S-400 û Tirkiye

Musteşarê sanayiyê yê tirk got ku ew ê yek bi opsiyon du bataryayên S-400 ji Rûsyayê bikirin. Li gor daxuyaniyên tên dayîn jî heya dawiya sala 2020’an divê ku ev çek bigihêjin destê aliyê tirk.

Li gor peymanê buhayê van fuzeyek 2,5 mîlyar dolar tê hesapkirin.  Ger Tirkiye van çekan bikire wê Tirkiye bibe dewleta yekem ku di nav NATO de van çekan bi kar tîne.  Ev jî dê bi xwe re pirsgirêk û nakokiyên cûda derxe holê.

Heta niha rayedarên amerîkî der barê vê mijarê de nerehetiyên xwe bilêv kirin.  Lewma Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump da diyar kirin ku ew firotina balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê heya payîzê taloq dikin. Wisa diyare ku ev di dema pêş de ev mijar hîn diwartir bê rojevê.

Lê ev fuzeyên S-400?

Li cîhanê di nav sîstemên parastina hewayî de fuzeyên S-400 yên herî baş û bi hêz tên pênasekirin.

Ew nifşa çaremîn yê sistema parastina hewayî, Rûsya di dema şerê sar de pêşxist û di roja me ya îroyîn de ev çekên parastinê di nav çêkên ku tên bi kar anîn yên herî baş û çalak tê pênasekirin.

Pêşxistina fuzeyên S-400 di sala 1993’an de hat destpêkirin. Lê di wê demê de ji ber piştî şerê sar bûtçeya sanayiya parastina hewayî li Rûsyayê kêm bû û û modernîzekirina vê çekê demeke pir dirêj dewam kir. Ji ber van sedeman jî li şûna teknolojiyek nû bê avakirin mîna berdewamiya nifşê kevn hat pêşxistin. Ji ber vê yekê teknolojî û sîstema ku di fûzeya nifşê bêre S-300 de hatiye bi kar anîn heya radeya ji 70 heta 80 di S-400’an jî hatiye bi kar anîn.

Yekem car ceribandina testên wê di dawiya sala 1999’an de hat destpêkirin û di sala 2007’an de jî bi awayekî aktîf di nav pergala parastina hewayî de cihê xwe girtiyê.

Ev pergala hewayî li hember her cûreyên wesayitên hewayî û her wiha yên hereketkirî  û him jî li hember fûzeyên balîstik xwedî kapasîteya tunekirinê ye.  Rêjeya herî zêde 400 kîlometre ye, bilindahiya bilind 30 kîlometre ye. Her wiha dikare di heman demê de du fûzeyan bi hev re kîlîd bike û heya 80 hedefan jî bide.

Di heman demê de ew xwedî taybetmendiya fuzeyên balîstîk yên menzîla navîn ku ji 3 hezar 500 kîlometre ji dûr ve bên avêtin jî tune bike.  Her fûzeya ku di nav pergala parastinê de cih digre giraniya wê 1,8 ton e. Dirêjiya wê jî 8 metre û firehiya wê jî 50 santîme.

S-400 çawa kar dike?

1-Radara lêgerîn û şoşandina menzîla dirêj, ev liv û tevgera hewayî dişopîne û agahiyên ku bi destdixe derbasî navenda kontrolê dike.

2-Piştî hedef tê diyarkirin û şûn ve fermana biryara karanîna fûzeyê tê dayîn.

3-Agahiyên der barê karkirina fûzeyan de, ji maşîneya avêtina fûzeyan re tê şandin û di vir de ji bejahî ji bo hewayî fûze tê şandin.

4-Radara angajmanê jî alîkariyê dide ku fûze bi awayekî serkeftî bigihêje armanca xwe.

Pergala parastina hewayî yên S-400 li ku derê tên bikaranîn?

Cara yekem di sala  2007’an de ji bo parastina Paytextê Federasyona Rûsyayê Moskov  hatiye çalakkirin. Di parelelê polîtikaya Rûsya ya derve de li hin deverên girîng û stratejîk jî hatiye bicihkirin.

Di nav van cihan de, baregeha Rûsya ya li bajare Sûrî Tartus heye. Di sala 2015’an de Rusya ji bo deskeftiyên xwe yên li herêmê û ji bo parastina baregehen hewayî yên girêdayî rejîma Sûriyeyê biparêze fuzeyên S-400 li herêmê bi cih kir.

