Serbihûriya navekî efsaneyî!

Hinek kes wî weke Mîrê Bilûrê binav dikin, lê ez wî weke„ Mîrê Hunerê “ binav dikim. Çimkî hunera wî tenê di lêxistina bilûrê de bidawî nedibû. Ger wî jî li deriyê hunerê nexista, huner ber bi wî ve dihat, lê dema wî li deriyê hunerê xist hema di kêliya yekê de zanî ku ew merîfet pê re heye. Li Amedê wiha li pêşberî xelkê behsa destpêka hunera xwe kir:Wextê Xwedê merîfetê dide mirov, ew hez û merîfet çawa dibêjin, gerek bê pêşiya derî, li te bigere û heza xwe tevlî hez, hêz û evîna te bike. Aha eva tiştekî Xwedêdayî ye ku îlhamê ji te re dibexşîne. Dema tu wê ji dest bidî êdî heya mirinê dê ax û ofên poşmaniyê bikişînî. Hunerê wiha li deriyê vî dilê min jî da. Ez wiha bûme Egîdê doza hunera xwe a lape Kurdî…“.

Navê giran çiqas jî xwedî ked û hunera tije çêj be, lê dema welat wêran an jî dewletek tune be, yê rastî wê qedirnasiyê neyê ya ku tê payîn. Li vira ew navê efasaneyî ku haya gelek kesên weke me zêde jê tunebû, EGÎDÊ CIMO ye. Egîd di karê xwe de weke qralên xwedî desthilatdariyek tije edalet, qehreman û mêrxas bû. Ji heft saliyê heya rojên dawiya jiyana xwe biqasî 80 salan: tilî, dest, nefes, hest; çav û dilê wî yê mezin saniye bi saniye tevî hunerê jiyan. Jiyana bêhuner ji wî re bêwate bû. Hunera ku bi koka xwe resen û çavkaniyên jiyan, dîrok, nasname û kevneşopiyên çanda neteweya kurd radixistin ber çavan. Dengê bilûra wî dengê xerîbî, bêkesî û salên dirêj ên jiyaneke tije zehmetî bûn. Ew êş di nav rihê wî de hebûn, hestên wî diricifandin, xewa şevê ji çavên wî diherimandin, dibûne awazên bêmirin û xwedîka jiyana wî dianîn ber çavên me.

 

Zelûlî ji bêdayîkbûnê dest pê dike!

Dema behsa dayika xwe dikir, çavên wî şil dibûn.

Êvariya rojeke payîza sala 1943’an bû ku dayika min li ser bûyîna zarok heya berê sibê êşeke giran kişand. Rengê wê êşê di qêrîn, hawar û rûyê wê de xuya bû, hê jî ew dîmen li ber çavên min in. Pişt re ew mir û ez heya niha jî dema ku ew dem tê bîra min ji malê derdikevim û fîqê lê dixim. Bona wê jî çaxê ber êvaran dengê fîqê gelek xweş e. Xemên dilê min direvîne…, bêdayikbûnê qedera min û bavê min guherand. Ez bûm berxvan û xema diya min jî heya mirinê tevî jiyana bavê min ma. Bêdayikmayînê gelek zelûlî nîşanî min dan!“

Gotinên mamosta Egîd kurt bûn, lê xwedî wê wateyê bûn mîna ku ji singê dîrokeke çend hezar salî derkevin.

Carekê ji min re wiha gotibû:“ Heya mirov xwe nas dike, imrê xwe xelas dike…!“

Min jê pirsî ev gotin kengî û ji çi re tê gotin? Li min nêhrî û bi girnijîneke tije wate wiha got:“Jiyan kurt, derfet kêm û karên ku di dil û mejiyê mirov de jî hene, pir zêde ne. Mirov nikare bigihîje hemû xweziyên dilê xwe. Îcar ji roj û salên jiyana xwe baş sûdê bistînin ku poşmanî nebe para we…“

