aram

Kurd li dijî her cure faşîzmê şer dikin

Pirsgireka kurd êdî bûye pirsgirekeke gerdûnî. Mirov dikare aliyê erênî û neyînî yê vê mijarê cuda binirxîne. Aliyê neyînî yê mijarê ew e ku hêzên hegemonîk dixwazin li hemberî dagirkerên Kurdistanê hebûna kurdan wekî şivekê bi kar tînin.

Serdestên cîhanê ji dewleta tirk re dibêjin ger tu li gorî me polîtîkayan nekî û li gorî me tevnegerî em ji bo têkoşîna kurdan dengê xwe dernaxin. Car bi car jî hîn daxuyaniyan didin û kurdan şiyar dikin û ger kurd li gorî wan polîtîkayan nemeşînin dê li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng bimînin.

Rêberê Gelê Kurd polîtîkayên DYA, Rusya û YE’yê ango polîtîkayên serdestên cîhanê wiha pênase dike; ‘Ji kîvroşk re dibêjin baz bide, ji tajî re dibêjin bigire’. Di esasê xwe de serdestên cîhanê naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û li gorî berjewendiyên xwe mijara hebûna kurdan bi kar tînin. Lê Rêberê Gelê Kurd tu caran rê neda ku serdest hebûna gelê kurd wisa bi kar bînin. Ev mînak ji bo gerdûnîbûyîna mijarê mînaka aliyê neyînî ye. Lewma jî Rêberê Gelê Kurd her tim bi êrîşên serdestên cîhanê re rûbirû ma.

Aliyê erênî yê mijarê jî ew e ku êdî pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke gerdûnî. Dema gelê kurd li hemberî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe dida, civaka navneteweyî jî piştgirî dan vê berxwedanê. Têkoşîna gelê kurd a li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke gerdûnî bû. Li hemberî faşîzma reş a DAIŞ’ê şer kirin û dê di demeke nêz de ji hemû cîhanê re ragihînin û mizgînî bidin ku DAIŞ xilas kirin.

Di heman demê de gelê kurd li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê jî têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Êrîşên ku rejîma AKP-MHP’ê li ser civakê pêk tîne ji êrîşên DAIŞ’ê kêmtir nînin. Gelê kurd bi biryardarî li hemberî her cure faşîzmê têdikoşe û li ber xwe dide.

Leyla Guven jî bi çalakiya greva birçîbûnê berxwedaneke cansîperane daye destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê jî wekî berxwedana Kobanê li cîhanê belav dibe. Kesên ku piştgiriyê didin grevên birçîbûnê di esasê xwe de bertekê nîşanî faşîzmê didin.

Di vê serdemê de li gelek deverên cîhanê rastgir û neteweperest dibin îktîdar. Ev demek e li gelek welatan hikûmetên demokrat û çepgir têk diçin û rastgir dibin serdest. Jixwe her tim hêzên rastgir dewletên hegemonîk a cîhanê bi rê ve dibin. Dibe ku navê partiyan çepgir be lê feraset û zîhniyet rastgir e. Mînak Partiya Karkerên Brîtanyayê îktîdar bû û serokê partiyê jî Tony Blair bû lê nekarîbûn xwe ji polîtîkayên rastgir rizgar bikin. Niha li cîhanê kesên weke; Erdogan, Trump, Pûtîn, May, Merkel, Bolsenaro, Urban hwd. û mirov dikare vê lîsteyê dirêj jî bike. Diyar e ku hêza demokratîk û sosyalîstan têrê nake ku polîtîkayên rastgiran têk bibin. Weke mînak çalakiyên Êlêkzeran çêdibin. Ev bû çend hefte didomin lê wê ber bi ku ve biçe ango dixwazin çi bikin, ne diyar e. Nexwe çalakiyeke gelek bihêz e.

Li gelek welatan, rastgir welatan bi rê ve dibin û gelên wan welatan jî ji vê rewşê nerazî ne. Ji ber serweriya rastgiran pirsgirekên civakê hîn zêdetir dibin û nakokiyên civakê kûrtir dibin. Pirsgirekên ku tên jiyîn pir dişibin yê Şerê Duyemîn ê Cihanê. Hemû hêzên desthilatdar di hîn blokan da xwe rêxistin dikin. Lê ferq çi ye, îro di naverastê de hêzên çepgir nînin. Dewletên rastgiran ji bo ku hê bêhtir petrol, neft, gaz, çek, mûşek bikirin, dîsa welatên din bixin bin kontrola xwe nîqaş dikin, nakokiyan derdixînin, bêbextiyan dikin yan jî li hev dikin. Hêzên ku li naverastê de jî maye civak e. Ya kêm çi ye divê hezên çepgir pirsgireka civakê bibîne, şîrove bike û rê nîşan bide. Ya pêwîst ev e, lê rastî wisa nabe.

Mirov wênêyên ku niha derketiye holê dinihêre, têkoşîna gelê kurd li hemberî faşîzmê ji têkoşîna gerdûnê re deriyek vekir. Divê hêzên demokratîk vê derfetê baş bi kar bînin. Çawa ku dirûşma; “Hemû karkerên cîhanê bibin yek” cîhan hejand niha jî perspektîfeke wisa derketiye. Hemû sosyalîst, havîrdorparêz, antî-faşîst, têkoşînên azadiya jinan, kedkar, ciwan, bi kurtasî kêsên ku ji bo azadiyê tevdigerin dikarin bi van perspektîfên ku derketine holê bibin yek û faşîzmê bi erdê re bikin yek. Tênê biryardarbûyîn têrê dike, nexwe hincet gelek in.

Dikarî Biecibînî