Berxwedana grevên birçîbûnê ketiye pêvajoyeke nû

Cûmalî Dogan

Der barê hevdîtina Mehmet Ocalan a 12’ê çileyê ya bi Rêber Apo re di çapemeniyê de nûçe derketin pêş. Hevdîtina bi Rêber Apo re ya piştî zêdetirî du salan bêguman girîng bû. Lê belê divê ji ev ‘hevdîtina’ di 12’ê çileyê de pêk hat, encamên rast bên derxistin. Bi taybetî jî piştî ‘hevdîtinê’ xwestina wan a bidawîkirina berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven re û bi vê re jî armanca wan a bidawîkirina berxwedana grevên birçîbûnê yên li zinadanan û li gelek herêmên cîhanê û xwepêşandanên protestoyî  divê baş bê fêmkirin.

Bi hevdîtina 12’ê çileyê re, ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo ya ku ji 5’ê nîsana 2015’an de di meriyetê de ye ji holê ranebûye. Tiştên piştî 12’ê çileyê qewimîn, vê rastiyê piştrast dikin. Astengkirina hevdîtina Rêber Apo û girtiyên PKK’yî yên li Îmraliyê ya bi parêzer û malbatên wan re jî vê rastiyê destnîşan dike. Divê bi awayekî zelal bê aşkerakirin ku ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo berdewam e. Leyla Guven a ku pêşengiya berxwedana grevên birçîbûnê dike piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêber Apo re, bersiva ku da kesên pê re hevdîtin kirin jî bi vî awayî bû.

Beriya niha jî faşîzma AKP-MHP’ê di îlona 2016’an de hiştibû ku Mehmet Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û piştre derketibû holê ku ew lîstikek bû. Wê demê jî li ser Rêber Apo ‘tecrîdeke teqez’ hebû. Dîsa li hemberî vê ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo bertekên gelê Kurdisatanê û raya giştî ya demokratîk derkertibûn asteke pir bilind. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ji bo ku li hemberî bertekên hatin nîşandan ket tengasiyê bişikînin hiştibûn ku Mehmet Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Niha jî tê fêmkirin ku faşîzma AKP-MHP’ê heman polîtîkayê kiriye meriyetê. Lê di serî de pêşenga berxwedana grevên birçîbûnê Leyla Guven hemû girtiyên berxwedêr ên zindanan û hem jî berxwedêrên li derveyî zindanan ên li herêmên cuda dijîn destnîşan kirin ku ew ê neyên lîstokê, berxwedana xwe berdewam bikin û bi vê yekê biryardariya xwe nîşan dan.

Di asta hatinêkê de berxwedana grevên birçîbûna ku her roj bi beşdariyên nû mezin dibe ketiye rojên 80’yî. Heta ku bigihîje armanca xwe dê berdewam bike. Gelê Kurdistanê û dostên wan vê rastiyê dibînin. Lê belê li vê derê rastiyeke din a divê bê dîtin heye û hem gelê Kurtistanê û hem jî berxwedêrên zindanan vê dizanin.

Wek ku gelek caran hatiye peyitandin; berdxwedanên zindanan encax dikare bi destek û beşdariya gel a berxwedanê bi ser keve. Di serî de Amed di zindanên 12’ê Îlona 1980’yan de jî wisa bûye. Di berxwedanên zindanan ên sala 2012’an de jî ev rastî careke din hat peyitandin. Ev tenê ne li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek welatên cîhanê jî bi vî awayî bû. Li van deveran berxwedanên zindanan wexta veguherîn têkoşîn/tevgera gel serkeftin hat bidestxistin.

Rastiya ku faşîzma AKP-MHP’ê ditirsîne jî ev e. Ji ber ku serkeftina berxwedanên zindanan dê di heman demê de dawiya wan jî bîne. Ji ber vê ye ji bo ku gel tev li berxwedana zindanan nebe hemû derfetên xwe bi kar tînin. Serî li hemû rêbazên fişar û zorê didin. Bi şerê psikolojîk perdê didin ser rastiyan û bi vê jî hewl didin ku gel berxwedanên zinadanan nebîne.

Faşîzma AKP-MHP’ê, di rojên 80’yî yên berxwedanên zindanan de jî di vê nêzîkatiya xwe de israr dike. Hê jî bi medyaya xwe ya alîgir hêvî dike ku bi ser keve. Dibêje qey, ger medyaya alîgir der barê berxwedana zindanan de nûçeyan çêneke û di nav civakê de kes berxwedana zindanan neyne ziman dê haya kesê ji berxwedanê tune be û kes nizanibe ka çi jî dibe. Bi vê yekê bi dehhezaran malbatên girtiyan, derdorên wan û bi hişmendiya 40 milyon gelê Kurdistanê tinazên xwe dikin û hebûna wî tune dihesibînin.

Berxwedêrên zindanan, gelê Kurdistanê û dostên wan ragihandin ku ew nahêlin polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker, înkarok û faşîst bi ser keve. Tevî hemû zagon, fişar, gef, astengî û hewldana afirandina tirsê ya faşîzma AKP-MHP’ê, di 19’ê çileyê de li Amedê derketina qadan a bi dehhezaran û ragihandina wan a bi berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo rakirina ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo vê rastiyê nişan dide. Lê belê ev nayê wê wateyê ku berxwedana grevên birçîbûnê di demeke kin de bi ser ketine. Berevajiyê vê, ev nîşan dide ku ji vê pê ve dê bikeve pêvajoyeke  dijwartir. Berxwedanên grevên birçîbûnê ku ketine rojên xwe yên 80’yî, divê bê zanîn ku ji vê pê ve jî bi tu awayî encam wernagirin.

Ya herî girîng jî dîtina vê rastiyê û nîşandana nêzîkatî û helwesta li gorî vê ye. Divê tu kes nefikire ku ew ê faşîzma AKP-MHP’ê bi berxwdanên zindanan jixweber were ser maseyê û lihevhatinekê bike. Divê teqez vê nefikirin jî. Yek sedema bexwedana grevên birçîbûnê ya li zindanan dest pê kir heye; berxwedêrên zindanan bi xwe ev vegotibûn.

Berxwedêrên zindanan dixwazin ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo bê rakirin. Rakirina ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo rasterast tê wateya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê. Ji ber vê jî bi daxwazên xwe hemû hêzên azadî, demokrasiyê, gele Kurdistanê û dostên wan vedixwînin xwedîderketina peywirên wan û têkoşînê. Faşîzma AKP-MHP’ê jî vê rastiyê dibîne û li gorî vê hemû derfetên di destê xwe de ji bo tepisandina bexwedanê bi kar tîne.

Divê bi vê hişmendiyê li berxwedanên zindanan bê nihêrtin, li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî bê derketin. Ev jî li ku dibe bila bibe bi têkoşînê pêkan e. Asta berxwedana grevên birçîbûnê ya di rojên 80’yî de, pêvajoya heyî jî têkoşînek wiha ferz dike.

Dikarî Biecibînî