Heyeta tirk li Moskovê çi dike?

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de têkildarî rewşa Sûriyeyê hinek tişt hêj nehatine zelalkirin. Hevdîtinên ku tên kirin nîşan dide ku pirsgirêkên navbera her du dewletan dewam dikin. Aliyê tirk li soza xwe xwedî derneketiye û ev yek aliyê Rûs pir aciz dike. Lewma trafîqa hevdîtinên navbera her du aliyan di demên dawîn de pir zêde bûye.

Hefteya borî serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan bi serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re li avahiya Kremlînê hevdîtinek pêk anî. Bêguman ev hevdîtin pir girîng bû û gelek mijarên din jî derxistin pêş. Piştî hevdîtinê di daxuyaniya hevbeş de Pûtîn yekem car qala Mutabaqata Edeneyê kir. Di serî de dixwazim bêjim ku li gor peymana heyî emrê vê mutabaqatê deh sal bû. Lewma divê ev mutabaqat di sala 2011’an de bihata nûkirin. Lê ji ber ku di wê salê de li Sûriyeyê şer rûda û rêvebiriya tirk jî rewbûna rejîma Esad nas nekir ev mutabaqat ji aliyê her du aliyan ve nehat nûkirin. Lewma niha mutabaqatek bi vî rengî nîne.

Pûtîn dema ev mutabaqat destnîşan kir di heman demê de ji aliyê tirk re got pêwîst e hûn bi rejîma Sûriyeyê re rûnin. Piştî vê peyama Pûtîn, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku “hevdîtinên wan bi awayekî neyekser bi rejîmê re hene”. Ev yek jî piştrast dike ku dewleta tirk li gorî peyama dewleta tirk tevdigere. Lê derdê rûsan ne ew e, derdê wan ew e ku Tirkiye di mijara Idlibê de sozên xwe neaniye cih û çete ji herêmê derneketine. Ev yek jî aliyê rûs pir aciz dike. Lewma ev aciziya Rûsyayê ji bo tirkan jî bûye mijarek metirsiyê. Ji ber vê yekê piştî hevdîtina Erdogan ya bi Pûtîn re, di 31’ê çileyê de heyeteke tirk ya ji Mevlud Çavuşoglu, wezîrê parastinê Hulusî Akar, musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, şêwirmendê Erdogan Îbrahîm Kalin û hin kesên din yên payebilind ji bo hevdîtinan serenada Moskovê kirin. Ev heyet dê heya roja yekşemê li Moskovê hin hevdîtinên girîng pêk bîne. Mijara vê hevdîtinê jî girîng dike ew e ku ji derveyî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, Cîgirê Wezîrê Parastinê Vlerî Geresîmov dê ev heyet bi hin fermandarên leşkerî yên rûs re jî rûnin.

Armanca û daxwaza heyeta tirk ew e ku Rûsya beriya hilbijartinê rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de pêk bên, li hemberî Idlibê operasyonê nede destpêkirin. Ji ber ku di vê mijarê de aliyê tirk tu sozên dabû aliyê rûs pêk neaniye û rûs di operasyonê de israr dikin. Bi vê zexta Rûsyayê ve wisa diyar e ku siyaseta Tirkiyeyê di Idlibê de xitimiye. Ji ber ku hem di siyaseta navxweyî de û hem jî di ya derve de Erdogan li ser hêza çeteya ku di Idlibê de daye avakirin xwe dide axaftin. Lê herkes dizane ku destebirayê van çeteyan kî ye û ev çete bi çi mebestê li herêmê hatine bicihkirin. Lewma li herêmê herî zêde Rûsya ji van çetayan aciz e. Ji ber vê ye ku herî zêde ev çete ji Rûsyayê re pirsgirêkan derdixin. Ji bo wê jî Rûsya êdî dixwaze xwe ji van çeteyan xelas bike.

Dewleta tirk di nav lîstikan de lîstikê dilîze. Rûsya ji bo operasyona Idlibê zextê li Tirkiyeyê dike lê tirk bi rojevkirina oprasyona rojhilatê Firatê ve dixwazin zextên Rûsyayê nerm bikin. Lê rûs yekser neynin ser ziman jî ji ber gelek mijaran naxwazin tirk êrîşî rojhilatê Firatê bikin.

Di encamê de heyeta tirk ya ku çûye Rûsyayê dixwaze li pişt perdeyan planên qirêj bike. Rûsya di asta herî jor de aşkera nebe jî bi awayekî neyekser got ku ew dixwazin tirk bi rejîmê re tekiliyên xwe bi pêş bixe. Ji despêkê ve armanca Rûsyayê ev bû. Pêvajoya Astana û Soçî ev armanc dikir. Lê Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj her tim ev daxwaza Rûsyayê taloq kir. Lê êdî pêvajo hatiye asteke wisa ku Tirkiye nikare çav û guhê xwe ji van daxwazan re bigire. Êdî divê biryara xwe bide. Heyeta tirk ya ku dê çar rojan li Moskovê bimîne û di serî de aliyê leşkerî û bi gelek aliyên din re hevdîtinan pêk bîne jî dê di vê mijarê de diyarker be. Planên qirêj her tim li pişt perdeyên reş û veşarî tên amadekirin. Ev kevneşopiya entrikayên Osmaniyan e û dîktatoriya Erdogan jî vê baş dizane. Lewma ew jî wek pêşiyên xwe dixwaze bi entrîkayan û komployan dîktatoriya xwe li ser pêyan bihêle. Lê êdî hemû lîstik aşkera ne û her kes dizane di serî de Erdogan û dewleta tirk li herêmê xwedî çi planên qirêj û xirab in.

Dikarî Biecibînî