aram

Xwebûn û xwexapandin!

Di vê sedsala bîst û yekemîn de ku êdî robot û marqayên teknolojîk û bazirganiyê pirsgirêkên xwe yên xwebûnê çareser kirine, pirsgirêka “li xwe veger û xwebûnê” di rêya tekoşîna azadiya gel û neteweya me û pêşketin û parastina nirxan de, qeyd û bendek mîna “girêka kûr” e.

Tevgera Azadiyê di vê mijarê de çavkaniya felesefî, wêrekî û zanyariyê ya herî bi nirx afirandiye û hê jî diafirîne. Ev demek e zanyar û pisporên cîhanê mijara “Rêwîtiya Navîn” (nîve-nîv/ vasatmendî)  guftûgo dikin.

Filozofê fransî Alain Deneault bi nirxandinek bi navê vasatmendan hakimdarê dunyayê ne rê li ber vê nîqaşê vekiriye. Ev mijar berê jî di rojevên fîlozof û zanyaran de hebûye, lê filozofê fransî yê pispor bi nirxandina xwe, mijar aktuel kiriye û aniye rojevê.

Weke tê zanîn ji nîvê salên 1980’yî ve rêzdar Ocalan mijara rêwîtiya navîn bi dirêjiya çend salan, weke belgeyên çareserî, piştre jî çend pirtûk û berhemên watedar xist xizmeta mirovahiyê. Belgeyên heya niha nifşên civakê sûd jê werdigirin, perwerde û zanistê fêr dibin hene. Îca mirov têgeha vê mijarê fêm dike ku rêzdar Ocalan ta di wan salên destpêkê de bi nirxandin û tehlîlên xwe, paşeroja me ya civakî dîtiye û ji bo pêşîgirtina li van pêlên bi aloz, tekoşînek bêhempa meşandiye.

Bi baweriya min metirsiyên Rêber Ocalan di vê mijarê de ji sedî hezar di cih de bûn. Îro dema em çavên xwe bi balkêşî bidin pratîka kesayeta “rêwiyê navîn” êdî bi hesanî mirov dikare bibîne, bê ka çima xwebûn bi pêş nakeve.

Heya xwebûn bi pêş nekeve, kesayeta serbixwe, zîrek û afirîner di meşa neteweyan de piştxûz û mandî dimîne. Lewma ji bo her babetekê, em her tim dibêjin: çand, çand û dîsa çand. Heger tu girîngiyê nedî çandê, maf û cihê çandê heqkirî bi cih neyê, xwebûn jî bi wateya xwe ya zanistî bi pêş nakeve.

Ango dema hişmendiya ku karbidestê civakê ye, bi pîvana çandî, exlaqê çandî afirenêriya rêxistinî/ramanî bi pêş bixîne, wê bibîne ku qalîte û nirxa xwebûnê çawa bi pêş dikeve. Her wiha hîngê van nexweşiyên çînayetî û kesayeta nexweş jî nikare zêde xwe kamuflaj bike.  

Li ser pişta derfet û nirxên hatine afirandin, xwe çêkirin û avakirin mafê her kesekî welatparêz, demokrat û rewşenbîr e. Lêbelê ya pêwîst ew e ku gelo xwe çawa çêbike, avakirin û mezinbûna xwe, bi hîma çi û pîvana kê, ji bo çi û ji kîjan asoyê re ye?

Hişmendiyek bi xwebûnê têr û tijî, ji berî her tiştî ewleya bîrdozî û tekuziya tevgerî misoger dike.

Ferasetên takekesî, kêf û zewqa (rêwiyê me ê navîn!) her demê girêdayî hevsengî û atmosfera pêvajoyê ye. Ji teybetmendiya vê tipî ye ku xwe tim li çavkaniyên pergalê digire, ji bo wî her tiştê ji derve gelekî balkêş e. Çi nirxên gel û yên navxweyî bin, qet bala wî nakişîne, heta biçûk û bêwate jî dibîne. Mînakên wiha heroj mirov di çapemenî û hişmendiya ragihandinê de jî dikare bi hesanî bibîne.

Mirovek an kesayetek di rojên herî teng û pêvajoyên pêwîst de, delametên xwe yên exlaqî û însanî nîşan bida, nedaye. Heta belkî gelek caran xesar û nebaşî jî li hemberî nirxên gel çêkiribe.  Gelo çima liv û çalakiyek biçûk dema bi rêya tevnên civakî û di medyayên cuda de lanse dike, bala me dikişîne? Lê li nik vê yekê hevalekî ji nava refên me be, heke barê resen û çalakiya serdemê jî biafirîne, li ber çevên me mîsqalî zere ye?

Temam me gotinên pêşiyan jiber kirine, yanê em zanin “giyayê hewşê tahl e” lê di rastiya xwe de, ne meseleya “giyayê hewşê” ye. Mesele xwebûn û kurdbûna azad e.

Di baweriya min de çi şoreşger an welatparêz, berpirsiya dezgeh, sazî, rewşenbîr, hunermendê xwe li çavkaniya pergalê bigire, wan çavkaniyan ji xwe re weke pîvan bi kar bîne, heyrantiya rejîma dagirker, bi çandî, hunerî, ronakbîrî û hwd. bike, ew di rêya xwebûnê de kelem û aloz e. Ger bi nêta xwe nebe jî objektîf xizmeta dagirkeriyê dike.

Îcar nexasim di vê serdema dijwar de ku gel û rêberiya xwe di nava tekoşînek hebûn û nebûnê de derbas dibin. 

Dikarî Biecibînî