Li Başûr bûyerên balkêş

El Qaîdeyê di 1’ê sibata 2004’an de êrîşî nûnertiyên PDK û YNK’ê yên Hewlerê kiribûn. Di vê êrîşê de gelek rêveberên payebilind ên PDK û YNK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ev êrîşek hovane bû û li dijî destkeftiyên kurd pêk hatibû. Li her çar parçeyên Kurdistanê ev êrîşa hovane hatibû şermezarkirin.

Di salvegera vê êrîşê de li Parqa Samî Abdurehman ku wî jî di vê êrîşî de jiyana xwe ji dest dabû, merasimek hatibû lidarxistin. Di vê merasimê de serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û tiştên balkêş gotin û got ku ‘neyarên gelê kurd di nav kurdan de cudahî nakin, hemû kurdan wekhev dibînin û divê kurd yekitiya xwe ava bikin.’ Ev ji sedî sed rast e.

Lê mirov li bendê bû ku Nêçîrvan Barzanî heman axaftinan piştî bûyera Şêladizê jî bike. Dema dewleta tirk êrîşî şêladiziyan kir û pêwîst bû heman daxuyanî piştî wan êrîşan jî bihata dayîn. Neyarê gelê kurd ên herî mezin dewleta tirk e û tu cudahî naxe navbera kurdan û wan qetil dike. Dewleta tirk efriniyan, amediyan, dêrsimiyan û şêladiziyan qetil dike. Yekitî ji gelê kurd re wek nan û avê pêwîst e. Lê Kurdistan tenê Başûr nîne û li Başûr jî partiyên kurd tenê PDK û YNK nîn in. Lazim e ev rastî baş were fêmkirin.

Ger daxuyaniyên piştî êrîşa li Hewlêrê hatin dayîn, piştî qetlîamên li Şêladizê bihatana dayîn dê watedar bûna. Lê ev nehate kirin û bûyerên ecêb qewimîn. Piştî serhildana Şêladizê, dewleta tirk daxuyanî da û got rêveberiya Hewlêrê çi pêwîst be dê bike. Li ser navê rêveberiya başûrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da, lêborîn ji dewleta tirk xwest û got ev provaksyon e û çi pêwîst be dê were kirin.

Piştî van daxuyaniyan, asayîşa Delaluk û Şêladizê pêla binçavkirinê dan destpêkirin. Rojnameger, aktîvîstên civakî, nûnerên partî û tevgerên siyasî jî di nav de 80 kes hatin binçavkirin.

Tê gotin ku MÎT’a tirk û rayedarên nêzî dewleta tirk, li ser gel zexta dikin ku li hemberî PKK’ê xwepêşandanek li dar bixin û şermezar bikin. Piştî bûyeran du rojan tangek leşkerê tirk di nav sûka Şêladizê de tur avêt. Bi van kiryaran dixwazin şêladiziyan bitirsinin û biçewsînin.

Mirov dewleta tirk fêm dike. Lê mirov helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê fêm nake. Dewleta tirk ferman dide û ew jî li ber çavê hemû gelê kurd van fermanan pêk tîne. Li cihekî din bûna dê rêveberiya wî pîroz bikira. Ger komek tirk êrîşî baregeha pêşmergeyan bikira dê dewleta tirk kesên ku êrîş kirine wekî qehreman nîşan bida. Lê bi nêzîkatiyeke ecêb û sosret ew kes tên binçavkirin, gef û şantaj li wan tên kirin.

Ji bo tecrîda li Îmraliyê were şikandin, li başûrê Kurdistanê jî çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidaxistin. Li Mexmûr, Hewlêr, Silêmaniye û Şengalê çalakiyên grevên birçîbûnên bi tevlêbûnên nû û bi biryardarî dewam dikin.

Jinên mexmûrî xwestin li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) greva birçîbûnê bidin destpêkirin, çalakiyeke meşrû, demokratîk, neteweyî û niştimanperwerî bû. Lê asayîşa Hewlerê êrîşî jinên mexmûrî kir. Li Silêmaniyê jî ji bo tecrîda Îmraliyê were şikandin, heta niha çalakiyên ku tên lidarxistin tên astengkirin. Di van demên dawîn de li Silêmaniyê nêzî 200 kes hatin binçavkirin. Helwestên ku li Hewlêr û Silêmaniyê tên nîşandan zirarê didin yekitiya kurdan û dilê dijminên kurdan xweş dike.

Di bin siya van pêşveçûnan de ji bo hikûmeteke nû were avakirin di nav partiyan de hevdîtin berdewam dikin. Di ser hilbijartinan re 5 meh derbas bûn lê hêj hikûmetek li holê tune ye. Serokê hikûmeta herêmê wek Mesrûr Barzanî hatiye erkdarkirin. Lê partiyên siyasî li ser wezaretan li hev nakin. Ger li ser van bûyerên dawî hikûmetek were avakirina tu wateya wê nîne. Ji ber ku xizmet ji polîtîkayên neteweyî û niştimanî re nake. Ger li ser esasên polîtîkayên dawî ku li Başûr tê meşandin, hikûmetek çêbibe, dê aloziya başûrê Kurdistanê kûrtir û mezintir bibe. Ev jî xizmet ji Kurdistanê re nake, ji dijminê gelê kurd re dike.

Dikarî Biecibînî