Dîmenên Şêladizê

 

Sibeha wê rojê ji xew rabûn û ber bi çemê pişta Dêrelokê ve çûn. Şeş ciwanên nûgehayî ketin ser rê. Wê roja rihetiya xwe dixwestin masiyên teze ji avê bigirin û hema li ser lêva çem xwarineke germ bixwin. Agirê xwe bi darên hişk dadan û masiyên xwe amade kirin. Ken û xweşiyên jiyanê bûn ku ew demekê ji giranî, nebûna elektrîk û dehan kêmasiyên din dûr xistibûn. Di demeke wiha de ji nişka ve agirê bombeyên giran bû ku bi ser wan de hat barandin. Xwîna wan a germ ava çem bi rengê xwe yê sor xemiland. Laşê wan yê weke şitêlên darên biharê parçeparçe bibûn. Ne qêrîn, ne hewar, ne xwezî û ne jî hesret… tiştek ji xeynî laşên şewitî nemabû. Dengê bombe û nalînên çem û daristanê tevlîhev bibûn. Êdî ji wan şeş kesan çar kes di xwîna xwe de werbibûn. Yên din jî kesî nedizanî li ku ne! Deng geha xelkê û êdî qêrînên xwîşk, dayîk û hevalan bûn ku digehane erş û esmanan.

Yên ku wan dîmenên tirajîk dibînin û rastiyan venabêjin, ez nizanim yê çi bersivê bidin wijdana xwe? Gelo hestên wan yê bikarîbin vê xema giran di nava xwe de bihewînin! Bêdengî di şert û mercên wiha dijwar de wijdanê diêşînin. Mirov carna dikeve nava nal û bizmara, lê veşartina rastiyên li ber çavan jî bêexlaqî di sewiya xwe ya herî bilind de ye.

50 milyon kurd û Neo-Osmanîzm!

Di sedsala teknolojî û pêşkeftinê de neviyên Osmanî û xwendevanên xwendingeha xwînbar a Neo-Osmanîzmê di ronahiya rojê de ciwanên bêguneh ên kurd dikujin, lê 50 milyon kurd nikarin bersivekê bidin wan ku êdî bi yekcarî dawî bi hovîtiyên xwe bînin. Ji wan re ne girîng e ka ew ciwanê kurd ji Roboskê an Dêrelok û Şêladizê, ew dijminên xwînî yên bav û kalên kurdan li hemû Kurdistanê ne. Ew şopdarên doza ‘gurên boz’in ku hêvênê jiyan û hebûna xwe bi xwîna netewên din mehandine.

Dema komara Kurdistan li Mehabadê dest bi jiyana xwe kir, wezîrê derve yê wê demê li Tirkiyeyê zêdetirîn name ji dewleta Îranê re şandin ku zû dawî bi wê hêlîna jiyana kurdan bînin. Hingî kurd bi yek bûn. Barzanî û Şêx Ehmed li Mehabadê bûn. Qazî jî sinorên destçêkirî nas nedikirin.

Sala 1930’an dema ku agirê şerê serhildana Agirî geş û gur bû, Şêx Ehmed li Oremar dest bi organîzekirina serhildaneke mezin kir ku zext û zordariyên generalên faşîst li ser serê birayên xwe kêm bike. Wî jî qet carekê jî negot kurdên Tirkiyeyê an jî Iraqê!

Sala 1921’an Simkoyê Şikak ji Urmiyeyê ber bi Barzan û Silêmaniyê ve çû ku rêyeke çareseriyê ji pirsgirêka kurd re peyda bike. Li pey rêyekê digeriya ku hêzên kurdan yên berbilav li dijî tirk û îraniyan bigehîne hev ku dewleteke serbixwe ava bikin. Dr. Nurî Dêrsimî û Elîşêrê zana û şoreşger ji Qoçgirî ber bi Dêrsimê ve çûn ku hêza kurdên serhildêr tekûztir bikin û nehêlin planên Ismet Înonu û Mustafa Kemalê nifşparêz biçin serî. Piştre Dr. Nurî Dêrsimî çû rojavayê Kurdistanê û heya roja dawiya jiyana xwe di fikra tolhildana hezaran şehîdên doza Kurdistanê de bû.

Bi van mînakên berbiçav re min xwest vê pirsê bikim: “Di roja îro de rêber û partiyên me yên siyasî çiqas tevî hev rûrast in? Çiqas ketine pey rêbaza Simko, Qazî, Barzanî, Şêx Mehmûd, Dr. Nûrî Dêrsimî, Elîşêr, Ihsan Nûrîpaşa û yên mayîn? Gelo cîhana me ya kurdînî, kurdayetî, yekitiya neteweyî, kongreya neteweyî ber bi pêş ve çûye an rêberên doza me berevajî çerxa felekê tevdigerin!

