Xewna Rûsyayê û Peymana Edeneyê

Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di sala 2019’an de cara yekem li hev civiyan. Di vê astê de devdîtinên di navbera herdu dewletan de êdî bûne ji rêzê û tu girîngiya xwe ya siyasî jî nemaye. Lewma hemû hevdîtinên wan bêencam û neserkeftî bidawî dibin. Bêgûman sedemên vê jî hene.

Lê di van hevdîtinan de tişta herî balkêş ew e ku herdu dewlet jî ne stratejîk, taktîkî nêzîkî hev dibin. Bi vî rengî wê heya kengî bikaribin hev îdare bikin jî ne diyar e. Lê di vê hevdîtina dawî ya di 23’ê çileyê de li Moskov qesra Kremlînê pêk hat diyar dike ku êdî dê hevdîtinên wan mîna berê nemeşin. Ji ber ku di herêmê de û rewşa mijarên ku ew li ser mitabiq in êdî bi awayekî cidî hatine guhertin. Lewma ew jî di ferqê de ne ku bi aqilê berê siyaseta îroyîn nayê meşandin.

Rûsya beriya her tiştî dixwaze li Rojhilata Navîn xewna xwe ya 300 salî pêk bîne û dakeve Derya Medan (Derya Spî). Ji bo vê xwena xwe jî pêk bîne rewşa li Sûriyeyê derket holê ji bo wê derfeteke mezin afirand. Lewma bi despêkirina şer ve Rûsya yekser xwe li herêma Hmeymim û Lazkiyeyê bi cih kir û alîkariya xwe ji bo rejîma Baasê da diyar kirin.

Ger em ji bîr nekin li Iraq, Yemen, Lîbya, Misir û Tûnisê jî mîna resjîma Esad bi îdaolojiya nijatperest a ereb dihatin birêveribin û tekiliyên van dewlatan ji dema Sovyetê ve bi Rûsyayê re di asteke girîng de dihat meşandin. Lê Rûsyayê ji bo ku berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê biparêze nexwest mîna dewletên din ên ereb rejîm bê guhertin û ji bo rejîma Esad li ser hikûm bimîne jî ev nêzî 8 sal in di nav tekoşînek mezin de ye.

Rûsyayê li Sûriyeyê gelek çakakiyên siyasî û yên leşkerî bi awayekî serkeftî pêk anîn. Niha jî ji bo ku bikaribe hebûna xwe ya di herêmê de berdewam bike bi aliyên cûuda re tekîliyên siyasî bi pêş dixe. Tirkiye jî dixwaze bi hebûna çeteyan li herêmê bibe xwedî îrade. Lê hemû dewletên Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin dizanin ku dewleta tirk siyaseteke çiqas qirêj û pîs dide meşandin. Bêguman haya Rûsyayê jî ji vê heye. Lê Rûsya dixwaze bi destê dewleta tirk çeteyên ku di ser xeta Idlib, El-Bab û Cerablûsê hatine bicihkirin tune bike.

Îran jî vê siyaseta Rûsyayê ji nêz ve dişopîne û li gorî wê tevdigere lewma li cihê ku Rûsya naxwaze Îran zêde bi pêş ve biçe. Her çiqas di vê mijarê de Îran li gorî berjewendiyên koalîsyona alîgirê rejîmê tevdigere jî, ji vê nerehet e. Ji ber ku Îran naxwaze şer li herêmê biqede û aramî bi pêş bikeve. Di vê mijarê de ew jî mîna dewleta tirk difikire. Lewma di demê pêş de dibe ku tekiliyên Îran û dewleta tirk jî bi pêş bikevin. Lê ji ber ku siyaseta ku Erdogan dide meşandin xitimiye Îran xwe jê dûr digire.

Li gorî çavderiyên xwe ez dikarim bêjim ku Rûsya naxwaze dewleta tirk êrîşî rojhilatê Firatê ango Rojava bike. Ji ber ku Rûsya di ferqê de ye ku di Efrînê de çi kêmasî û şaşitî kiriye. Her çiqas piştî daxuyaniya Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump li herêmê rewş hatibe guhertin jî niha dewlata tirk bê destûr nikare êrîşek leşkerî li hemberî Rojava pêk bîne.

Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re ji bo ku êrîş bikin destûr xwest. Dema ev daxwaza wan pêk nehat û şûn ve dewleta tirk Peymana Edeneyê anî rojevê. Ev peymana ku di daxuyaniya çapemeniyê de her çiqas ji hêla Pûtîn ve hat ser ziman jî ev daxwaza dewleta tirk e. Biryara vê peymanê ya herî girîng jî ew e ku dibêje: “Li ser axa Sûriyeyê pêwîst e tu xebatên PKK’ê yên leşkerî, siyasî û aborî neyên meşandin.” Yanî dewleta tirk bi israr dibêje ku li herêmê PKK heye û pêwîst e PKK ji herêmê derkeve. Bi vê ve mîna her carê dewleta tirk îradeya ku ji hêla gelê herêmê ve hatiye avakirin û saziyên siyasî, leşkerî yên bi dengê gel hatine hilbijartin ji nedîtî ve tê.

Peymana Edeneyê dixe rojevê lê ev lîstikên dewleta tirk êdî dide diyarkirin ku li herêmê nikare pêşî li qirêjiyên ku dane avakirin bigire. Ji ber vê yekê di vê hevdîtina di navbera Erdogan û Pûtîn de li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên cidî hatin bi destxistin, baş derbas nebûye û tu daxwazên Erdogan ji hêla rayedarên rûs ve nehatine qebûlkirin. Lewma di civîna çapemeniyê de cara yekem Pûtîn li ber çavê Erdogan got; “Em diyaloga di navbera kurdan û rejîmê de erênî dibînin.”

Ger Rûsya dixwaze di herêmê de xewna xwe ya 300 salî bi cih bîne pêwîstiya wê bi naskirina îradeya gelê kurd heye. Kurd êdî li herêmê mîna berê naxwazin bêstatû bimînin û ji bo vê jî gelek bedelên mezin dan. Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin û li herêmê bibin xwedî maf di çarçoveya prensîbên berjewendiyên gelê xwe de dikarin bi dewletê re jî rûnên ev mafê wan e. Çawa Rûsya û Amerîka ji xwe re maf didin avakirin kurdan jî bi bedel ji xwe re maf daye avakirin. Pêwîst e hemû aliyên siyasî bi rêzdarî nêzî îradaya gel bibin.

Dikarî Biecibînî