Berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem di meha çaran de ye

Çend roj berê HDP’ê li Stenbolê mîtîngek li dar xist. Bi dehhezaran kesên tev li mîtîngê bûn ragihandin ku ew li berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem ku Leyla Guven temsîla wê dike, bi awayekî vekirî xwedî derdikevin. Demek berê li Amedê jî bi heman armancê mîtîng hatibû lidarxistin û xwedîderketina bi berxwedana grevên birçîbûnê hatibû ragihandin.

Divê em li vê derê girîngiya mîtîngên li Amed û Stenbolê bînin ziman. Çimkî ev mîtîng di mercên êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker, mêtinger û faşîst ên bêperwa de pêk hatin. Di pêvajoyeke ku rêveberên rejîma qirêj û taybet digotin, “Ew ê êdî nikaribin derkevin kolanan”, “Ew ê nikaribin 3 kesan bînin ba hev” de, tijekirina qadan a bi dehhezaran bû bersiveke herî xurt li hemberî wan. Hem jî li navendên ku herî zêde hemû derfetên leşkerî, sîxurî û teknîkî lê tên bikaranîn bersiveke wiha hatiye dayîn. Jê wêdetir jî hatiye wateya bersiveke ku heqkirine hatiye dayîn. Bi vê careke din derkete holê ku ew ê gelê Kurdistanê û hêzên demokrasî, şoreşger û azadiyê di mercên herî dijwar de bi bedelên mezin li têkoşîn û lêgerîna xwe ya azadiyê xwedî derdikeve û ji vê pê ve jî dê lê xwedî derkeve.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî vê peyama gelê Kurdistanê û hêzên şoreşger, demokratîk û azadîxwaz fêm kir. Ji ber vê wê jî dît ku, ji niha pê ve ew ê gel bertek nîşanî her gava biavêje û polîtîkayên faşîst pêk bîne, bide. Mîtîngên Amed û Stenbolê vê rastiyê nîşanî faşîzma AKP-MHP’ê daye. Ya girîng jî divê ev rastî ji aliyê hêzên şoreşger, demokratîk û azadîxwaz ve baş bê dîtin û li gorî vê jî xeteke polîtîk derkeve pêş.

Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an ku “mekanîka darbeyê” kete dewreyê, dikarin bêjin ku ber bi dawiya 2014’an piştî çêkirina sîmulasyona “Plana rûxandinê”  her çiqas tevgera hêzên demokrasî û azadiyê xeteke berxwedanê ava kiribin jî, bi giştî di nav hêzên demokrasiyê de paşvekişandienek pêk hat. Sedema vê jî bandora darbeyên berê ya li ser civakê bû. Li Tirkiyeyê bi jinûve ketina tevgerê ya “mekanîka darbeyê” li ser civakê bandoreke wiha çekir û kir ku bendewariyeke bi vî rengî derkeve holê. Lê belê li vê derê tişta ku ji çavan direve û divê bê zanîn, mercên darbeyên berê pêk hatin û yên “meknîka darbeyê” ya ku ber bi dawiya 2014’an ket dewreyê ji hev cuda bûn. Aliyên wan ên ji hev cuda hebûn. Di serî de di encama têkoşîna tevgera azadî û demokrasiyê de bidestxistina destkeftî û mewziyên leşkerî, siyasî û civakî bûn. Ji ber vê jî faşîzma AKP-MHP’ê wek demên darbeyên berê pêk hatin ne pêkan bû ku rehet tevbigere û bigihîje hedefên danîbûn pêşiya xwe.  Li hemberî “mekanîka darbeyê” ku di meha nîsanê de bi “tecrîda teqez” a girankirî ya li ser Rêber Apo kete tevgerê berxwedan bi pêş ket. Pêşî hilbijartinên 7’ê hezîranê û 1’ê mijdara 2015’an, xwepêşandanên Newrozê, referandum û encamên hilbijartinên di 2018’an de pêk hatin diyar dikirin ku ew ê encamên dixwestin bi dest nexin.

Çendekî berê mîtîngên li Amed û Stenbolê pêk hatin jî bû ragihandina vê rastiyê ya ji aliyê gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ve. Ev jî tê wateya şikandina derûniya bendewriyê ya “gelo ew ê çi bibe”, “bisekine – bibîne” û hwd. ya piştî ketina tevgerê ya “mekanîka darbeyê” ya faşîzma AKP-MHP’ê.

Piştî Pêngava Mezin a 15’ê Tebaxa 1984’an a Gerîla jî wiha bûbû. ‘Guleya Yekmîn’ a li Dihê û Şemzînanê hat teqandin qerqolên di mêjiyan de xera kir û dîwarên tirsê rûxandibûn. Di encama vê de jî gel û hêzên şoreşger, demokratîk û azadîxwaz ên bêtevger û di bendewariyan de bûn ketin tevgerê û di rêya ku xeta 15’ê Tebaxê vekir de pêşveçûna xwe berdewam kiribûn. Wateyeke wiya ya berxwedana ji aliyê tevgera demokrasî û azadiyê ya li hemberî “mekanîka darbeyê” ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ket tevgerê, heye. Mîtîngên Amed û Stenbolê cihê xwe di rastiyeke wiha de girtine.

Niha di vê rêyê de, dema meşa bi awayekî ewle û bixwebawer e. Berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdem di vê rêyê de pêngavên xwe avêtine. Hêzên şoreşger, demokratîk û azadîxwaz ên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ew şopandine. Mîtîngên Amed û Stenbolê jî biryardariya pêngavên destpêkê yên di vê rêyê de hatine avêtin nîşan dan. Bi vê wateyê, hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an jî di vê rêyê de ew ê bibe pêngaveke din. Ew ê tenê bi vê nemîne, li hemberî “mekanîka darbeyê” ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve kete tevgerê, bibe yek ji darbeyên herî bihêz.

Berxwedan greva birçîbûnê ya temsîla wê Leyla Guven dike; bi Nasir Yagiz, berxwederên Strasbourgê, Îmam Şîş, Yusuf Îba, Huseyîn Yildiz, Fadîle Tok, Hasbî Çakici, Mustafa Tuzun bihêztir bû. Bi vê re jî darbeya li faşîzma AKP-MHP’ê hatiye xistin; bi rê, rêbaz û awayên cuda li dora berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem, bi xelekên nû yên berxwedanê ew ê hîn bi bandortir bibe.

Dikarî Biecibînî