Di mînaka herî dawiyê de min li Şêladizê hinek dîmenên kirêt û tije sosret dîtin ku mixabin nêrîna duyê zêdetir radixe ber çavan. Gel zêdetir ji hinek rêberên doza me haydarî çerxa felekê ne.

Ji hêlekê balefirên dewleta dagirker ên Tirkiyeyê, bêyî tu prensîbeke yasayî ya mafê mirovan ciwanên bêsûc di dema masîgirtinê de dikujin, lê xwediyên malê ne li dijî karekî wiha xwedî helwesteke siyasî ne û ne jî li pey kewandina birînên gelê xwe ne.

Zêdebarî vê dema rayedarên tirk ewqas xwe kêmdîtina siyasetmedarên kurd li Başûr dibînin, îcar hem gefên xwe tundtir dikin û hem jî bi rêya leşkerên xwe yên li herêma Behdînanê nûciwanên kurd di dema îtirazê de dikujin û birîndar dikin. Hezar heyf û mixabin ku dema dijminên me yên sondxwarî di nava dilê desthilata kurdan de guleyan li ser zarokên kurd direşînin, bêşermî û rûreşî ji vê hindê mezintir nîne ku bi fermana berpirsên hikûmeta Kurdistanê rojnamevan bêne girtin. Êdî sinorê şermê û xîretê li ku derê maye ku çalakvanên meşa li dijî zordariyên leşkerên tirk heta di nava mala me bixwe de jî bêne girtin? Kîngê yên ku vê îrade û hêza mezin a gel nabînin û bi kincên rengîn û pora reşkirî gefan li rewşenbîr, ragihandinkar û çalakvanên sivîl dikin? Siyaseteke wiha Makyavêlîstî xwediyê kîjan nasnavê xwe ye ku heya niha tenê xiyanetkarên doza gelê xwe bûne an jî fermanên dijminê hebûna xwe dane meşandin? Li ku dera dinê hatiye dîtin ku kesek xwe xwediyê qedera milyonan kesan bibîne û bi bê nêrîneke dûrbînane an jî li ber çavgirtina dersên ji dîrokê hema wiha rihet zalim û mazlûman weke hev bibîne.  Gelo kesên ku wiha zû daxuyaniyên erzan didin, nizanin ku rojekê dîrok dê hesab û kîtaba ji wan bipirse? Ew ê çawa berçêla xwe ji destê dîrokê derxînin? Xwe kêmdîtin heya çi sinorekî? Ji bo kîjan berjewendiyên siyasî-aborî berpirsê herî bilnd yê desthilata kurdan divê di rojên wiha giran de bersiveke tije wate nede dijberên doza gelekî 50 milyon kesî. Sosreteke wiha nehatiye dîtin ku kesek bi navê serokê hikûmeta kurdan ewqas teşebûsê heta bi dijminê doza gelê xwe jî bike.

Pêwîst e dawa lêborînê bikin!

Mirov şermê li xwe dike dema wan kêliyên dîrokî bi bîr tîne çaxê ku wezîrê derveyê Tirkiyeyê sivkatiya bi hemû gelê kurd dike û pê re jî rêberekî kurdan li cihê bersiveke tund, li dijî wan çalakvanan gefên ne di cih de beyan bike. Di şertên wiha de dema ku civakek hişyar be divê karekî bikin ku ew serok hem sed caran dawa lêborînê bike û hem jî dest ji karê xwe berde. Li vira pêwîst bû ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê hem dawa lêborînê li gel bike û hem jî berdêla wan ziyan û ziraran madî-canî bide xelkê ku berevajî yasayê kirine.

Gelo doza bav-kalên wan hinde erzan bû ku ew di daxuyaniyên xwe de êrîş bikine ser wî gelê belengaz ku di xema rijandina xwîna bira û kesên xwe de ne? Çima jiyana ciwanên kurd li ber çavên wan ewqas erzane ku heta ji pirsyarên alîgirên xwe re jî nabine bersiv ku dixwazin bizanibin ka bi kîjan sûc û gunehê zarokên wan hatine kuştin.

Dîmenê ku bêtir ji hemû dîmenên din yên kirêt kerb û kîna mirovan zêdetir dike ew dem bû ku balfirên şer ên Tirkiyeyê li ser esmanê Şêladizê dizivirîn, hezaran kes li dijî hebûna hêza leşkerî û MÎT´a Tirkiyeyê dirûşm didin, lê di rewşeke wiha de dîsa jî ew xwedî wî mafî ne ku zarokekî 15 salî bikujin û çend kesên din jî bi giranî birîndar bikin.

