Di sîrka Rojhilata Navîn de Erdogan

Rojhilata Navîn çavkaniya hemû çand, ol û zanistiyê ye û her wiha wek dergûşa mirovahiyê tê pênasekirin. Kesên ku dixwestin hînî felsefe û ilmê bibin berê xwe didan vê herêmê. Lê îro ev herêm bûye sîrka ku hinek qeşmer derketine û xelkê didin kenandin. Qeşmerek diçe û piştî çend salan qeşmerekî din derdikeve ser sahneyê û wekî ku di rojên berê de tiştek nehatiye jiyîn, dixwaze heman tiştan dubare bike.

Ev rastiyeke tahl û bi êş e ku bi sedan sal in li vê herêmê tên jiyîn. Ji bilî karesat, girî û wêraniyê tu tiştekî li pey xwe nahêlin. Dema ew diçin jî li pişt wan wêranî û êş dimîne. Rojên ku em tu caran naxwazin jinûve vegerin, hewl didin wan rojan paşve bînin. Rejîmên desthilatdar naxwazin dika Rojhilata Navîn terk bikin û bi êşên me kêfxweş dibin û dixwazin bi van êşên me, me jî bidin kenandin.

Qeşmer bi herî hovane peywira xwe tînin cih. Lê herî zêde di nav sînorên dewleta tirk de li hemberî kurdan hovîtî hatin kirin. Bêyî ku ferqê bixin navberê; kesên sivîl, siyasetmedar, rojnameger bi kurtasî hemû kurd hedef hatin girtin û hê jî hedef tên girtin.

Piştî şanoya darbeya 15’ê Tîrmehê ya ku li Tirkiyeyê hat lîstin, hemû kes li ser sahneyê qewirandin û niha tena serê xwe li ser kursî rûniştiye. Ji bo xeyalên Osmaniya Nû pêk bîne her tiştî dike.

Di serdema Tayyîp Erdogan de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedan zindan hatin çêkirin. Hemû zindanên li Tirkiye û Kurdistanê niha tije bûne û gelek caran hat rojevê ku ji kapasîteya girtîgehan zêdetir girtî dimînin.

Ji bo civak rastiyan nebihîzin saziyên çapemeniyê yên alternatîf hatin girtin û hejmara saziyên ku serê sibê heta êvarê propagandaya Erdogan dikin zêdetir bûn. Heman tişt ji bo dadgeh, aborî, ol û siyasetê jî derbasdar e. Ev wekî şaxên taybet ên di xizmeta Erdogan de ne. Nemaze civaka kurd bi zilma Erdogan re rûbirû mane û hewl didin li hemberî vê zilmê xwe biparêzin.

Em dikarin bibêjin ku gelek tevgerên ku piştî Bihara Ereban derketin holê ji aliyê Erdogan ve hatin bikaranîn û ew bi Erdogan xapiyan û hatin tunekirin. Ev tevger ji aliyê Erdogan ve hatin marjînalkirin û ji hedefên xwe yên şoreşê hatin dûrxistin. Dewleta tirk ev tevger anîn asteke wisa ku gelo dê çawa karibin gelê xwe bifiroşin û dewleta tirk zêdetirîn pereyan bide wan. Lîderê çeteyan Erdogan û çeteyên derdora wî li Sûriye, Iraq, Lîbya û Somaliyê rola xwe ya qeşmeriyê anî cih.

Filistîniyan jî ji xapandinên Erdogan para xwe girtin. Bi derewa ‘ez ê we ji siyonîzmê xilas bikim’ xapiyan. Gelekan wisa bawer  dikir ku Erdogan dê bibe xelîfeyê Ixwan-î Muslîmîn û ew ê jî rizgar bibin. Lê di esasê xwe de rola ku ji bo Erdogan hatiye dayîn ew e ku li Rojhilata Navîn hebûna Îsraîlê biparêze.

Erdogan di mijara ‘Gemiya Marmarayê’ de bi awayekî hostayî rola xwe lîst. Lîstikeke wisa lîst ku qey dibêjin dê biçe Xezayê rizgar bike û ambargoyê ji holê rake. Lê rastî pir cuda ye. Ma dê gelê Filistînê dê bi gihîştina derman û xwarinê rizgar bibin? Wisa dan nîşandan ku tu dibêjî pirsgikêka wan di welatekî hevbeş de, li ser axa xwe jiyaneke azad û rûmet nîne. Doza pîroz a gelekî daxistin asta xwarin û derman. Bi vî rengî hêviyên azadiyê yên gelekî tune dikin.

Serdest li Rojhilata Navîn dixwazin bi polîtîkayên ambargoyê gelan terbiye bikin. Heman polîtîka li Lîbya, Sûdan û bakurê Sûriyeyê jî di meriyetê de ne. Bi salan e li ser gelê bakurê Sûriyeyê ambargo heye. Dixwazin gel were wê astê ku ji dijminê xwe rîca bike da ku pariyek nan, hebek derman bide wan. Lê ji bîr dikin ku sedema nexweşî û birçîbûnê ew bi xwe ne. Bi birçîbûnê gel terbiye dikin, da ku vîna wan bişikînin, stûxwar bihêlin.

Li ser sahneya Rojhilata Navîn qeşmeriya herî dawîn ew e ku parlamenterên ereb yên parlamentoya Îsraîlê li Tirkiyeyê hatin pêşwazîkirin. Bi hinek sloganên olî qaşo dê doza gelê Filistînê bikin. Lê armanca esasî ya AKP’ê ew e ku beriya hilbijartinên 31’ê adarê doza Filistînê ji xwe re bikin amûrê hilbijartinê. Her kes dizane ku doza pîroz a gelê Filistînê bûye amûrê tîcaretê yê herî bi qezenc û moda. Heta niha gelek rejîman ji bo berjwendiyên xwe doza Filistînê bi kar anîn. Gelê Filistînê di destê siyasetmedarên qeşmer de bûye qurbanê bingehîn.

Mezopotamya dergûşa şaristanî û mirovahiyê ye. Vê şaristaniyê heta niha rûpoşa gelek dîktaroran daxistiye û dê rûpoşa Erdogan jî daxîne û rûyê wî yê rast nîşanî hemû alemê bide. Dixwaze bi rûpoş û kincekî nû bibe xelîfeyekî Osmanî lê di encamê dê her kes rastiya wî bibîne. Nexweşên siltanî û dîktatiyê pir ji şoreşa ramyariyê ditirsin û ev şoreşa ramyariyê ku li bakurê Sûriyeyê aj dide dê qeşmeran ji ser sahneya Rojhilata Navîn daxîne erdê û hemû qralan rût bike.

Dikarî Biecibînî