aram

Aramiya Rojhilata Navîn û azadiya Ocalan

Sala 1998’an rewşeke gelek giran derxist pêşberî kurdan ku gotin cih de be rûyê kapîtalîzma wehş nîşanî her kesî da. Belê di sala 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi zextên dewleta tirk ji Sûriyeyê hat derxistin. Piştî wê êdî ne gelê kurd ne jî civaka Rojhilata Navîn aramî nedîtin.

Rojhilata Navîn hêj ji bo kapîtalizmê tevahiya deriyê xwe venekiriye. Ji ber ku Rojhilata Navîn hêj hêza xwe ya civakî winda nekiriye. Ji bo kapîtalîzmê dibe ku em nikarin bibêjin xaka xam e, bes mirov dikare bibêje ku qadekê tera xwe ji bo bazara kapîtalîzmê vekiriye. Ji bo wan hêzên ku nahêlin kapîtalîzm li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi cih bibe hêzên bi pirsgirêk in. Bi taybet hêzên ku bi kapîtalîzmê re nebûne yek ango nabin yek bêtir bi talûke tê dîtin. Di nav van hêzen heyî de hêza herî bi pirsgirêk û sereke PKK bû. Hemû hêzên ku îhtîmala bi kapîtalîzmê re nabin yek ji aliyê rêxistinên mîna gladyoyê ve ya hatin tasfiyekirin an jî bêban hatin hiştin. Çepgirên ku li Rojhilata Navîn têdikoşiyan hinekan tasfiye kirin, hinekan biçûk kirin, hinekan jî kirin mezhebên xwe. Yên ku mayî jî nebûn bela serê kapîtalîzmê, heta hinek ji van wek enstrumana kapîtalîzmê tevdigerin. Niha belaya herî mezin a ji bo kapîtalîzmê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn PKK ye. Ji ber wê jî êrîşa kapîtalîzmê li ser PKK’ê weke şêwaz an hêza civakî dûrxistine ango ji civakê tecrîd kirine.

Li ku derê dibe bila bibe, hişmendî, polîtîka, parastin, huner, perwerde, muzîk, hiqûq û hwd. çi dibe bila bibe ger ji bo kapîtalîzmê astengiyan derbixin ev tişt divê bên tecrîdkirin û îzolekirin. Kapîtalîzm her carê taktîkên xwe diguherîne lê ya esas divê dora van tişt an jî kes bigire. Ji bo wê jî tiştekî bide civakê beramberê wê tiştî rûyê xwe yê herî wehş nîşan dide. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn qet xwedî rehm nîne.

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî bi wê şêwazê çêbû. Tam 20 sal e Rêberê Gelê Kurd bi tecrîdekê giran re rû bi rû ye. Ji ber ku bi dîlgirtina birêz Abdulah Ocalan re armanca kapîtalîzmê pêk nehat. Bi hêviyê wan divê Rebêrê Gelê Kurd hatiba girtin û PKK têk biçe. Lê berovajî vê fikra Rêberê Gelê Kurd kûr bû. Fikra Ocalan êdî ne tenê Kurdistanê li Rojhilata Navîn jî dibe polîtîkayên rojane, jiyana gelan birêxistin dike û dibe stratejiya civakekê. Bi taybet di şerê sêyemîn a cîhanê de perspektîfên ku ji bo gelê kurd û gelê hêrêmê hatin pêşxistin fikrên bêhempa ne. Gelên herêmê beramberî êrîşên kapîtalîzmê bi van perspektîfan bi ser ketin û ser dikevin. Destê gelan xurt dike û destê kapîtalîzmê lewaz dike.

Kapîtalîzm ji ber vê sedemê êrîş bir ser Ocalan. Rêberê Gelê Kurd dijberiya kapîtalîzmê dike û bi fikrên xwe meydanê ji kapîtalîzmê re dixwîne. Kurdên ku dixwazin azad bijîn û li ser rêya Ocalan ji bo azadiyê têdikoşin jî ji kapîtalîzmê re meydan dixwînin. Naxwazin bibin enstrûmana kapîtalizmê. Dibe ku agir li ser van bê barandin, tî û birçî bimînin, mala van kavil bibe lê dîsa jî li dor rêberê xwe dibin xelek.

Lê niha êrîşa kapîtalîzmê gihiştiye asta herî jor. Bi destê dewleta tirk erîşê kurdan dike û dixwaze kurd çongê xwe bişikînin. Her roj biryara qirkirina li ser kurdan aşkera dibe. Belgeyên çongşikandinê û hwd. Belgêyên ku aşkera dibin piraniya van kevn in. Kurd weke nivîskî van tiştan nabînin, kurd van êrîşan hem ji aliyê fikrî ve hem jî ji aliyê fîzîkî ve dibînin. Ji bo vê jî belgeyên ku hatine derxistin tiştên ku anîne serê kurdan tescîl dike.

Niha belgeyên esasî ev e ku li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke teqez heye. Dewleta tirk û hegemonyaya navendî biryara tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd dane û encama vê peymanê de li Îmraliyê her ku diçe tecrîd giran dibe.

Herî dawî jî cezayên dîsîplînê ji bo Rêberê Gelê Kurd hatine birîn. 3 mehan divê malbata xwe nebîne. Ev biryar rika dewleta tirk a li hemberî Ocalan nîşan dide.

Ji ber ku bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Ev çalakî li dewletên hiqûqî diviyabû zûve bihatana bersivandin. Lê diyar e ku çalakî divê hîn behtir bi bandor bin. Bi taybet ev çalakî encax bi xurtkirina çalakiyên civakî xwe bigihîne serkeftinê. Ji ber ku kapîtalîzma wehş encax bi hêza civakî têk biçe.

Divê ferqa kurdên azad a li derdora rêberê xwe bûne xelek li vir derbikeve holê. Em ji bîr nekin koma biçûk a xwendekaran kengê di nava gelê kurd de belav bû wê çaxê kapîtalîzm tirsiya. Kapîtalîzm dema hêza civakî dibîne mecbûr dimîne ku bi vê hêzê re rêya çareseriyê pêş bixe. Rêya sereke ew e ku kurd ji bo azadiya rêberê xwe bêhtir xwe birêxistin bikin. Aramiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî ancax bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.

Dikarî Biecibînî