Rêvebiriya Moskov di mijdara 2016’an de li bajarê qiraxa deryaya Baltîk girêdayî Federasyona RûKalînîngradê jî fûzeyên parastinê ên S-400 û fûzeyên Îskender bi cih kir. Wê demê rêveberiya Amerîkayê ev biryar rexne kir û got “Bi cihkirina van çekan ve dixwazin di Ewropa de bê istikrariyê pêş bixin.”

Her wiha Rûsyayê piştî bi referandûmê ve Kirim bi xwe girêda û şûn ve, li Kirimê jî pergala parastine fûzeyên S-400 bi cih kir.

Ji 2015’an şûn ve Rûsya bi taybet ji bo ku vê çekê bifroşe welatê Asya gelek xebat da meşandin. Di sala 2015’dan de şeş tabûr û di 2016’an de jî ji bo ku pênç tabûra bi buhaye 6 milyar dolar firot Hindistanê û li hev kirin. Di her tabûrek S-400 de heşt fûze hene.

Tirkiye dixwaze S-400 bikire

Ev demeke dirêje Tirkiye dixwaze parastina xwe ya hewayî xurt bike û di heman demê de ev parastin di destê wê de be. Ji bo vê jî demek dirêje di nav lêgerînekê de ye.

Yekem car di sala 2015’an de ji bo ku fêzeyên parstinê bikere îhale da vekirin. Wê demê ev îhale bi 3,4 mîlyar dolarî ve şîrketek çînî qezenç kir. Heman şîrketê wê demê qebûl kiribû ku teknolojiyê jî bi çekan re transferî Tirkiyeyê bike. Lê ji ber ku Amerîka û NATO ev îhale qebûl nekir dewleta tirk neçar ma ku vê îhaleyê bi dawî bike.

Piştî peymana ku bi Çînê re bi dawî bû û şûn ve Tirkiye ji bo parastina hewayî bi hin dewletên din re têkîlî pêşxist. Rûsya jî yek ji van bû.

Lê beriya ku di vê mijarê de hevdîtinên xwe bi Rûsyayê re aşkera bike bi hin şîrketên amerîkî re jî nûnerên tirk rudiniştin. Bi taybet hevdîtinên bi şîrketa parastina Amerîkayê Lockheed Martin û bi şîrketa hevkariya gruba hevbeş ya Ewropa MBDA re ji bo fûzeyên xwedî menzîla navîn bikirin hevdîtin dihatin çêkirin. Lê di mijdara 2016’an de hat aşkerakirin ku wan bi Rûsyayê re ji bo kirîna S-400’an dest bi hevdîtinê keriye. Bêgûman aliyên Amerîkayê û Ewropayê pir aciz in. Ji ber ku tirkan ew xapandin û ya herî girîng jî Rûsya ne endamê NATO’yê ye. Endamekî NATO’yê nikare bi serê xwe çeken wisa stratejîk bikire.

Di bingeha li hevkirina Rûsya û Tirkiyeyê gelo çi heye?

Şîrketa parastina Rûsyayê Rostec aşkera kir ku bedelê wan li ser hev kiriye 2,5 mîlyar dolar e. Wezîrê Parastinê yê tirk jî da diyar kirin ku ew ê çar bataryayê parastinê ji Rûsyayê bikirin. Mûsteşarê sanayiyê jî diyar kir ku ew ê di sala 2020’an de beşa yekem ji Rûsyayê teslîm bigrin. Pergala parastina hewayî ya ku Tirkiye dixwaze bikire bi pergala hewayî ya NATO’yê re li hev nayê.  Lewma ji niha ve NATO der barê parastina Tirkiyeyê de xwe sist kiriye. NATO bi awayî naxwaz Tirkiye van fûzeya li ser sînorê Ermenistan û Ewropa bi cih bike. Di vê mijarê de nerehetiyên xwe bi rayedarê tirk re parve kirine. Rusya jî dizane ku dê Amerîka û Ewropa di vê mijarê de Tirkiyeyê tengav bike. Le Rûsya wek ku di xwezaya wê de heye bi xwînsariyeke mezin ve planên xwe pêk tîne.

Dikarî Biecibînî