Dîktator dişibin hev

Serokomarê tirk Tayîp Erdogan di civîna partiya xwe de peyamên dagirkeriyê da. Dagirkeriyê wekî mîrateya bav û kalan bi nav dike û dibêje; ji Asyaya Navîn heta nîvekî Ewropayê, ji wir heta giravên Sedakê ya Sûdanê dagir bikin. Di vê civînê de careke din teqez kir ku dê li mîrateya bav û kalên xwe xwedî derkeve. Ev çend sal in ji bo vê mîrateya dagirkeriyê hewldaên xwe didomîne. Tişta balkêş ew e ku li rexmî evqas pêşketin ku dibêjin dinya bûye gundekî biçûk hê jî axaftinên bi vî rengî tên kirin.

Wate û girîngiya dîrokê hê jî fêm nekirine û ji dîrokê ders dernexistine. Gelek dîroknasan pirtûk nivîsandin da ku sûd ji van pirtûkan bên girtin. Dîrok nivîsandin da ku em tiştên li berê qewimîne hîn bibin, roja me ya îro fêm bikin û serwext bibin ku dê di rojên pêş de çi bibe. Her çiqas cih, dem û kes bên guhertin jî bûyerên di dîrokê de qewimîne dubare dibin.

Kesên kêmaqil an jî nexweşiya mezinbûnê ketibin ancax li pey xeyalên dagirkeriyê dikevin. Dibe ku dîrok dubare bibe lê jibîr dikin ku her tim heman encam dernakeve. Ger her tim heman encam bihata derxistin wê demê tu wateya dîrokê nedima.

Di sedsala 21’emîn de hinek kesên xwedîgiravî xwe biaqil dihesîbînin û dibêjin ku li pêşiya gelê xwe dimeşin lê gelê xwe wek pez û welatê xwe jî wekî gom dibînin. Ev kesayetên nexweş in û dîrokê baş naxwînin. Haya wan ji tiştên ku ji dest wan biçe nîne. Xwendina wan a dîrokê tenê ew e ku dîrok xwe dubarê dike. Kesên wiha dibin sedema encamên xirabtir.

Dîrokna Îbn-î Xeldûn dîrokê wiha pênase dike; “Bizanibin ku hunera dîrokê hunereke gelekî bi wate, bi sûdmend û bi rûmet e. Ji ber ku ew me ronî dike ku di demên berê de çi qewimiye, exlaqên wan çawa bû, pêxemberan çawa kar kirin, şah siyaseteke çawa meşandiye? Agahî dide me da ku em ji wan sûd werbigirin û li dinyayê çawa tevbigerin.”

Kesayetên nexweş nikarin bi awayekî objektîf dîrokê bixwînin û li hemberî pêşketinên mirovahiyê asteng in. Mirov tenê zarokê a niha nîne, zarokên demê berê ye jî û mîrateya hebûna mirovahiyê ye. Li ser kesayeta Erdogan gelek tişt hatin gotin û em dikarin bibêjn ku Erdogan niha di serdema binketin û hilweşandinê de ye. Gelek dîktatorên mîna wî Împarator ava kirin, li ser kursî rûniştin û xwe wekî Xweda dîtin.

Hîtler jî wekî dîktatorên din trajedî anî serê gelan. Hîtler jî gelê xwe bi ser hemû gelan re didît û gelên din wekî xizmetkarê gelê xwe didît. Kesên ku li hemberî xurifandina wî disekinîn dihatin kuştin. Beriya wî Nemrûd û Firewn jî nexweşiya Hîtler ketibûn û dawiya hemûyan jî trajîk e.

Daxuyaniyên Erdogan nîşan dide ku li ser şopa dîktatorên beriya xwe dimeşe. Bêguman dawiya wî jî dê bişibe dawiya dîktatorên beriya wî. Bav û kalên wî ango Osmaniyan jî di bin navê xîlafetê de dîrok, çand û mîrateya gel û civakan dizîn. Erdogan jî dixwaze mîna bav û kalên xwe talan bike, bidize. Ew jî dixwaze wekî siltanê Osmaniyan di bin navê xîlafetê de gel bixapîne. Lê Erdogan ji bîr dike ku ne kurd wekî kurdê berê ne û ne jî ereb wekî erebên berê ne. Êdî ev milet bi çend gotinên olî û bi çend gotinên fort ên ji bo rizgarkirina Qudusê nayên xapandin.

Çawa ku giravên Sedak ên Sûdanê ne yên Erdogan bin, kurd jî malê bavê Erdogan nîn in. Kurd aşiqê azadiyê ne û tenê azadiya xwe difikirin. Kurdan dîrok baş xwendine û baş ji dîrokê sûdwergirtine û dizanin dê çawa li hember kesên ku gelan dixapînin bisekinin. Kurd îro derewên wan derdixin holê û gel henekên xwe bi derewên wan dike.

Projeya Neteweya Demokratîk ku li bakurê Sûriyeyê aj dide dê li ber çavê dagirkeran her tim wekî striyekî be. Ev strî dê bike ku aqlê xwe winda bike û dawî wî jî wekî dawiya Nemrûd û Firewn be. Osmaniyan bi dagirkirina Dabikê dest bi dagirkeriya vê axê kirin û ev ji wan re bû derî. Lê vê carê ev derî dê bibe deriyê dawiya dagirkeriya wan. Dîrok dê careke din bi destê gelên herêmê ku wekheviyê diparêzin jinûve tê nivîsandin. Tîrêjên hêviyê tarîtiya despotên vê serdemê bi dawî dikin.

Dikarî Biecibînî