn, lê pereyên wî tunebûn ku dermanan pê bikire. Kes li dorê nemabû. Roj ji roja din zêdetir li benda wê kêliyê bû ku xatir ji jiyanê bixwaze. Di xweşî û şahîyan de ew rewşa civat û dilxweşiya gel bû, lê mixabin di çaxê nexweşî û tengdestiyê de ew nedihat bîra tu kesî.

Hunermend navdar Hesen Cizîrî ji ber êş, elem û derdên feqîriyê roj bi roj zêdetir dinalî û li 9 Tebaxa sala 1983’an ew dûr ji herkesî di mala xwe de li bajarê Zaxoyê xatir ji jiyana tejî derd û zehmetîyên cîhanê xwest. Di veşartina termê Hesen Cizîrî de mixabin kesî destê hevkariyê neda malbata wî û ji rûyê neçariyê ew ji aliyê îdareya bajarvanîya Zaxoyê (belediye) ve hat veşartin. Gora wî heya berî çend salan jî bênav û nîşan bû. Hunera Hesen Cizîrî resen û kurdewarî bû.

Bi giştî ji 400 stranên wî 340 stran di kompaniyên biyanî û radyoya kurdî de hatine tomarkirin. Wî strana kurdî di warê miqamên k0urdî de dewlemend kiriye. Bûyer û serpêhatiyên jiyana kurdan ji xwe re kirine stran û gelek stranên folklorîk jî ji mirinê rizgar kirin. Stranên mîna Kevok im, Nîna, Metran Îsa, Ebdalê, Saliho, Were Êmo, Xizêm Xizêmê, Kewê, Sosin, Bêmalê, Rehîma, Lo Gidî Gidyano, Xelîlê Xazî, Qûrban im, Serê Çend Roja, Canê, Ebdalê, Hay Delal, Sarê Tu Sara Min î, Xunîsik û gelekên din ji rengê wan yê herêmî derxistin û li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn bi dengê xwe belav kirin. Di stranên Hesenê Cizîrî de bi aşkera hest bi xem û janên jiyana gelê kurd tên bihîstin.

Di strana Bilbilo de ew bi ser derd û elemên jiyana xwe de diçe:

“ Bilbilo… malik wêrano…çendî vê êvarê min got bilbilo

nale nalê…

Ax û ax … ax ax … Ez birîndar im …Bilbilo … Malik wêrano çendî

lal û kerî tu bi min bêjî lolo… Ez bextê tew Xûdê me tu min bixemilîne parerêkê hey jaro ezo… Ax ax Kurdistan ava bibêt. (Ax Kurdistan axa betelo).”

 

Bilbilê Mûkriyan û hostayê Qetarê: Mihemed Mamlê (1925 -23.01. 1999 Mehabad)

Herêma Mûkriyan cihwar û meskenê xweşî, stran, helbest û wêjeyek dewlemend e.

Herêma Mûkriyan û navenda wê anku bajarê qehreman perwerê Mehabadê di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de gelek qehreman, zana û mirovên navdar di dilê xwe de perwerandine.

Yek ji wan kesên ku di qada huner de bi dilpakî ji hunera resena Kurdistanê re xebitî hunermendê kurd Mihemed Mamlê ye.

Mamlê di sala 1925’an de li bajarê Mehabad di nava malbatek hunerdost û kurdperwer de hat dinê. Mamlê hê zarok bû ku evîna huner û strana kurdî ket dilê wî û riya hunerperweriyê ku bav û kalên wî jê re bi mîrat hiştibûn, bi şarezayî û rindî şopand.

Wek tê gotin piraniya helbestên Wefayî, nemir Seîd Mamlê yê bavê Mihemed bi dengê xwe yê xweş gotine, lê mixabin ji ber nebûna îmkanên teknîka tomarkirinê û nebûna îmkanên hatin û çûyinê, yek ji wan stranan jî bi dengê wî nehatiye tomarkirin.

Sala 1939’an M. Mamlê yekemîn strana xwe ya bi navê (Her derwa be cêm dêlê) pêşkêşî civata hunerperwera Kurdistanê kir. Û bi vî rengî ciwanê 14 salî Mihemed bi îradeyek mezin xwest ku riya Kawîs Axa, Seyîd Elî Esxer Kurdistanî û Seîd Mamlêyê bavê xwe bidomîne.

Mamlê yek ji wan hunermendaye ku gelek stranên folklorî di herêma Mûkriyan de ji mirinê rizgar kirin. Ew gund bi gund digeriya û stranên gelêrî û otantîk ji pîr û kal û dengbêjên gerîdok hîn dibû. Piştre wî ew stran mîna xwe ji nûve digotin û ji tunebûnê diparastin.

Mamlê evîndarê şêweya jiyana kurdewarî û dîmenên bedewên çiya, zozan û deştên Kurdistanê bû. Bêguman van taybetmendiyên sirûşta Kurdistanê bandoreke mezin li ser huner û hissên Mamlê danîbûn. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ew bû ku hunermend M.Mamlê mirovekî welatparêz bû. Ew di xwîndigeha Pêşewa Qazî Mihemed de hînî dersa nîştimanperweriyê bû û li ser vê sozê piştre jî bi tu rengan xwe û hunera xwe nefirot dagîrkerên Kurdistanê.

Di çaxê komara Kurdistanê de Mihemedê ciwan û nûgehiştî endamê Koroya Marşên Neteweyî bû û wê demê di koroyê de sirûdek bi navê (Xuwaye weten awakey) gotibû.

Hinek jêder hejmara stranên M. Mamlê heya700 stran didin xûyakirin.

Mamostayê nemir Hêmin Mûkriyanî di nivîseke xwe de derheqa Mamlê de wiha dibêje:

“ Lew demey da giwê heldexen bo ta / lew demey da (Mamlê) delê qetarê

Yadim biken, yadî minî dûr welat / Yadî minî rêbwarî rêgay xebat.”

Ji sala 1994’an û pêde nexweşîya Alzaymêr anku (xwejibîrkirinê) sal bi sal hunermendê hest nazik M. Mamlê ji jiyana civakî dûrxist.

Roja 23. 01. 1999’an çaxê ku rojek li ser 53 saliya damezrandina komara Kurdistanê derbas bibû, hêdî-hêdî kolana mala Mamlê tejî bû ji gelê emekdarê bajarê Mihabadê. Di dawiyê de dilê yadigarekî din yê komarê, dilê Mamlêyê evîndarê rastî û duristiyê ji lêdanê ket.

Di roja 24. 01 99’an bi dehhezaran gel ji seranserî Rojhilatê Kurdistanê bûn mêvanên bajarê Mihabadê û bi merasimek taybetî termê hunermend xwe yê rojên xweş û nexweş Mamlêyê birîndar li goristana Budaq Sultan spartin axa Kurdistanê.

Di strana Bazî Bêriyan de ew hestên xwe wiha bilêv dike:“

Bazî Bêrîyan dûre deste eman eman / Bêrî dêen, bêrî dên deste be deste

Herçî radebirê çaw meste eman eman / Radebirin dil deben be xemzey çawan

Be birjang kun deken cerg û henawan

…“

Gotina dawiyê

Kesên deng xweş li her derê cîhanê hene lê hunermendên xwedî helwest û girêdayî doza netewa xwe kêm in. Ji ber wê jî Mamlê û Hesen Cizîrî bi deng, şewaza xwe ya hunerî û hevalbendiya wan di rojên xweş û nexweş de bi doza Kurdistanê ve, yê nav û keda wan di dîrokê de zindî bihêle.

Dikarî Biecibînî