Mafê mirovan em bi xwe ne!

Halê hazir dema em li berxwedan û têkoşîna di serî de ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirker ên li ser gelê kurd binihêrin, em dibînin li holê ne saziyeke ku mafê mirovan diparêze û ne jî kesên ku mafên mirovan biparêzin hene…

Ger ku di rewşeke wiha de ew sazî û kesayetên qaşo sondxwariyên parastina mirov û rûmeta mirovan in, bê ka careke din li bejn û bala xwe binêrin û bê ka li pêşberî neynikê wê çi bibînin. Îro ku bedenên bi sedan kesî li ber çavê cîhanê dihele, çav û guh girtin bêexlaqî û bêwijdaniya herî mezin e. Baş e, ew sazî û dezgehên parastina rûmet û nirxên civakan dikin, li benda çi ne ku bikevin tevgerê. Nexwe divê rabin û hemû destûr û biryarên xwe ji nû ve binivîsin û li gorî wê tevbigerin. Li gorî destûrê niha ku qîr dikin em saziyên mirovparêzan in, divê bi xwe bên lêpirsîn.

Herî dawî DMME’yê ku yekane saziya berpirsiyariyê mafên mirovan têkildarî hovîtiya giran a li jêrzemînên Cizîrê ku sûcên giran ên şer lê çêbûbûn, serlêdana ji bo Orhan Tûnç qebûl nekir. Di rewşeke wiha de bendewarmayîna kurdan a saziyeke wiha rabe, ne pêkan e. Bi vê ve girêdayî jixwe televîzyona Misirê Ten Tv ‘Belgeya Veşarî’ ya Teşkîlata Îstixbarata MÎT’ê ku serkêşiya wê Erdogan dike, aşkera kir. Ev hemû têrê dike ku kurd êdî berê xwe li rêyeke din a çareseriyê ku heta niha li bendewariya gelek hêzên rojavayî, Ewropa û saziyên qaşo mafê mirovan diparêzin, vegerînin. Di vê rewşê de, demokrasî, aştî û mafê mirovan em bi xwe ne.

Berxwedana ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin, îro kete roja 95’an, a Nasir Yagiz 82’yan, a zindanan 57’an, a Strasboûrg û Îmam Şîş jî kete roja 56’an. Dîsa bi dehan kurdistaniyên li bajar û deverên cuda li ber xwe didin. Dema em li vê binêrin em ê bibînin ku di vî warî de erk û wezîfeya kete ser milê berxwedêrên grevên birçîbûnê heta dawî bi cih anîne. Ji îro û şûnde barhiştina li ser milê van bedenên ketine ber xirêna mirinê, bêwijdan û bêexlaqî ye.

Ji vê kêliyê û şûnde em, heke bi giştî ranebin, avahiyên hikûmet û kolanan dagir nekin, dê rojên xedar û pir biêş li benda me bin. Berxwedêran her cure bûyer ji xwe dane pêş çavên xwe û gav bi gav ber bi wê ve diçin. Lê belê weke civak bendewariya me, wê hesabpirsîneke biêş a li ber dîrokê be. Dema şehadet çêbûn, rabûn wê pir dereng be. Divê em nemînin li bendê ku heta mirin bikeve halê, ji nû ve rabin ser lingan. Jixwe hemû têkoşîn û şerê me ji bo mirinê pêk neyê ye. Di rewşeke wiha de ji her demê zêdetir em dakevin qadan û helwesta xwe raber bikin. Avahî, navend û saziyên dewletê dagir bikin û dewletê ji her alî ve zeft bikin. Li şûna ku em li malê li benda mirin û ketinê bin, bila li kolan û li ber qêrîna azadiyê bimirin dê sed qat bi rûmetir û kerametir be.

Li pêşiya me 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî heye; têkoşîna me û serhildanên me divê roja 15’ê Sibatê ku ji bo kurdan weke ‘Rojeke Reş’ tê pênasekirin, vegere roja tolhildan û raperîna gelan. Çawa ku bi ruhê fedayî û serhildanê 15’ê Sibata 1999’an, di serî de ciwan û jin, gelê kurd rabû ser pêyan; dîsa di pêngava Kobanê de Tirkiye bû qada raperînê, îro jî rojek ji wan rojan e. Bi heman ruhî em dikarin vê rojê jî bi tîpên zêrîn li dîrokê binivîsin. Bi taybetï kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê seranserê Ewropayê bi çalakiyên xwe yên aştiyane û demoratîk zêde bikin û navendên hikûmet û saziyên mafê mirovan dagir bikin.

Çalakiyên îro tên kirin, diyar e têrê nakin ku tecrîdê bişikînin. Lewre ji bo şikandina tecrîd û pêkanîna azadiya fizîkî ya Ocalan, serhildaneke tevahî ya bikare ne tenê rejîma faşîst a tirk bitengijîne, divê Ewropayê jî bixe nava tengijîn û neçariyê da ku hinek gavan lê bide avêtin. Ji bo vê jî erkên dikevin ser milê me zêdetir in; bi meş û mîtîngên tên kirin em hê zêdetir bikaribin cîhanê şiyar bikin. Berxwedanek hatiye destpêkirin, beden ji bo bigihêje azadiyê dihelin. Şerekî ji bo azadî pêk were, kêlî bi kêlî bedenê dihelîne heye. Ev ne tiştekî hesan e ku her kes an jî gelek bike. Ji bo wê ye ger em îro vê berxwedanê negihînin serketinê, dê sibe dereng bikeve û gelek tiştên bêveger bibin dîrok. Ev berxwedan çi evîneke dilşewat e, ji bo azadî û aştiyeke mayînde çav daye mirinê. Ev ne mirin e, jiyan bi xwe ye. Dibe beden bimire, birize lê ruh û hêviya ku bi xwe re bîne, pêla raperîna gihaştina serkeftinê ye, tim zindî û bêdawî ye.

Dikarî Biecibînî