Hêrsa gelê Başûr bûye lehî

Gelê başûrê Kurdistanê bi çalakiyeke dîrokî bi ser baregeha leşkerî ya dewleta tirk de girt û çekên li baregehê îmha kirin. Li başûrê Kurdistanê 15-20 baregehên bi vî rengî hene. Ji ber ku dewleta Iraqê van baregehan qebûl nake, ev baregeh ne meşrû ne. Ger li dewletekê evqas baregeh hebin ev tê wê wateyê ku ew dewlet bi temamî azad nîne. Gelê başûrê Kurdistanê li hember van baregehên ku li dijî azadiya wan in helwest nîşan dan. Ev nîşan dide ku gel baregehên leşkerî naxwaze. Ji bo gelekî ji vê helwestê rûmettir tiştek nîne. Jixwe gelekî ku dixwaze azad û serbixwe bijî divê helwesteke wiha nîşan bide. Ger li hemberî hêzeke biyanî helwestnîşandan, wekî sûc were dîtin ev nîşaneya feraseta çewt a siyasî ye.

Li başûrê Kurdistanê di van salên dawîn de di encama êrîşên hewayî de bi sedan sivîll hatin qetilkirin. Ev bi belgeyan hatiye piştrastkirin. Tenê li herêmên Şêladizê û Dêrelokê bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Ji ber ku hikûmeta başûrê Kurdistanê li hemberî van qetlîaman helwest nîşan neda û qetlîam asteng nekir, rasterast gel ket dewreyê. Raperîna gel li hemberî qetlîamên ku di encama êrîşên hewayî de pêk tên û li ser axa wan hebûna hêzeke biyanî ye. Jixwe di dema referandûma serxwebûnê û dagirkirina Kerkûkê de gel li hemberî Tayyîp Erdogan û AKP’ê pir bi hêrs bûbû. Gel helwesta dewleta tirk a li hemberî referandûmê û dagirkirina Kerkûkê ji bîr nekiriye.

Rêveberiya başûrê Kurdistanê li gorî helwestên ku AKP di salên dawîn de nîşan dide li şûna ku têkiliyên xwe bi sînor bike, bêhtir têkiliyên xwe pêşve dibe. Ne tenê PDK, di heman demê de YNK jî bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe pêşve dibe. Ev rewş di encama şikestina îradeya siyasî de derketiye holê. Ji bo gelê Başûr jî ev helwest bûye sedema trawmayan. Çalakiyên ku li Şêladizê hatin lidarxistin li hemberî trawmayan wek bertek derketin holê.

Gelê kurd bertek nîşanî polîtîkayên dagirkerî, qetlîam û dijminatiyê dide lê rêveberiya başûrê Kurdistanê gel sûcdar dike. Rojnamegerên ku geşedanên li Şêladizê ragihandin hatin girtin. Lêborîn ji dewleta tirk hatiye xwestin û hatiye gotin ku careke din destûrê nadin bûyerên bi vî rengî. Ev helwest tê wateya bi awayekî aşkera parastina baregehên leşkerî û dewamkirina êrîşên hewayî. Her wiha hatiye gotin ku ji bo careke din bûyerên bi vî rengî pêk neyên dê tiştên pêwîst bên kirin.

Îktîdara AKP’ê û rêveberiya Başûr ji bo van bûyeran PKK sûcdar kirin. Gotin ku li pişt van bûyeran PKK heye. Bi van daxuyaniyan bi sedan sivîlên ku di encama êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dane didin jibîrkirin. Di esasê xwe de li hemberî qetilkirina sîvîlan hêrsa gel bûye lehî. Ev bûyer û daxuyaniyên hatine dayîn nîşan dide ku PDK li şûna ku ji bertekên gel dersên baş derxe, dê li vir wiha bi hevkariya îktîdara AKP/MHP’ê li hemberî PKK’ê planên nû bikin. Jixwe heta niha ji bo êrîşên hewayî ku bi hezaran caran pêk hatiye, bi dayîna îstîxbarata cih hevkarî dikirin. Wisa xuya dibe ku dê van hevkariyan bêhtir pêşve bibin. Heta mirov dikare bibêje ku dê hewl bidin YNK’ê jî tevli hevkariya Tirkiye-PDK’ê bikin. Hevkariya ku di sala 1998’an de di dema komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de bi pêş xistin dê hewl bidin di şert û mercên niha de dîsa pêk bînin. Ji bo êrîşên dewleta tirk û çalakiyên gel hincet nîşandina PKK’ê û wek hedef nîşandan tê vê wateyê.

