‘Du millet yek dewlet’

Beriya bi çend rojan di navbera Fransa û Almanyayê de peymaneke nû ya hevkariyê hat îmzekirin. Li gorî peymanê wê danûstandinên di navbera herdu welatan de zêdetir bi pêş bikevin. Di demeke ku li Înglistanê Ewropayê prosesa Brexîtê weke rojeva esasî tê dîtin û şopandin de ev hewldan pêk hat. Ji ber wê gelek nirxandin hatin kirin. Ev proses îro weke peymaneke nivîskî cihê xwe di qeyd û dîrokê de girt. Lê di esasê xwe de pir beriya vê peymanê amadekariya wê hatibû kirin.

Roja 11’ê mijdara 2018’an ango di roja salroja 100’emîn a bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn serokkomarê Fransayê Macron îşaret bi vê prosesê kiribû. Em bînin bîra xwe Macron bê ka çi digot; “Lazim e em di warê leşkerî de xwe xurt bikin. Em artêşeke nû ya Ewropayê ava bikin.” Artêşbûn eleqeya xwe bi hemû beşên civakê heye û nemaze jî li ser polîtîkaya aborî jî bandoreke xwe ya diyarker heye. Dema Macron ev peyam da; Şansolyeya alman Merkel wekî ku di cizbê de be jê re li çepikan dida.

Hestiyê pişta vê arezûyê ji aliyê Macron û Merkelê ve bi îmzekirina peymana navborî hat danîn. Lê karê herdu partneran jî ne rehet e. Serokomarê Komara 5’an a Fransayê macron bi Êlek Zeran re û serê şansolye Merkel jî di serî de bi partiya wê û bi hilbijêrên wê re di belayê de ye. Di demeke ku li Fransayê dirûşma; Macron îstîfa bilind dibe wê wisa hêsan nebe ku ev proses bi rehetî encamê bigire.

Helbet ji bo daxistina pêla nerazîbûna di nav civakê de belkî ji îro heta sibê bi kêr were lê ew ê jî çareseriyeke mayînde ji krîza sazûmanî ya pergalê re neyne. Ji ber wê jî ew peyama ku me di sernavê nivîsa xwe de xist nav dunikan her çiqas cazîb xuya bike jî ji rastiya reel jî pir dûr e. Dûrbûna wê jî dîsa bi arezûyên desthilatdaran ve girêdayî ye. Li nav sînorên Yekitiya Ewropayê zêde espriya vê gotinê jî tune ye.

Li aliyê din serdest bi zanebûn nerazîbûna li dijî pergalê weke krîza aborî nîşan didin. Lê di esasê xwe de li gorî ku aborînas jî dibêjin ev krîz, krîzeke sazûmaniya kapîtalîzmê ye û lingê aborî jî tenê lingekî vê krîzê ye. Ji bo çareserkirina tengaviya aborî her çend gav werin avêtin jî wê ev yek bi domdarî nemeşe û wê ji ber xitimîna pergalê krîza hatî bipaşxistin di cihekî din de bi awayejî bi bandortir xwe bide der.

Macron û Merkel wê nikaribin bi peymanên bi vî awayî hêviyekê bidin civakên xwe û civakên di nav yekitiyê de ne. Li aliyê din bi avakirina artêşa ku ew dixwazin, diyar dikin ku wê sînorên xwe û ‘mafên xwe yên li derve’ biparêzin. Ev jî îşaret pê dike ku wê li hundir jî li dijî civakên xwe zêdetir bêrehm tevbigerin.

***

Çalakiya grevên birçîbûnê ku li zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir îro roj di roja 79’an de dewam dike. Ev çalakî kir ku wijdanê mirovahiyê jî bilive. Li Ewropayê jî ji parlamentoya heta bi saziyên civakî xwedîderketineke mezin û piştevaniyeke mezin heye. Helbet ev têrî nakin. Formula derketina ji vê tengaviyê jî dîsa di peyam û nameya Leyla Guven de heye. Guven ji TJA’yê re nameyek rêkiribû û tê de daxwaza bilindkirina têkoşînê dikir û digot; “Çiqas têkoşîn ewqas azadî.” Ev ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû bindestan şîfreya serkeftinê ye.

 

Dikarî Biecibînî