Krîza Idlibê kûr dibe

Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ku xwe wek garantorên Sûriyeyê didin binavkirin dê di 14 mehê de li Soçiyê bên cem hev. Beriya civîna ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ya li Soçiyê derbarê rewşa Sûriyeyê bi taybetî Idlibê de çi bibe, daxuyaniyên Rûsyayê ya vê derbarê de zêde dibin. Herî dawî dîsa berdevkê wezareta karê derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi daxuyaniyekê got ku ew bi hêvî ne ku Tirkiye barê li Idlibê girtiye ser xwe pêk bîne. Xuya ye ku dê daxuyaniyê bi vî rengî di demên dawîn de zêde bibin.  Di heman demê de cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin jî gotibû ‘Di destpêkê de jî me di hemû hevpeymanên xwe yên li ser herêmên bêçek de tiştekî sereke nivîsand; ew herêm tedbîrên demkî ne. Ji ber wê jî tu kes demdirêjî lê nanihêre.’

Rûsya ev hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re, li gorî Rûsyayê ‘tunekirina terorê’ li gorî Tirkiyeyê jî ‘parastina hevkarê xwe’ ye. Li gorî Rûsyayê hevkarê Tirkiyeyê ‘grûbên teror’ in. Bi civînên li Astana û Soçiyê, Rûsyayê xwest ‘terora’ bi destê Tirkiyeyê li Sûriyeyê hatiye tevgerkirin, bi destê Tirkiyeyê tune bike. Rûsya û Tirkiye di destpêkê li Hema, Helep, Himûs, Xuta û Deraayê ku çeteyên dewleta tirk dagir kiribûn, wek herêmên agirbestê ragihandin. Rûsya  bi hevdîtinên li Astana û Soçiyê bi rêya dewleta tirk ev herêmên agirbest û bêşer xist bin kontrola rejîma Sûriyeyê. Ev ji bo Rûsyayê wek serkeftinek mezin hatibû pênasekirin. Lê di esasê de ev ne serkeftina Rûsyayê, guhertina siyaseta dewleta tirk bû.

Dewleta tirk ev demeke navenda siyaseta xwe li Sûriyeyê guhertiye. Berî niha guhertina rejîma Sûriyeyê ji bo xwe kiribû siyaseta xwe ya giştî lê ev êdî ne wiha ye. Guhertina rejîma Sûriyeyê êdî ne armanca dewleta tirk e. Ji bo wê jî hebûna çeteyên heta niha tevger kiribûn, ji bo dewleta tirk jî bûye pirsgirêkek.  Dewleta tirk wan çeteyan ji bo xwe hêj bi kar tîne lê ne bi armanca guhertina rejîma Sûriyeyê. Lê ev nayê wateya ku dewleta tirk a dagirker dest ji hedefên xwe bi temamî berdaye.

Armanca dewleta tirk li Sûriyeyê bi rêya wan çeteyan herêmek ji Cerablus heta Idlibê serweriya xwe çêbike. Ger ev demdirêj bidomîne, wek çawa li Îskenderûn bi referandumek, wê herêmê kir beşek ji Tirkiyeyê, li vê herêmê jî eynê encam bidest bixe. Ji bo vê jî dixwaze Heyet Tahrîr Şam-Cehphet El Nusra (HTŞ) û grûbên girêdayê wê nêzîkî hev bike. Di heman demê ger ev hedefa wê pêk neyê, wan koman têxe nava tevgerê û êrîşek mezin bibe ser Helebê.

Rûsya aşkera ji Tirkiyeyê re dibêje ku çeteyan ji nav bibe û destpêkê Idlibê, pişt re jî Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê radestî rejîma Sûriyeyê bike. Îran jî destek dide ev siyasetê. Îran wek hevkarê rejîma Sûriyeyê, ji destpêkê ve li dijî peymana Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê bû. Ji ber wê jî di nava peymana li Soçî cihê xwe negirt. Rûsya û Tirkiye ji ber ev siyaseta Îranê piştî civîna di 7’ê meha îlona 2018’an de bi deh rojan li Soçî bê Îran hatin cem hev û peymana Soçî di derbarê Idlibê de xistin meriyetê. Ev wek dûrxistina Îranê di mijara Idlibê de bû ku Îran wê demê li ser Idlibê amadekariyekî berfireh a êrîşek dikir. Lê Rûsya û Tirkiye pêşiya ev êrîşan girtin.

Rûsya di esasê de ji ber zextên Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê yên wê demê derbarî Idlibê de ji neçarî bi Tirkiyeyê re li hev kir. Lê ev zexta Amerîkayê ya li ser Rûsyayê ya derbarê Idlibê de sivik bûye. Biryara vekîşana Amerîkayê ya ji Sûriyeyê, destê Rûsyayê bihêz kiriye. Ji bo wê Rûsya û Îran bi destê xurt diçin civîna Soçiyê.

Sê rê li pêşiya civîna Soçiyê hene; yek domandina rewşa Idlibê wek niha, demdayîna Tirkiyeyê. A duyemîn êrîşek piralî li ser Idlibê ji aliyê Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê ve, di heman demê de bêdengiya Tirkiyeyê pêk were û ya sêyemîn jî Tirkiye bi çeteyên xwe ji herêmê bikişîne û Idlibê radestî rejîma Sûriyeyê bike.    

Dikarî Biecibînî