 Kurtejiyana mamosta E. Cimo

Egîdê Kej bi rengê xwe yê sîs kurê Gulê û Cimo bû. Sala 1932’an li gundê Erdeşerê hate dinê ku şêniyên wê nîv kurdên êzidî û nîv jî ermen bûn. Sala 1943’an hê 11 salî bû ku dayika wî ji jiyanê veqetiya. Wê windahiyê bandoreke tije êş li ser riha wî danî. Em wê bandorê di awazên bilûra wî de dibînin ku di kilama Lawkê Metînî de tevî Karapêtê Xaço lê dixe. Bavê wî li pey wê Gula jiyana xwe heya sala 1962’an nezewicî ku êdî wî jî ji dinê bar kir.

Malbata Egîd ji eşîreta Mendikî û ji gundekî bajarê Wanê bûn ku bav-kalkê wî tevî malbata Cangîraxayê navdar ji destê Roma Reş reviyabûn û hatibûn herêma Elegeza kurdên nava sînorên welatê Ermenistanê.

Ew li gelek welatên cîhanê geriya û bû sefîrê sazbendiya kurdî. Heya sax bû rastî qedirnasiyeke baş hat û li Wan, Amed, Silêmaniyê û gelek bajarên din yên Kurdistanê ew rastî bi çavên xwe dîtin. Salên destpêkirina MED TV hate Ewropayê û hinek berhemên dewlemend ji arşîva wê TV’yê re kirin mal. Lê wî nexwest li Ewropayê bijî û careke din vegeriya Elegezê ku bêhna kurd û Kurdistanê jê dihat.

Qamîşê devê çemê ava Reş!

Hesretên zarotiyê û nedîtina dilovaniya dayikê weke kûlekê di dilê wî de pengivîbûn. Ji ber wê jî dema behsa dayika xwe Gulo dikir, hestên wî birîndar dibûn. Bi wê sedemê jî bi rihetî nekarîbû baş dersa xwe a dibistana pêşîn bîne dawiyê. Bûbû berxvanê gund.

Gavanê gundê wan ê Ermen Andiranîk bû ku pir xweş li fîqê dixist, dema wî guhdarî dengê fîqa wî dikir, êdî bi heyranî guhdar dima. Ji roja ku qamîşekî devê çemê ava Reş yê li rex gund bi kêra xwe ya biçûk birî û nava wê xalî kir, dest pê kir, hat û bêrawestan bû rêvîngê doza hunerê. Êdî evîna yekê a dilê wî hunera Kurdî bû. Fîq, Bilûr, Zirne, Mey û amûrên din yên muzîkê li ba wî çekên herî bihêz yên cîhanê bûn.

Dengê Fîq û Zirneya wî bi wê nefesa fireh ji temenê 16 saliyê û şûnde bû xemila dewat û şahiyên kurd û ermenên herêmê. Zelûliya jiyanê ji herkesî bêhtir rastî zarokên bêdayik tê. Ew li ser nedarî û feqîriyê wîha dibêje:Diya min çûbû rehmetê, 2 çêlekên me hebûn. Min çêlek didotin û şîrê wan dikire mast. Min du dîzikên mast danîn ser milê xwe, ji zozanan bi pêyan hatim Rewanê û min firotin, da zirneyekê. Îcar Zirnê di rê de lê dixim û diçim heta çûme oba me, zozanê.(1)

 Li radioyê

Sedsala derbasbûyî anku ji sala 1955an û şûnde ku para kurdî a radioya Yêrîvanê bi serkêşiya nemir Casimê Celîl hate damezirandin, dengê mey û bilûra wî ji guhdaran re wisa xweş û bi heybet bû ku texmîneke wisa di hişê xelkê Kurdistanê de çêkiribû:“ Ew ji me re weke „çiyayekî mezin“ dihate dîtin“. Sazbendiya wî xwedî dereceke wisa bilind bû.

Awazên me yên bi xemila lêxistina Egîdê Cimko dewlemendiya xwe bêhtir dane xuyanîkirin. Egîdê Cimo weke kompozîtorekî serkeftî jî ji bo piyanoyê awazên wî hene û hatine notakirin. Wî bi sazbendiya xwe ya profesyonal dizanî çawa şagirdên baş perwerde bike.

