Heke Maduro Esad be Guaîdo kî ye?!

Di sedsala 20’an de mirovahiyê şahidî ji du şerên parvekirinê re kirin. Her çend navê wan şerê cîhanê bû jî lê êdî mirovahiya xwedî wijdan baş dizane ku şer ne şerê wan lê şerê îktîdaran, şerê sermayedaran bû û ji bo bidestxistina dewlemeniyên cihî bû. Sed mixabin ku di roja me ya îro de jî ev şer bi navekî din dewam dike ku ji niha ve ziman hîn bûye û jê re dibêje Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Navenda vî şerê hanê jî Rojhilata Navîn e. Li Kurdistanê jî ev şer bi awayekî bêeman dewam dike. Rast e kurd ji bo pêşî hebûna xwe û dûre ji bo azadiyê di vî şerî de li ber xwe didin lê ev şerekî wisa ye ku li her dera cîhanê bi awayekî dewam dike. Li hin deran bi rêya çeteyan li hin deran bi rêya artêşên konvansiyonel, li hin deran li ser maseyê; lê axir şer dewam dike.

Hêzên welatên rojavayî ku bi teknîka xwe ya pêşketî, bi hêza xwe ya fînansê û bi artêşa xwe ya konvansiyonel û nukleerî aliyekî vî şerî ye. Weke ku bi tîtikekê di destê xwe de pê bilîze dixwaze bi qedera milletan bilîze û weke pêşiyên xwe ev jî bi şerê mezin dest dayne ser dewlemendiyên wan, wan bike koleyên vî zemanî.

Du roj berê wezîrên karên derve yên welatên di nav koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, li hev civiyan. Mijara wan a sereke prosesa piştî DAIŞ’ê rewşa Sûriyeyê bû. Camêran digot, DAIŞ li ber tunebûnê ye û lazim e li Sûriyeyê hikûmeteke nû ya hemû etnîk û baweriyan qebûl dike û di nava xwe de dihewîne, were avakirin. Gotinên xweş ji devê wan derdiket. Lê dema min li wan temaşe kir li vê derê lazim e bi bîr bixim ku ji Sûriyeyê û ji gelên Sûriyeyê tu kesek di wê civînê de tune bû – hema ji min re wisa çêbû; îcar wê mala kê xera bikin.

Hemû bûyer û rûdanên li ber çavê me nîşanî me didin ku peya û parêzvan, berdevk û cendirmeyên pergala kapîtalîzmê bi belaşî gunehê xwe jî nadin mirov. Îcar rabin behsa demokrasiyê bikin, behsa parastina çand û zimanan bikin divê mirov bi himet nêz bibe û tedbîrên xwe jî ji dest nede. Ji dîplomatan wêdetir li ber çavê min weke Nemrûd û Firewnên vî zemanî xuyanî kirin. Weke ku bêjin me ev derê têra xwe xera kir, heta ku xelkên wê derê ew der ji bo ku careke din em xera bikin, abad bikin ev der bes e, em îcar cihekî din xera bikin.

Helbet dema niyeta mirovî xerakirin be ji mirov bi qabîliyettir li ser rûyê erdê zindiyek tune ye. Îcar ev Nemrûdên bi krawat û di postê dîplomatan ên vî zemanî de ji bo xerakirinê Venezuellayê niqandine. Venezuellaya ku ji serokkomarê niha Nicola Maduro veguherandiye çala xizaniyê, niha weke hedefeke nû li pêşiya wan e. Ha dema me behsa Venezuellayê kir divê em xwe nexapînin û nebêjin ku wê ev Nemrûd dev ji Rojhilata Navîn berdin. Lê wê di ber de hinek jî bi xerakirina Venezuellayê sebra xwe bînin.

Di çavê van Nemrûdan de Nîcola Maduro Esadê nû ye. Helbet em ê ranebin û Maduroyê yê ku îxanet li mîrateya Bolîvarê mezin û Chavesê sosyalîst kiriye, neparêzin. Lê gelo Maduro Esadê nû be wê deme Guaîdoyê ku prensê van nemrûdan e, kî ye? Hefteya pêş jî em ê hewl bidin mijara Venezuellayê dewam bikin. Ji ber ku êdî dinya gundekî biçûk ê global e û tiştên li taxa jorîn diqewimin bandorê li taxa navîn û jêrîn jî dikin.

Dikarî Biecibînî