Bandora perperokê

Berxwedana li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo hat destpêkirin her roj berfirehtir dibe. Berxwedana zindanan a bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, dîwarên zindanan derbas kirin û bandora xwe li kolan, meydan û qada navneteweyî dike. Di asta heyî de wek ‘bandora perperokê’ ji Afganistanê heta Kanada, Afrîkaya Başûr, Kolombiya û ji wê jî heta welatên Ewropayê bandora xwe li hemû mirovahiya cîhanê kiriye û di encama vê de jî di serî de jin kes, kom, derdor û tevgerên şoreşger, demokrat û mirovperwer li hemberî tecrîda ji aliyê dewleta TC’ê ya qirker û faşîst ve li hemberî Rêber Apo pêk tê ketin nav liv û tevgerê. Wisa xuya dibe dê ev berxwedan berfirehtir bibe. Berxwedanên grevên birçîbûnê yên di rojên 80’yî de ne ku her diçe bi beşdariyên nû hem ji aliyê hejmarê û hem jî ji aliyê çawaniyê ve mezin dibin û hebûna xelekên berxwedanên nû yên li derdora vê berxwedê dike ku nirxandineke wiha bê kirin.

Li vê derê ya pêwîst û girîng dîtina vê rastiyê û nîşandana helwesta li gorî vê ye. Ji ber ku dewleta TC’ê ya qirker û faşîst jî vê rastiyê dibîne. Tevî ku mecbûr man Leyla Guven a dîlgirtî ya li zindanan berdin jî, tiştên dixwazin ji derve nîşan bidin û hewldanên wan ên şikandina berxwedana greva birçîbûnê vê rastiyê radixe ber çavan.

Bi awayekî aşkera divê bê zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê bi xwesteka xwe Leyla Guven ji zindanê dernexistiye. Mecbûr man wê berdin. Ev bi temamî bi hêz û bandora berxwedanê pêk hat. Ji bilî vê tu sedemeke din nîne. Jixwe ji bilî vê jî rastiyeke din tune ye. Ne pêkan e şagirt û liberdestên general Kenan Evren ê darbekar û faşîst ku digot; ‘Em wan bi dar ve nekin lê qey xwedî bikin?’ nêzakatiyeke cuda nîşan bidin.

Ji berxwedana li zindanan dest pê kir û her diçe bandora xwe li derveyî dîwar û têlên zindanê dike tirsiyan. Tenê netirsiyan, di heman demê de dîtin ku ev berxwedan dê desthilata wan a faşîst jî hilweşîne û tiştên hatin serê ‘paşayên’ darbeya faşîst a 12’yê Îlona 1980’yan dê bên serê wan jî.  Çimkî berxwedana girtiyên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li hemberî faşîzma 12’yê Îlonê dan destpêkirin encameke wiha derxist holê. Berxwedana zindana Amedê ya Mazlûm Dogan û Ferhat Kurtayan veguherî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14 Tîrmeha 1980’yan ya Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hemû berxwedêrên zindanan û ji wê jî veguherî berxwedana gerîlayan. Faşîzma 12’yê Îlonê ji vê berxwedana li zindanan di demeke ku digotin ew ‘bi ser ketine’ darbeya mirinê xwar. Piştî berdana Leyla Guven a ji mecbûrî, berbelavbûna berxwedanê jî nîşan dide ku dê ev jî wisa bibe.

Leyla Guven piştî ji zindanê hat berdan jî berxwedana xwe ya greva biçûbûnê berdewam kir. Pêşengiya berxwedana ku dike di rojên 80’yî de ye. Divê ji vê bigihîjin encamên rast. Me dît ku berxwedana Leyla Guven bi zindan û girtîbûnê ve ne girêdayî ye. Ger wiha bûna ew ê greva xwe berdewam nekirana. Berevajiyê vê hewl dide berxwedana xwe bihêztir bike. Yek daxwaza wê heye ku ew bi xwe tîne ziman; dixwaze ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo bê rakirin. Bi berxwedana Leyla Guven re tevî berxwedêrên zindanan, li Hewlêrê Nasir Yagiz, berxwedêrên Strasbourgê, li Newport-Galiyanê Îlhan Şîş, li Toronto-Kanadayê Yûsûf Îba, li Deng Haag-Hollandayê Huseyîn Yilmaz, li Mexmûrê Fadîle Ok, li Den Haag-Hollandayê Hasbî Çakici, li Duisburg-Almanyayê Mustafa Tuzun jî diyar kirin ku daxwaza wan heman daxwaz e.

Bi van aliyên xwe îro berxwedanên grevên birçîbûnê ku Leyla Guven pêşengiyê dike mîrasa berxwedana li hemberî faşîzma 12’yê Îlonê dewr girtine û berdewam dikin. Taybetmendiya wê, têkoşîna berxwedaneke hevgirtî heye. Bi pênasekirineke din meşaleya li zindanan hat pêxistin, derket derveyî dîwarên zindanan. Ji ber vê jî ev berxwedan nikare bi zindanan re bê sînordarkirin. Rastiya têkoşîneke wisa ye ku divê li dora wê kom bibin, xwedî lê derên û gav bi gav bi rêbazên dewlemend li her derê welat berbelav bikin. Ev berxwedan ragihandineke wisa ye ku Rêber Apo û rastiya azadî û demokrasiyê ji hevdu nikare bê qutkirin.

Îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li her derên kurd lê dijîn, kurd û dostên xwe li ser bingeha vê rastiyê têdikoşin. Li bakur û rojavayê Kurdistanê têkoşîna gel a bi dirûşma ‘hebûna xwe biparêze û azadiya xwe teqez bike’ ya li hemberî dewleta TC’ê ya dijminê kurdan û qirker derketiye asteke pir dijwar. Li başûrê Kurdistanê jî hatiye asteke wisa ku êdî wek ku ‘kêr gihîştiye hestî’ gel li dijî dewleta TC’ê ya qirker û dagirker dest bi raperînê kiriye. Li qada navneteweyî şoreşger, demokrat, rewşenbîr, derdorên mirovperwer li hemberî êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst û qirker helwesteke zelal nîşan didin. Dîsa derdorên heta niha bêdeng diman jî hewcedarî bi liv û tevgerê dibînin. Heta kesên destek didan dewleta TC’ê jî helwesta xwe di ber çavan re derbas dikin. Ji aliyekî ve ev tên jiyîn, li aliyê din jî dewleta TC’ê qeyraneke ku di dîroka wê de nehatiye dîtin, dijî. Di nav vê rastiyê de mercên bidestxistina serkeftinê ya berxwedana li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo, ji her demê guncavtir in. Bes bila ev rastî baş bê dîtin û li gorî vê jî bi pratîkê bersiv bê dayîn.

Berxwedana Leyla Guven a temsîla mîrasa berxwedana Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûşan dike û di rojên xwe yên 80’yî de ye rêya rast nîşan dide.

Dikarî Biecibînî