Arşîva fonda zêrîn a muzîka Kurdî gelekî deyndarê sazbendiya Xelîlê Evdile, Şamîlê Beko û Egîdê Cimo ye. Ew her sê weke xemila sazbendiya radioya Êrîvanê yê xwedî navekî bêmirin bin ku dîroka hunerê yê di rûpelên xwe de wan navan bi pîtên zêrîn ji nifşên paşerojê re binivîse û tomar bike. Nasnameya hunera me bi buhagiranî û îtibara xwe gelekî deyndarê afirankariya van sê navên naskirî ye. Apê Egîd li ser Şamîlê Beko wiha dibêje: “Şamîlê Beko wexta hê neçûyî rehmetê fîqa xwe anî da min û wiha got: Egîd can kurê min jî mîna te sazbend e, lê ez Fîqa xwe didim te. Rêya min bidomîne, çimkî rihê sazbendiya te li dilê min dixe, jiyanekê li ser jiyana min zêde dike“. Yanî wî Fîqa xwe neda kurê xwe, da min û dîsa got:“ Ev heqê te ye ne yê wî, tu eynî weka min lêdixî!”

 Êzidî kurdên resen in!

Bîranîna nav û hunera wî bêtir ji her carê qedirnasiya wî li cem kurdên bêdewlet raxist ber çavan. Ew bi hunera xwe re kesekî rûrast û bi kurdbûna êzidiyên cîhanê jî serbilind bû. Carekê ji min re wiha got: “Li pey hilweşîna Sovyetê hinek Kurdên Ermenistanê ketin nava lîstikên siyaseta bêdê û bav û wiha dibêjim: em ne kurd in, êzidî ne.” îcar ez jî ji we û wan dipirsim: ewqas nivîskar, hunermend û dîrokzanên kurdan ji dehan salên berê dest pê kirin û xizmeta ziman, dîrok û hunera kurdî kirin, qey wan qet li derekê gotine an nivîsîne ku em ne kurd in lê êzidî ne? Ez nizanim ew afatane ji kuderê peyda bûn. Lê ez dixwazim bêjim ku gere ez Kurdistanek azad bibînim. Ez ê derkevim imirê 100 salan. Em ê li Kurdistanê jî rastî hev bên. Em êzidî kurdên herî resen ên cîhan ne.

Min gelek şixul kir seba miletê xwe. Heta Kurdistan azad nebe, qîmeta keda min nayê zanîn. Dengê min heye, dizanin ez kîm e, çi me. Lê ew hindik e, gerek heykelê min li bajarê Wanê an bajarekî din yê Kurdistanê bê çêkirin

Di salên destpêka karê radioyê de Egîd li kêleka mamosta Casimê Celîl bû. Ew gund bi gund digeriya û dengbêjên Kurda dianîn radioyê. Ji wan dawxwaz dikir ku tevî wan hevkariyê bikin û arşîva hunerî a wê navendê dewlemendtir bikin.

Ji 37 salên xebata xwe a di wê saziyê de heft salan bêdirav xebitî. Hemû armanca wî tenê xebitîna di qada hunerê de bû. Hunera bi rêya wê radioyê belavî hemû welatê Kurdistanê dibû. Egîdê hosta xemxwariya xwe a wan salan bi van çend peyvan beyan dike:“Ew Egîd ez im ku li vê dinê xem û êşên giran kişandine. Tenê ez xemê dikeşînim. Çimkî min pir kir, lê kesî/ê qîmet neda. Tenê van salên dawiyê nebe ku êdî ez tême bakur û rastî qedirgirtineke mezina gel têm. Yên berê jî qîmet didan, lê ji wana êdî kes nemaye…“

Egîdê Cimo û Evdalê Zeynikê.

