Dîplomasiya kurdên azad

Statuya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku beşek ji wê rojavayê Kurdistane êdî bûye rojeva hemû cîhanê. Xuya bû ku bêstatuya kurdan û bi taybet bakur û rojhilatê Sûriyeyê, lê herêmê tu guhertinek nabe. Ne tenê aktorên li herêmê, hêzên cihanî jî vê rastiyê tînin ziman. Bêguman ev jî di encama têkoşîna gelê kurd a li dijî terora DAIŞ pêkhat.

Di esasê xwe de gelê kurd heta niha ji aliyê cîhanê zêde nedihatin naskirin, lê bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gelê kurd bêhtir hatin naskirin. Ji ber gelê kurd heta niha derfet neditîn xwe bidin naskirin. Dagirkerên Kurdistanê çi bigotana hevkarên wan yên cîhanê li gorî wê tevdigeriyan. Lê êdî ev kêm be jî hat guhertin.

Mixabin dîplomasî kurd heta beriya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, ji bo kurdan bide naskirin rolek çalak nelîst. Sedemê wê hebûn. Partî Demokratî Kurdistan bi ser navê kurdan dîplomasiya kurd xistibû destê xwe. Kesên bixwestana bi kurdan re têkiliyan pêş bixin bi rêya vê partiyê danûstendin dikirin. Dîplomasiya PDK’ê bêhtir ji bo berjewendiyên başûrê Kurdistanê bû. Ev dîplomasî çiqas li gorî berjewediyên başûrê Kurdistanê bû ev jî cihê nîqaşê ye. Lê ez dîsa jî pênaseyeke bi vê rengî bikim. Lê di esasê xwe de dîplomasiya PDK’ê ji bo berjewendiyên partî ya wan û di çarçoveya teng de jî, ji bo berjewendiyê malbata Barzaniyan bû.

Xaleke girîng a dîplomasiya PDK’ê ew e ku li ser navê kurdan dîplomasî dikirin lê dijberiya kurdên beşên din yên Kurdistanê û hevkariya bi dagirkerên li ser beşê din yên Kurdistanê bû. Dagirker ji bo terora xwe li ser gelê kurd rewa bikin û têkoşîna gelê kurd yên parçeyên din terorîze bikin ev dîplomasî bûbû amûrek û tişta kambax ew e ku niha jî ev rewş didome. Bi deh selane PDK’ê li ser navê gelê kurd, li dijî kurdên wek wan nafikirin, wek hevkarên dagirkerên Kurdistanê tevdigere. Ev paradoksa siyaseta kurd e. Hîn jî ev paradoks di asteke bilind de didome.

Gele kurd ji aliyê cîhanê ji du xetan ve dihatin naskirin, yek li ser navê kurdan PDK ku ev jî li gorî berjewendiyên xwe dijberiya partî û rêxistinên kurd yên li beşên din ên Kurdistanê dikir. Ji bo wan ji bilî kurdên li derdora wan kom bûne, hemû kurdên din reş dikirin. Yan din jî dagirkeran kurdan bi cîhanê didan naskirin. Kurdên ji bo berjewendiyên xwe dagirkeran qebûl kiribûn û asîmîle bibûn xistibûn vîtrîna xwe. Kurdên ji bo azadiyê têdikoşiyan jî, wek terorîst nîşan didan. Bi deh salan kurd wiha hatin naskirin.

Têkoşîna gelê kurd ya rewa ya li dijî DAIŞ’ê, danasîna kurdan ya di bin destê PDK’ê û dagirkerên Kurdistan de bû, destpêkê hejand û di encamê de hêdî hêdî dirûxe. Ev ji bo kurdên azadîxwaz û ji bo mafê xwe yê rewa li dijî dagirkeriyê têdikoşîn bingehek nû yê dîplomasiyê vekir. Bi taybet li Rojava her çend reşkirina dewleta tirk û PDK’ê bidome jî, rêyek nû yê dîplomasiyê ji kurdan re vekir. Kurd êdî ne bi reşkirinên dewletên dagirker, ne jî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi dijberiyên PDK’ê yên li cîhanê nayên naskirin. Wek gelekî mazlûm û daxwaza mafê xwe dike, tê naskirin.

Ev jî bi saya têkoşerên gelê kurd yên 7 sal e li Sûriyeyê û li Iraqê li dijî terora DAIŞ’ê tedikoşîn pêkhat. Niha ji bo kurdên azad bingehek xurt çêbûye ku xwe bi cîhanê bide naskirin. Her carê li cîhanê dewletek bi rastiya kurdên azad re rûbirû dimîne. Ji bo bandora dagirkerên Kurdistanê li holê rabe li seranserê cîhanê xebatek dîplomasiyê ya pir alî heye.

Ji aliyekî bi dewletên ereb re, ji aliyên din bi dewletên Ewropayê, Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê re dîplomasiyek gelek çalak tê meşandin. B itaybet hevdîtinên dawî yên li Amerîka û Fransayê jî dan xuyakirin ku siyaseta jinedîtî hatina kurdên azad êdî hatiye şikandin. Lê ev nayê wateyê ku hêzên dijberî kurdên azad siyaseta reşkirina kurdan rawestandine.

Dikarî Biecibînî