Belkî baş neyê bîra min lê madeya 156 a yasaya desthilata başûrê Kurdistanê wiha dibêje: ”Dijberî li hemberî wan kesan ku bi merema xiyanet û têkdana asayîşa welat çalakiyan dikin…”

Gelo ew çalakiya li Şêladizê bi merema têkdana rewşa navxweyî bû an xwestin destdirêjiyên dewleteke dagirker kurt bikin?

Serdemeke çiqas berevajî hemû yasayên sirûştî ye ku balefirên dewleta Tirkiyeyê ji hêlekê xelkê sivîl dikujin, ji hêla din jî dema gel li dijî hebûna wan di halê meşê de ye, li ser esmanê Şêladizê dengê xwe yê herî bihêz yê dema şer biser serê xelkê de belav dikin. Li ser erdê jî hêzên asayîşa desthilata herêma Kurdistanê li dijî gel xebatê dikin û dixwazin leşkerên tirk yên dîlgirtî ji destê gel xelas bikin.

Protokolên hevkariyê!

Di wan salan de ku protokolên hevkariyên leşkerî di navbera Baasî û faşîstên tirk de hebûn, ferqek di navbera hêzên PKK‘ê, PDK û YNK‘ê de nedidîtin, wan bi her awayî destê hevkariyê didan hev, lê gelo piştî derbasbûna 27 salan ji desthilata kurdan li başûrê Kurdistanê zêdebarî operasyonên leşkerî, çima zêdetir ji 20 qirargehên leşkerî û Mît’a Tirkiyeyê di nava sinorên axa wê desthilatê de bi cih bûne? Bo kîjan armancan ew li Başîqayê, Bamernê, Şêladizê û gelek deverên din ên jeopolîtîk de bicihwar bûne? Rayedarên PDK’ê Iraqê niha jî nizanin neviyên Osmaniyan bona dehan salên din xwedî kîjan planên qirêj in? Mafê şoreşgerên kurd ji Bakur, Rojhilat û Rojava nîne ku li ser pareke axa xwe li dijî dagirkerên parên din xebatê bikin, lê hêzên biyanî û înkarger dikarin axa Kurdistanê bikene qada xebatên xwe yên dijayetiya doza gelekî çend milyonî! Gelê ku li ser axa xwe ya dêrîn heta nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û bixwîne dê ji hêla partyieke siyasî ve rastî kiryarên wiha bihata? Bersiva van pirsan kî dê bide? Xeter û ziyanên vê stratejiyê tên dîtin an na?

Peyam û daxwazên gel ên dawiyê!

Roja 26‘ê çileya sala 2019‘an kurdan peyama xwe a çend alî him dane desthilata herêmî û him jî Enqere bi hinek rastiyên wan hesandin. Malbatên şehîdan pêşengên wê çalakiyê bûn, tu hêzên derekî li pişta meselê nebûn û gel bi awayekî xweser ji malên xwe derketin û rijiyane nava kûçe û kulanên bajar. Di dema ku êrişên dewleta Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibûn, çalakiyeke wiha dikare jiyana xelkê ji hinek metirsiyên aşkera biparêze. Vê carê peyama berxwedan û serhildanê ya gel bû ku rûyê xwe yê rastîn raberî desthilata herêmî û dewleta Tirkiyeyê da. Ew bi dengekî bilind wiha qêriyan; “Êdî li hemberî hêrsihên we yên kuştinê bêdengî xiyanet e. Yên ku hevkariya we jî dikin, divê qirara xwe ya dawiyê bidin, an li ba ne an li hemberî me ne!” Êdî gel nikare hemû rojê şahidê şehîdkirina zarokên xwe be.

Ji aliyê din jî desthilata partiyeke siyasî nikare bi lojîkeke wiha dûr ji zanist û daxwazên maqûlane ên gel hem zextê bixe ser civaka sivîl, hem ofîsên qenalên ragihandinê daxîne û hem jî xwepêşander û çalakvanên kurd bigire, bêrêziyê bi wan bike û gefan li wan bike. Karekî wiha dûr ji rêbazên siyasî û mafên hemwelatîbûnê ne.

Êdî pêwîst e desthilata kurd li cihê givaşên bo ser gelê xwe tevî dewleta navendî ya Iraqê karekî bikin ku dawî bi kiryarên dagirkerane ên dewleta Tirkiyeyê bînin. Ew bixwazin û nexwazin divê hurmeta azadiya raderbirînê bigirin. Siyaseteke wiha çewt tenê xizmeta doza dagirkeriyê dike û li dijî wê stratejiyê ya ku partiyên Kurdistanê nêzî hev bike. Dema rewşeke wiha bi dawî nebe, êdî dîrok jî dê di rûpelên xwe de rûyekî reş bike para wan kesan ku berevajî herikîna ava bihêz a çemê dîrokê dimeşin.

Dikarî Biecibînî