Mamostayê sazbend evîndarekî rêbaza dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê bû. Li ser hunera wî wiha xemên dilê xwe vedigotin:“ Carekê ez tevî çend kesên din çûme ser mezelê Evdalê Zeynikê, lê çi bibînim?!! Cihekî hema rast û mezel rût bû, çi tiştek li ser tunebû, xerabe bû. Ne kevrek û ne kêliyek ku navê wî li ser hebe. Pir nerihet bûm. Li kes û karên wî û berpirsên Kurd rexne nema ku nekim, wan jî daxwazên min pejirandin. Mezelê wî çêkirin. Min perên quling anîn û danîn ser mezelê Evdalê Zeynîkê. Çima? Bona ku bê bîra herkesî ku ew dengbêjekî deng Dawûdî bû ku heta teyr-tewalên xweşxwan jî dora wî digirtin. Wî tarîxa me ya dengbêjan çêkiriye. Ez biqasî hemû tiştên vî dinê ji dengbêjan hez dikim, Şero, Reso, Şakiro, Efo, Şêx Silê, Reşîdê Baso û ên mayîn jî weka Evdal bûn…“

Çima kurd bêtifaq in?

Min jê daxwaz kir ku şîretekê an jî gotina xwe ya dawiyê ji min re bêje. Peyama wî ya dawiyê li pey çend deqeyan bêdengî û çavên tije hêsir wiha bû:„ Heta kengê kurdên me yê hinek rastiyên xwe fêm nekin? Gerek em bi tifaq bin, pişta hev bigirin û li pêşberî dijmin bisekinin û em bibin yek! Êdî beseeeee lawo, îro roja tifaqê ye. Îro gerek kurd rabin, serê xwe li ber dijmin rakin. Bese, heta kengê yê me bixapînin? Em timam kurd in. Heta tifaq û yekîtî tune be, em serkeftî û azad nabin. Encax em bi tifaqê dikarin serkeftî û azad bibin. Emirê me jî çû, lê gere ez Kurdistana azad bibînim. Dema ez çûm dixwazim bi wê mizgîniyê re herim nava dilê axa sar…“(2)

 Hesret, newa û awazên wî

Dirav, mal û perê gelek kesan hene, lê kesên wiha xwediyê meirîfetekê nînin, çimkî vala ne. Divê êdî ev çîrok berdewam neke û em bi hesret, poşmanî û axîn li ser jiyana navdarên xwe nenivîsin. Bila êdî qedera Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Resûl Gerdî û yên mayîn dubare nebe ku bêkes û birçî ji nava me çûn. Egîdê Cimo jî di salên dawiya jiyana xwe de feqîr û nedar bû. Perê ceyrana malê nedabû û li ser hatibû birîn. Di sir-seqama hewaya sar a zivistanê de mabû. Ev şerm dê heya dawiyê xwe nîşanî me tevan bide û berçêla me bernade. Dem ku derbas dibe, kesên ku mezinin yê ne bi perê xwe belkî bi huner û xizmeta xwe bimînin. Navê Egîd ji ber wê jî yê bi nemirî bimîne. Cimo roja 30.01.2019’an li mala xwe çû rehmetê û roja 03.02. 2019’an li Erîvanê hate veşartin. Egîdê Cimo navekî efsaneyî ku şopa wî dê di dîrokê de bimîne. Wî da ser şopa Evdalê Zeynikê, Şêx Silê û sedan şagirdên pispor jî perwerde û li pey xwe hiştin.

Ew newa û awazên tije peyamên jiyanê ji bîra me naçin. Ew êşên di wê nefesê de ku xedariya birînên te yên bêderman didan kifşê jî ji bîra dîrokê naçin. Em bi wan awazan mezin bûn û mîrasê te bi hemû malê dinê nayê kirîn û firotin.

(1). Hevpeyvîna rojnamevan Tofan Sunbul li gel mamoste E. Cimo ku di kovara Barê hejmara sêyem de hatiye weşandin.

(2). Hevpeyvîna min pê re li Amedê, sala 2010’an.

Dikarî Biecibînî