Pêvajo dîrokî ye

 

Rewşa gelê me û pêvajoya dîrokî ku em tê de derbas dibin, mirov mecbûr dike ku hin caran mijarên di destê xwe de biguherîne û her wiha xwe li rojeva germ û tîn bigire. Mebesta min a nivîsandina vî quncikê rojnameyê bi giranî mijarên girêdayî çand û hunerê ye. Lê belê mîna her kes dişopône em weke gel û netew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin ku mîna ‘Sîrat-el musteqîm e’. Di nava xwe de hem serkeftin û bendewariyên sed salekê hem jî tehluke û xeternakên mezin vedihewîne.

Bêguman asta êrîş û gefên dagirkeriyê li ser gel û netewa me gihîştine qonaxa herî bilind. Êdî civaka navneteweyî jî ji ber neyartiya pergala dagirker a li hemberî gelê kurd, di nava metirsiyan de ye. Vê metirsiya xwe aşkera û vekirî tînin ziman.

Di qada navneteweyî de êdî qeyd û bendên ku kurd û Kurdistanê pê dane dagirkirin, bi himeta berxwedana gelê me û hevbendên xwe yek bi yek tên şikandin. Bi baweriya min şert û mercên hatine kemilandin, êdî azadî, aştî û wekheviya gelan, gelekî nêzîk dibe.

Sed sal e ji bo çewisandina nasnameya gelê kurd cara yekemîne desthilata AKP-MHP’ê li xwe mikur tên ku armanca dewleta wan tunekirina hemû destkeftî û îradeya gelê kurd e. Çavsoriya dewleta dagirker dîsa aşkera bûye ku hebûna kurdan li ku derê cîhanê dibe bila bibe, ji bo hebûna dewleta wan talûkeya ‘ewlehî a milî ye’. Bêguman hişmendiya faşîzan her demê xwedî refleksên wisa ye, neyartiya gelan û çandên rengîn ji bo wan ‘xeta sor e’.

Hemu aliyên siyaseta kurd mecbûr in vê stratejî û hamleya Erdogan/Bahçelî ku bi ser gelê kurd ve tên, baş bixwînin û hesabên xwe ji nû ve di bin çavan re derbas bikin.

Li gorî zagonên navneteweyî, krîterên saziyên mafê mirovan û dezgehên peywendar, pêkanînên dewleta dagirker ên xeta siyaseta Erdogan/Bahçelî ku li dijî kurdan dimeşînin, li dijî mirovahiyê sûc û tawanên giran in. Heke tevgera siyasî ya kurdan ev pêkanîn neke mijar û nekeve nava liv û tevgerê jî dê hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe be jî êdî van sûc û tewanan mîna şantajan li hemberî dewleta dagirker bixebitînin.

Rêzdar Leyla Guven bi çalakiya xwe ne tenê şikandina tecrîda li ser Îmraliyê, her wiha rê û rêbazên şikandina tecrîda sed salê ya ku di qada navneteweyî de li ser gelê kurd hatiye pêçandin jî weke delametek lezgînî daye ber gelê kurd.

Helwesta dagirkeran aşkera û zelal e, pêwîste çi kesê kurd xwe nexapînin. Ji bo dagirkeran kurdê herî baş ‘kurdê mirî ye’. Êdî gelo şîrove û vepijandinek dinê pêwîste? Di bazara navneteweyî de mijara herî hêsan tê kirin û firotin kurd in. Ma Efrîn çawa kirîn? Bazara îro li ser rojhilatê Firatê tê kirin, encama çî ye gelo?

Pêwîste siyaseta kurd ji her demê bêtir vê pêvajoyê binirxîne! Ev çend salên şerê li Sûriyeyê ezmûn û dersên mezin derxistine holê. Mecbûriyet û pêdiviya ku li ser siyaseta kurd daye ferzkirin, şêwira neteweyî nebe, nabe.

Herî dawiyê serhildana gelê me li Şêladizê, nameyek balkêşiyê ye. Pêwîste her kes guhê xwe û dilsoziya xwe bide vê helwesta gelê Şêladizê.

Dem hatiye ciwanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û her dera cîhanê di vê serdema berxwedanê de êrîşên dagirkeran bişkînin. Peymana nemir Nûrî Dersimî ji niha ve vejînin, bi hamleyên yekitiya gelê kurd rabin û peymanên yekitî û serhildanê saz bikin.

Bi baweriya min pêvajo evqas dîrokî ye, divê ji dest neyê revandin.

Serkeftin ya gelan e.

Dikarî Biecibînî