Di vê astê de hedef nîşandana PKK’ê û têkiliyeke ewqas xurt a bi AKP’ê re di heman demê de berevajîkirina rastiyan ne jî. Gotin û kirin, berevajî rastiyên heyî ne. Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser başûrê Kurdistanê de talûkeya dagirkirina Hewlêrê rû da. Li hemberî vê talûkeyê, nîviya Hewlêrê vala bû. Ger ku gerîla ev êrîşa DAIŞ’ê nesekinanda dê DAIŞ heta Hewlêrê bihata. Ji ber vê rastiyê bû ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû kampa Mexmûrê û spasiya fermandarên gerîlayan kir. Di wê demê de Mesûd Barzanî bi gotinên; ‘desthilata AKP’ê alîkarî neda me’ re, Tirkiye bi bêdengiya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê sûcdar dikir. Di vê pêvajoyê de Kerkûk û Silêmanî jî di bin gefa DAIŞ’ê de bûn. Li ser vê yekê gerîla ji Qendîlê bi lezgînî li dehan otobûsan siwar bû û bi ser Ranya û Silêmaniyê derbasî Kerkûkê bûbû û tevî pêşmergeyan, DAIŞ sekinandin. Ji mudaxaleya gerîla re ne tenê gelê Kerkûkê, gelê Silêmaniyê jî bi moral bûbû. Mîna Mesûd Barzanî, YNK’iyan jî spasiya gerîla kiribû. Her wiha yên ku di sala 2017’an de di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li Kerkûkê de waliyê Kerkûkê parast û tevî pêşmergeyan rê li ber ketina Kerkûkê ya DAIŞ’ê girt jî gerîla bû.

Hedefnîşandana PKK’ê tê wateya berevajîkirina rastiyê yan jî ji bo veşartina armancên cuda. Desthilata AKP-MHP’ê li her deverekê dijminatiya kurdan dike. Efrîn çima hat dagirkirin? Çima bênavber êrîşî rojhilatê Firatê dikin? Çima li dijî Şengalê êrîşên hewayî pêk tînin? Rêbera têkoşîna azadiyê ya jinan Sakîne Cansiz û hevalên wê li Fransayê ku bi hezaran kîlometreyan ji Tirkiyeyê dûr e, çima hatin qetilkirin? Gelo ma ne sed sal e dijminên kurdan ji bo qetilkirina kurdan her tim hincetan nîşan didin? Dema ku Sedam Hiseyîn êrîşî kurdan dikir ma nedigot; “Ez êrîşî kurdan nakim, êrîşî PDK û YNK’ê dikim”. Ma pêkan ku dewleta tirk jî tiştekî cuda bibêje?

Li her çar parçeyên Kurdistanê daxwaza gelê kurd ew e ku hemû partiyên siyasî bibin yek, li hemberî hev dijminatiyê nekin û neyên lîstikên dijminên gelê kurd. Ger ku PDK an jî YNK bi zexta dijminên gelê kurd li dijî PKK’ê yan jî partiyên din ên kurd bisekinin an jî tevî dijminan li ser partiyên din ên kurd hesabên cuda bikin; dê gelê kurd vê yekê qebûl neke. Dibe ku bi dehan sal berê têkiliyên bi vî awayî danîbin û bûbim parçeyek ji komployên li hemberî partiyên kurd. Lê ev têkilî ji hêla gelê me ku hişmendiya wê ya neteweyî pir bi pêş ketiye ve dê weke sûcekî ku nayê efûkirin bê dîtin. Hemû rolên ku ji bo qelskirina rêxistineke bihêz a siyasî ya kurd tê lîstin, di dîrokê de ji bilî îxanetê dê bi tu wateyeke din neyê fêmkirin. PDK an jî YNK an jî PKK, kîjan partî dibe bila bibe yên ku bi vê rolê radibin dê ji hêla gelê me û dîrokê ve neyên efûkirin.

Dikarî Biecibînî